Çarşem , Îlon 26 2018
Malper / Agahî-Nûçe / Pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê

Pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê

Pîrozbahî!!!!

21ê Sibatê “Roja Zimanê Dayikê” Pîroz Be!

Roja 21ê Sibatê ji hela UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” hatiye qebûlkirin û li gelek deverên dinyayê jî ev roj her sal tê pîroz kirin.

Li çar aliye dinyayê fermî û nefermî bi hezaran zimanên zikmakî hene lê di nav van zimanan pir ziman bi awayekî fermî nayê axaftin û di wê zimanê de perwerde nayê dîtin. Çi heyfe ku ji wan yek jî  zimanê kurdî ye.

Piraniya zimanên zikmakî li hemberî siyasetên zordarî, zalimane û polîtîkayên pişaftinê yên li dijî wan tên kirin xwe nagirin û ber bi mirinê ve diçin.

Ji sedemên mirina Zimanekî Dayikê yek jî ew e ku mensûbên wî zimanî bi zimanê xwe naaxivin û lê xwedî dernakevin. Dema bi zimanekî axaftin û nivîsandin tunebe û fikir jî jê dernekevin meydanê ew ziman dixwazî bila Kurdî be û dixwazî yekî din be, li hemberî zimanên serdestan mehkûmê mirinê ye.  ji ber vê yekê ev rewşa zimanên zikmakî naxasim zimanê kurdî trajediyeke mezin û travmayeke kûr e.

Di mijara zimanê dayikê de lazim e hemû Kurd li zimanê ku ji dê, bav, kal û pîran wek mîrat maye xwedî derkevin û bi awayekî çêtir hînî nifşên nû bikin.

Gelê Kurd ne îro bi tenê, divê her roj bi Kurdî bixwîne, bifikire, biaxive û binivîse.

21ê Sibatê “Roja Zimanê Zikmakî” Pîroz Be!

Çandname

 

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Li Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê Nûbihar Wê Çalakiyan Lidarbixe

Wek gelek weşanxaneyên kurdewar Nûbihar jî beşdarî 6. Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê dibe. Weşanxaneya ku …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir