Pîrê Şalyar

“Merasima Pîrê Şalyar”
Pîrê Şalyar kurê yek ji rêber û muxên Zerdeştiyan bû ku li gor baweriya xelkê Hewramanê, gihiştibû radeya bilind ya manewiyet û arîşenê û hin mûcizeyên wî jî hebûn.
Hin zanistvan dibêjin ew di salên dawî yên imrê xwe de ,Dînê Îslamê pejirandiye û tevahiya hewl û xebata wî ew bûye ku Îslamiyetê bi gel bide nasandin.
Hin kesan wî re digotin hekîm ji ber ku Pîrê Şalyar bi giyadermankan kesên nexweş derman dikir û gelek kesan jî ew wek helbestvan nas dikirin.
“Guhişt ce wateyî Pîrê Şalyar bû
Huşt ce kiyasteyî zanayê sîmiyar bû”
Yanî “guh bide gotinên Pîrê Şalyar,ji bo têgihiştina nivîsarên Zerdeşt,zana û hişmend be”
Yek ji rêûresmên kevnar ku li Hewraman tê lidarxistin,rêûresma” Daweta Pîrê Şalyar e”
Xelkê Hewramanê çendîn û çend sal in ku vê rêûresma dîrokî nifş bi nifş bibîrtînin.ev rêûresm her sal di 4 sibatê de di salvegera daweta Pîrê Şalyar de tê lidarxistin.
Keça Şahê Bîxarayê ,Şabihar Xatûn ker û lal dibe û hemû hekîm ji dermankirina wê tengav dimînin.Paşa soz dide Pîrê Şalyar û bi wî re dibêje eger tu keça min Şabihar Xatûnê derman bikî,ez ê keça xwe bidim te .
Pîrê Şalyar bi alîkariya Xwedayê mezin Şabihar Xatûn’ê derman dike û ew bi hev re dizewicin.
Bênavber dawata wan bi piştevaniya serokeşîr û axayan tê lidarxistin.
Roja daweta Pîrê Şalyar li gel roja jidayîkbûna wî hevdem bû.
Ev cejn hêmayê hevdengî û yekitî û beşdariya gel e ji bo pêkanîna rêûresm û irf û edetên berê ye.
Her çend ku navê vê merasîmê dawet e,lê di rastiyê de Pîrê Şalyar merasîmeke ayînî û dînî ye ku tê de qurbanî dikin û dikevin zikiran û bo Xwedê lava û dua dikin.
Rêûresm di heft qonaxan de pêk tê:
1: Agahdarkirin
Hefteyek berî ku merasim were lidarxistin, ciwanên gund li hev dicivin û derdank û firaxan tîjî gûz dikin û
kom bi kom berê xwe didin malan û gûzên ku ji baxê Pîrê Şalyar hatine çinîn di nav gundiyan dabeş dikin û bi vî awayî xelkê gund agahdar dikin ku cejn nêzîk e.
Xelkê gund jî li şûna gûzan,derdanên ciwanan tijî ard,pîvaz û dexlûdan dikin dako ew jî di pijandina girara xêrê ya roja merasimê de hevpar bibin.
2: Merasima Kote Kote
Kote Kote bi wateya pey hevdu meşîn.zarok vê merasîmê pêktînin.
5rojan piştî merasima Agahdarkirinê yanî berêvara roja sêşemê, zarokên gund hebanan digirin dest xwe û bi bang û siloganan bilind dibêjin”Kote Kote” û diçin ber derê mala û şêniyên gund jî hebanên wan bi şekir û şêranî û kakilan dadigirin û zarok bi vê yekê pir kêfxweş dibin.
Ev merasima mezin û dîrokî bi gavên biçûk ya zarokan destpêdike.ev jî tê wê wateyê ku ew zarok dema mezin dibin, zêdetir pêgirî vê merasîmê dibin.
3: Merasima”Kilaw Roçinî”
Berbanga roja cejnê, ciwanên gund sewalên berkêr ji bo qurbanî û berpêyîkirinê dibin mezargeha Pîrê Şalyar û Merasima Kilaw Roçinî bi cî tînin.
Ciwan diqîrin û dibêjin.
“Kilaw Roçinî, Kilaw Roçinî”
Xelkê gund hişyar dikin.
Ev gotara navdar ku ciwan bilêv dikin”Kilaw Roçinî be kor û kinaçî”
Di rastiyê de ev gotar amajeyî bi rojbûna Pîrê Şalyar dike.
Xwedanên malan jî vê yekê bi xêr û başî lê dinêrin û şêranî û mêweyan pêşkêşî ciwanan dikin û ji wan spas dikin.
Wateya Kilaw û Roçin:
Kilaw di zaravayê Hewramî de yanî kum û roçin jî bi wateya Rojin ango kulek e,di banê xaniyên berê de rojin çêdikirin dako hundirê malê ronî bibe,
Ciwanên gund diçin li ser banê malan û kumê xwe li rojinê de dadixin hundirê malê û bi wî awayî xebera destpêkirina cejê bi şêniyên gund re radigihînin û şênî jî şekir û şêranî û mêweyan dixin kurmên wan û bi wî awayî wan spas dikin.
4: Serjêkirina sewalan
Şêniyên gund diçin li ber mezargeha Pîrê Şalyar û ji bo lidarxistina erkên xwe amade dibin.heman erkên ku bavûkalên wan 1000 salan berê niha lidardixistin.
Li gor edetên berê yekem sewal bi destê gurankarê hoza Paşa tê qurbankirin û piştî wê şênî bi alîkariya hevdu sewalên xwe serjê dikin.
Herwiha gurandin û pirtîkirina goştê sewalan jî bi destê hoza Yadigariya pêk tê û di nav beşdarvanan de belav dikin û goştê libermayî jî ji bo biraştinê dibin pêjxaneyê.
Hoza Heme Weyîs jî wekî berê girara merasîmê amade dikin.ew girar bi navê girara “Heloşîn” navdar e.
Hemû bi coş û kelecan in,qey tu dibêjî hema dawet îro ye û ji bo yekem car e tê lidarxistin.
Divê her tişt bidil û rêkûpêk be.
5: Ayîna Sema û serfandina xwarinê
Şêniyên gund û geştiyarên ku ji bo temaşekirina Semayê tên,li cihekî guncav rûdinin û li hêviya Semakirina hewramaniyan in.
Piştî xêlekê koma defjenan ku ji Hoza Şêxan ango Remetiyan in tên pêşberî temaşevanan disekinin û dest bi defjeniyê dikin.
Piştre rûsipî û mezinên Hewramanê mil bi mil û destê xwe dixin destê hevdu û govendê digerînin.ku ew destgirtina wan nîşana yekitî û wekhevîyê ye.
Lîstikvan lingên xwe li gor teql û rîtma awazê bihêdîka pêşve û paşve diavêjin.
Koma defjenan helbest û awazan di pesindariya Mihemmed pêxamberî de dixwînin û govendî jî bi dengekî zîz û bilind Ellah Ellah dibêjin û ew gelheya ku li wir kom dibin noqî Semayê dibin û pê eleqedar dibin.
Temaşevan tu carî vê hevahengî û yekitiyê jibîr nakin.
Roja bê jî bi heman şêweyî ev merasim Semayê dubare dibe.
6: Merasima Şevnîşt/şevbihêrk/Warasan
Her êl û tayfeyek berr û xalîçe û sicadeyên xwe hildidin û diçin ber derê mezargeha Pîrê Şalyar û di cihê ku taybetî rûniştina hoza wan in, radixin.
Di civatê de hinek mamosteyên dînî û zana û rewşenbîr di derbarê pêxember û mezinên Hewramanê û Pîrê Şalyar gotaran pêşkêş dikin û gel bi baldarî guhdariya gotarên wan dikin.
7: Merasima Tirbê
Hefteyekê piştî cejnê, şêniyên gund diçin ser tirba Pîrê Şalyar û miriyên xwe yên li goristanê û bi dua û lavayan û dabeşkirina nanê “Gête Mejge”,kilora Gête Mejge ji ard, kakilê gûzê û biharatên devera Hewramanê tê çêkirin û di nav Hewramiyan de nanekî pîroz e.
Di rastiyê de ev merasim ji sedî sed Kurdewarî ye û li berê da di nav Zerdeştiyan de ev merasim hebûye,lê bi hatina Îslamê hinek guhertin di vê merasîmê de çêbûne.
Merasim li gundê Hewramana Text tê lidarxistin.
Merasima Pîrê Şalyar 3 Sibatê û 4 Gulanê tê lidarxistin.Ew merasima ku di meha gulanê de tê lidarxistin, bi navê Komsay navdar e.
Nivîs:Yaqûb Kurmanc-Rêya Taze

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply