Pîr Şalyar (1006-1098)

Pîr Şalyar yan Pîr Şehriyar ku bi Pîrê Şalyarê Hewramî navdar bû, yek ji pîr û mezinên ola yarsaniyan bû. Navê wî Xudadad kurê Camaspeyî ye. Ew di sala 1006-ê de li Hewramanê ji dayik bû. Ew di xortaniya xwe de çû Loristanê bo cem Şa Xoşênî ku rêberê ola yarsaniyan bû û sê salan li wê derê ma. Ew li ser daxwaza Şaxoşênî vegriyaye Hewramanê û li wê derê bîrûbawerên yarsaniyê belav kirin. Ew di zanistê kelam û mentiqî de bispor bû û di sala 1098-ê de mir. Hinek wî wek rêberê zeredeştiyan yê herî dawiyê yê li Hewramanê bi nav dikin.

Pîr Şalyarî kitêbeka şîretan bi navê »Marîfeto Pîr Şalyar« bi kurdiya goranî li pey xwe hiştiye û ew li cem hewramaniyan pir pîroz e û li wê derê hene dibêjin ku ew ji Qurnê kevnitir e, ji be ku îslam piştî hîngê gihaye Hewramanê. Beyt, bend û şîretên Şalyarî yên di wê kitêbê de hene ji zardevê xelkê hatine wergirtin û nivîsandin. Tama zeredeştiyê di helbestên Pîr Şalyarî de zal e û kurdiya wî ji erebiyê pak e û ev bi dîtina hinekan têt wê wateyê ku hêj di serdemê wî de ola îslamê negihabû devera Hewramanê.

Pîr Şalyar li cem xelkê Hewramanê wek welî û mirovekê xwedî keramet têt nas kirin û goya wî gelek nexweş sax kirine û lal bi ziman xistine. Cejna Pîr Şalyarî li Hewramanê li cem mezarê wî li nîva buharê û li nîva zivistanê, hercarê bi dirêjahiya sê rojan têt kirin.

Çavkanî:
– Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
-Cewad Mifred Kehlan, http://far-hang.blogspot.com/2007/01/blog-post_28.html
– Hewraman û Pîr Şalyar, http://www.xoshawisty.mihanblog.com/post/61
– Foto: tici.blogfa.com
Amadekirin: Sidqî Hirorî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply