Pincarên me yek bi yek in;
Çakindêl û çavbelek in
Çavê kewê û bendik in
Kerxinîq û merbendik in
Kerbeşik û kundirok in
Sersîvok û xatûnok in
Çawîş, çûxik, gangilok in
Sîrim, sitrok û zengilok in
Binê gulê û adirok in
Eynselîtk û dûvhespok in
Kankevîrk û gaperçok in
Nehne, pirpar û pîvok in
Zengilzava û tolik in
Qinêberk û qanqilok in
Cehtirî û hefsîdank in
Nanê çûçê û qûnsork in
Edikza û mismisok in
Pirpizêk û nawirzêk in
Zûlên yektirî û tirşik in
Xerdel, şebreq û tûzik in
Kardû, goriz û kereng in
Porçê pîrê, pîromerg in
Nikula dîko û pûng in
Pincarê spî, zêxindûr in
Ên min hew bûn, lê zede kin
Pincarên xwe ji bîr nekin
Zimanê xwe dewlemend kin
Hemîd çi got, guh lê nekin!
Hemîd Hewrewî -Zazaki.net