Pincarên Kurda û Sûdên Wan

Di kurdî de ji hemû gihayên ku xavî yan jî bi kelandî tên xwarin re pincar tê gotin.

Kereng
Kereng navê gîhakî ye. Kereng li gelek deverên Kurdistanê hene. Di destpêka biharê de şîn dibin. Mirov koka wan dixwe. Pelên wan bi strî ne. Kereng di nav çend hefteyan de qert dibin û êdî nema tên xwarin.
Ji şîrikê kerengan benîşt çêdibe. Berî ku benîştê fabrîkeyan derket, bênîştê kerengan gelek bi navdar bû.
Kereng hem bi xavî tên xwarin hem jî tê kelandin û jê xwrin çê dibe. Qelandina kerengan ya bi hêkan û tirşika kerengan ya bi nokan navdar e.
Di meha adarê de ku mirov li Kurdistanê seferê bike, li ser rêyan mirov pêrgî gelek zarokên temenbiçûk yên kerengfiroş tê. Bi taybetî di navbera Sêwregê û Amedê de, piştî Sêwregi, li herêma Çîyayê Qerejdaxî bi sedan zarok li ser rê kerengan difroşin.

Axbandir:
Gîhakî ta zirav e. Dişibe ben. Hem kok hem jî pelên wî tên xwarin. Beş
ê di bin erdê de, ango koka xwe spî, beşê sererdê kesk e. Beşê nêzî sererdê jî mor e. Cûreyekî axbandirê yê perrfireh jî heye.
Li deştê çêdibe. Li derdora Ruhayê di destpêka Adarê de derdikeve û heta dawiya nîsanê mirov dikara bide hev û bixwe. Mirov ta bi ta ji bin erdê dikşîne. Dişibe ziriyan. Ku erd hişk be berhevkirina axbandir zehmet e. Di destê mirov de diqurmiçe.
Axbandir bi xavî nayê xwarin. Di pîvaz û rûn de tê qelandin û tê xwarin.

Pûng:
Li cihên avî, di ber çeman de, xwe bi xwe çê dibe. Cûreyekî nehne/mynta ye.Hem xavî hem jî bi awayê kelandî tê xwarin. Selete û tirşika pûngê navdar e.

Dêjnik:
Di destpêka biharê de, li deverên çiyayî şîn dibe. Bi xavî tê xwarin.
Kereng, dêjnik, pûng û axbandir, pincarên Kurdistanê yên sereke ne. Ne pêwîst e ku mirov biçîne, xwe bi xwe şîn dibin.

Di destpêka biharê de gelek zarok û jin diçin çolê kereng, dêjnik, pûng û axbandirê berhev dikin û tînin li bajaran difroşin. Bi vê bazirganîya biçûk alîkarîya aborîya malbata xwe dikin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply