Çar heb hevalên pilpilîng bi hev re digeriyan geh li ser gova gulê vediniştin difiriyan geh li ser kulîlka vediniştin; difiriyan û direqisiyan. Rojekî dîsa di seyranê de ar dibînin lê nizanin ku ar çi ye. Dixwazin ku ar nasbikin. Pilpilînga yekem hindikî nêzê ar bûye, dîtiye ku ser, der û dorê wê ronî dike û vegeriya cem hevalan, got: “Ev ar tiştekî ronîker e!”
Pilpilînga duyem qêma wê bi vê agahiyê nebû xwestiye ku zêde bielime. Hindik din nêzê ar bûye, hîs kiriye ku ar wê germ dike û vegeriya, got: “Ev ar di heman demê de tiştekî germker e!”
Pilpilînga sêyem qêma xwe pê neanî hindik din jî nêzê ar bûye, carekî ve ar wê hindik kizirandiye û vegeriyaye, got:
“ Ev ar tiştekî şewatek e!
Pilpilînga dawiyê xwestiye ku ar çi tişte pir nas bike û bielime. Hindik nêz bûye ku wê ronî dike. Hindik din nêz bûye hîskiriye ku germ dibe. Hindik din ber ve ar çûye ku per û baskên wê dikizirîne. Ku hindik din nêz dibe, tavilê dişewute di ar de wenda dibe.
Bi rastî ar çi ye belkî ew zanibû lê veger tunebu ku bigota; çimkî ew di ar de şewutî û wenda bû. Tenê yê ku dişewute zane ku şewat çi ye!
Paşa Amedî-Çandname
Amadekar
(Nivîskarê vê çîrokê ne eşkere ye)