Pilava Kilaşê

Kilaş pêlava kurdî ya kevneşopî û folklorî ye û li gor hin zaniyariyan dîroka hebûna Kilaşê ji hezar salî zêdetir e û yekem cihê ku Kilaş hatiye çêkirin Herêma Hewramanê ye û lêkolîner ji bo îsbatkirina gotinên xwe bermahiyên pêlava Pîrê Şaliyar ku Kilaş bûye wekî govan û şahidê vê angaşt û îdîaya xwe dizanin.
Kilaş bi destê jin û mêrên Kurd tê çêkirin.Bi giştî çêkirina binê Kilaşê karê mêran e û çêkirina ser û dora kilaşan karê jinan e.tiştên sereke ku di çêkirina Kilaşê de tên bikaranîn,çerm ango postê ajalên kedî,rîs û kitan e.
Bi dehan kargeh ji bo çêkirina Kilaşê hatine vekirin û li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Merîwanê ji aliyê Saziya Cîhanî ya Kelepûrên Destî ve weke bajarê gerdûnî yê Kilaşê hatiye destnîşankirin.
Piraniya xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî di şahiyan de Kilaşê pê dikin û bi kar tînin.
Li ba kurdan û geştiyarên biyanî alîgirên vê pêlavê hene û her salê bi hezaran cot Kilaş ji aliyê Kilaşvanan ve tên firotin.
Li gelek deverên Rojhilat kar û şixulê xelkê tenê Kilaşvanî ne û dahata wan ji rêya çêkirin û firotina Kilaşan ve dabîn dibe.
Yek ji taybetmendiyên Kilaşê ew e ku çep û rastê vê pêlavê tineye yanî tu dikarî ya rastê biguherînî û ya çepê pê bikî.
Ji bo ku çep û rastê vê pêlavê çênebe divê çend rojan carekê cihê wan biguherînî.
Kilaş weke pêlava havînê jî tê naskirin.
Ji ber ku hem sivik e û hem jî hênik.Lingê mirov tê de xuh nade û dibe hokar ku dema pêkirina Kilaşê mirov hest bi rihetiyê bike û eger bi mesafeyeke dirêj jî pê bimeşî tu carî aciz nabî û ji bo herêmên çiyayî jî guncav e.
Kilaşa herî resen û esil tenê bi rengê sipî ye lêbelê îro bi gelek rengan tên çêkirin.
Nivîs: Yaqûb Kurmanc

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply