Peyvrêzî

Hevok (riste, cumle, sentence) ji peyvan (kelîmeyan) pêk tên. Di hevokekê de dikare yek, du, sê yan – wek prensîp – bêhejmar peyv hebin:

1)

1a) Çû.

1b) Were malê!

1c) Te kî dît?

1d) Bila ew jî sibê bi te re bên bajarî.

Anku hevok dikare kurt, dirêj yan navînî be. Anku mirov dikare hema-hema bi dûvdilî (keyfî, ixtiyarî, arbitrarily) peyvan li hevokê zêde bike yan jî jê kêm bike. Lê mirov nikare peyvekê li her cihê hevokê zêde bike. Bo nimûne, ev hevokên li jêr li gor kurmanciya giştî xelet in:

– * Malê were!

– * Dît kî te?

– * Te dît kî?

– * Dît te kî?

– * Bajarî sibê bila ew jî bi te re bên.

Gelo çima hevokên wiha di kurmancî de nayên qebûlkirin? Bo çi em dibêjin ku ew xelet in?

Bersiv peyvrêzî ye: hin peyv li cihê xwe yê di hevokê de nehatine danîn lê li cihê hin peyvên din in. Bi gotineka din, di hevokên nimûne de peyv ne di rêz û rista xwe de ne.

Lê gelo ev rêza peyvan di hevokên zimanê me de çi ne? Gelo em ê bikarin wan rêzikan peyda û diyar bikin? Gelo ew rêzik herdem wek hev in yan jî diguherin? Heke biguherin, li gor çi qeyd û bendan diguherin.

Ev nivîsar dê hewl bide bersiva van pirsan bide. Ev vekolîn li ser peyvrêziyê (word order) ye. Anku ev nivîsar li ser rêza peyvan di hevokan de disekine. Berî niha me nivîsarek li ser dengrêziyê nivîsiye ku qeyd û bendên rêzkirina dengan di peyv û kîteyan de vedikole.

Berî ku em xwe bigihînin peyrêziya hevokên temam, dive em ji komikên (frazên) kurttir dest pê bikin. Gelo di komikên ku ji du peyvan pêk tên de rêza peyvan çawa ye? Bo nimûne, çima em dibêjin “birayê min” û ne “*yê min bira” tevî ku, bo nimûne, bi inglîzî mirov dibêje “my brother” (yê min bira). Dîsa em bi kurmancî dibêjin “li malê” lê, bo nimûne, bi tirkî mirov dibêje “evde” (ev: mal, -de: li) anku “mal-li”.

Xwedî û xwedîdar

Di kurmancî de tişt tê berî xwediyê xwe:

– mala min

– dikana Ehmedî

– kitêba Jiyanê

Li vê derê divê ku peyva “xwedîdar” û xwedî fireh bên fehmkirin. Bo nimûne, “hevalê min” nayê wê maneyê ku ez “xwediyê” hevalê xwe me lê ew bi qalibê “dilê min, serê min, mala min” di rêzimanê de tê bikaranîn.

Bi soranî, farisî û erebî jî tişt tê berî xwediyê xwe. Di inglîzî û frensî de berevajî ye anku xwedî li pêş xwedîdar e. Di tirkî de xwedî hem li pêş û hem jî li paş xwedîdar tê diyarkirin:

– “benim ev-im” anku “mala min” peyv-bi-peyv bi kurmancî dibe “ya min mala min”. Lê “benim” ne zerûrî ye. Anku mirov dikare tenê bibêje “evim” jî ku hinge ew jî wek zimanên din yên Rojhilata Navîn dibe “xwedîdar + xwedî”.

Di inglîzî de jî forma “xwedîdar + xwedî” di formên wek “a friend of mine” de heye ku maneya “hevalekê min” dide lê peyv-bi-peyv mirov dikare wek “yek heval ji min” wergerîne.

Raveber û raveker

Di kurmancî de navdêr berî wî rengdêrî tê ku çawaniya navdêrî diyar dike:

– birayê mezin

– xwişka delal

– kitêbên kurdî

Dîsa di soranî, farisî û erebî de jî peyvrêzî div ê nuqteyê de wek kurmancî ye. Di inglîzî û tirkî de berevajî ye anku rengdêr berî navdêrî tê. Di frensî de bi giştî wek kurdî ye lê çend rengdêrên berbelav wek inglîzî û tirkî berî navdêrî tên.

Helbet di kurmancî de hin caran rengdêr berî navdêrî jî tên, wek “xweşmirov, kurteçîrok, ciwamêr”. Lê di haletên wisa de ew rengdêr bûne pişkeka sabit ji peyvê û êdî ew ne komik (fraz) lê peyvên pêkhatî (hevedudanî, compound) ne.

Nîşander û navdêr

Di kurdî de cînavên nîşander (demonstrative pronouns) berî navdêran tên:

– ev kes

– wan hevalan

– wê jinê

Di soranî, farisî, erebî, tirkî, inglîzî û frensî de jî wisa ye.

Hoker û rengdêr

Di kurmancî de hoker (adverb) berî rengdêrê tê:

– gelek baş

– pirr xweş

Di soranî, farisî, tirkî, inglîzî û frensî de jî wiha ye. Lê di erebî de rengdêr berî hokerê tê.

Ji ber ku hoker berî rengdêrê tê û rengdêr jî dikeve pey navdêrê, hoker dikeve navbera navdêrê û rengdêrê:

– hevalekê pirr baş (navdêr + hoker + rengdêr)

Diyarker û navdêr

Di kurmancî de diyarker (determiners) berî navdêran tên:

– piçek avê

– hin kesan

– gelek mirov

Di soranî, farisî, erebî, tirkî, inglîzî û frensî de jî ev qeyd wek ya kurmancî ye.

Hejmar û navdêr

Hejmar bi giştî berî navdêrê tên:

– du kes

– deh malan

– sed kitêb

Di soranî, farisî, erebî, tirkî, inglîzî û frensî de jî ev qeyd wek ya kurmancî ye.

Lê di kurmancî de li cihê hejmara yek, bi piranî paşpirtika “-ek” tê bikaranîn:

– kitêb-ek

– kes-ek-î

– rojname-yek-ê

Anku hejmara “yek” nakeve berî navdêrê lê li dûv wê tê. Di soranî de jî wisa ye lê li cihê “-ek” ya kurmancî, di soranî de forma standard “-êk, -yêk” e. Di erebî de jî hejmara “du” bi paşpirtikekê (-eyn, -ên) tê diyarkirin anku dikeve pey navdêrê.

Di kurmancî, soranî, farisî, tirkî, inglîzî û frensî de pirhejmarî bi xwe (lê ne hejmara deqîq) bi paşpirtikekê tê diyarkirin anku dikeve dawiya navdêrê:

– kurmancî: dar-an (di kurmancî de tenê di formên çemandî / oblîk yên navdêran de berçav e)

– soranî: dar-ekan

– farisî: dirext-an

– tirkî: ağaç-lar

– inglîzî: tree-s

– frensî: arbre-s

Lê di erebî de gelek caran guherîn di navy an heta destpêka peyvê de jî peyda dibe: “şecere” (dar, darek) > “eşcar” (dar, daran).

Daçek û navdêr / cînav

Daçek (adpositions) bi piranî berî navdêran yan cînavan tên:

– ji malê

– li dikanê

– bi kêrê

– bo wî

Di soranî, farisî, erebî, inglîzî û frensî de jî wisa ye. Lê di tirkî de li cihê daçekan rewşên cuda yên navdêr û cînavan bikaranîn û di wan de cudahî li dawiya navdêran/cînavan diyar e:

– ev-de (li malê)

– ev-den (ji malê)

– bıçak-la (bi kêrê: bıçak = kêr)

– o-na (bo wî: o = ew)

Lê di kurdî de ji bilî pêşdaçekan (prepositions) herwiha gelek paşdaçek (postpositions) jî hene. Ew bi piranî di eynî demê de bi pêşdaçekan re tên bikaranîn:

– di kitêbê de

– ji min re

– bi dîwarî ve

– di nav bajarî re

Hin caran jî paşdaçek bêyî pêşdaçekan tên bikaranîn lê di rastiyê de kurtkirina pêşdaçek + paşdaçekan in:

– pêş ve (kurtkirina “ber bi pêş ve”)

– wir de (kurkitina “ber bi wê derê de”)

Gava ku liva ber bi aliyekê yan heta cihekî tê qestkirin, hinge daçek bi piranî bi temamî winda ye:

– [Ez çûm] malê.

Di hin devokan de qalibê “pêşdaçek + paşdaçek” hatiye sivikkirin û tenê paşdaçek maye:

– [di] kitêbê de

– [bi/ji] min re

Hin caran jî, bi taybetî di helbestan de, paşdaçek ji qalibê “di … de” tê avêtin.

Qalibên “pêşdaçek + paşdaçek” û tenê paşdaçek jî di zimanên din jî yên hindûewropî de peyda dibin.

Çend raveker bi hev re

Heke di eynî komikê de li gel navdêrê çend raveker (rengdêr, cînav, nîşander, daçek, hejmar, xwedî…) hebin, hingê peyvrêzî wiha ye:

daçek + cînav + hejmar + navdêr + xwedî + hoker + rengdêr

– ji van du hevalên min yên gelek baş

ji: daçek, van: cînav, du: hejmar, heval: navdêr, -ên min: xwedî, gelek: hoker, baş: rengdêr

Hevokên kirdeyî-berkarî-lêkerî

Yek ji giştîtirîn hevokên kurdî û gelek zimanên din jî, belkî giştîtirîn tîp, hevokên kirdeyî-berkarî-lêkerî ne, wek:

– Min sêvek xwar.

Di hevokê de “min” kirde ye anku ew kes e ku tiştekî dike, “sêv” berkar anku bireser yanî ew tişt e ku tesîr lê dibe û “xwar” jî lêker e anku ew tişt e ku tê/hatiye kirin.

Hevoka “min sêvek xwar” qeyda gist_î ya peyvrêziya kurdî diyar dike: kirde (K) li destpêkê ye, paşî berkar (B) tê û taliyê jî lêker (L). Anku kurdî bi piranî zimanekê KBL e (bi navneteweyî SOV anku subject-object-verb). Mirov dikare gelek nimûneyan bide:

– Ez te dibînim.

– Wê nan peht.

– Ew kitêbekê dinivîse.

Li gor texmînên zimannasan[1], nêzîkî 45 % ji zimanên dinyayê vê peyvrêziya KBL (SOV) wek peyvrêziya xwe ya serekî bi kar tînin. Bo nimûne, farisî, tirkî, latînî, sanskrîtî û japonî vê peyvrêziya wek ya kurdî bi kar tînin. Peyvrêziya din ya pirr berbelav (42 %) kirde-lêker-berkar anku KLB (SOV) e. Bo nimûne inglîzî û piraniya zimanên din yên Ewropayê wê bi kar tînin. Anku li cihê ku em bi kurdî dibêjin ”ez te dibînim”, inglîz dibêjin ”ez dibînim te”. Ji van herdu peyvrêziyên berbelav zêdetir jî peyvrêzî hene ku yek jê LKB ku bi taybetî di zimanên Bakurê Afrîkayê û zimanên keltî de li kar e. Bi wan zimanan mirov dibêje ”dibînim ez te”.

Hevokên kopûlayî (copular) anku risteyên bi lêkera ”bûn”ê ya statîv jî di kurmancî bi vê peyvrêziya KBL ne:

– Ew kurd in.

– Ehmed hevalê min e.
Hevokên bi daçek jî vê peyvrêziyê bi kar tînin:

– Ez ji malê hatim.

– Ew li malê ye.

– Ez ber bi malê ve çûm.

Lê çima “ew diçin malê”?

Lê bi kurmancî xelet e ku mirov bibêje ”*ez malê çûm” tevî ku li gor peyvrêziya KBL divê wisa bûya: ”ez” kirde ye, ”malê” berkara neyekser e yan komika daçekî ye û ”çûm” jî lêker e.

Lê heke di kurmancî de livîna yan guherîna ber bi cihekî yan tiştekî ve bê daçek bê bikaranîn, hingê peyvrêziya me ne KBL ye lê KLB ye:

– Ez çûm malê. (livîna ber bi cihekî ve)

– Ew bû doktor. (guherîna ber bi tiştekî ve. Bide ber ”ew doktor bû” ku rewşeka sabit û statîk diyar dike.)

Lê ev qeyd tenê hingê tê bikaranîn gava ku livîn bê daçek tê isbatkirin. Heke daçek bên bikaranîn, hingê peyvrêzî dîsa KBL ya giştî ye:

– Ez ber bi malê ve çûm. (ez: kirde, ber bi malê ve: berkar, çûm: lêker)

– Ez heta malê çûm (ez: kirde, heta malê: berkar, çûm: lêker)

Lê tenê di livîn yan guherîna ber bi cihekî / tiştekî ve de qalibê KLB mimkin e. Heke daçek veşartî be jî lê livîn tine be yan ”ji” cihekî yan tiştekî be, peyvrêzî dîsa jî KBL ya giştî ye. Di hin devokan de daçekên ”ji, li” veşartî ne lê peyvrêzî her KBL ye:

– ez [li] malê bûm.

– ez [ji] malê hatim.

Berkar û komika daçekî di eynî hevokê de

Gelo mirov dê çawa van herdu hevokan bike yek:

– Min ew dît.

– Min li malê dît.

Mirov dikare wan bi yekê ji van herdu awayan bike hevokek:

1) Min ew li malê dît.

2) Min li malê ew dît.

Ji van herduyan hevoka yekem giştîtir û normaltir e lê hevoka duyem jî mimkin e. Anku mirov dikare qalibê hevokê wiha formûle bike:

kirde + berkar + komika daçekî + lêker (“Min ew li male dît.”)

Lê herwiha ev ev qalib jî mimkin e:

kirde + komika daçekî + berkar + lêker (Min li malê ew dît.)

Lê di vî qalibî de giringî û pûte bi “li malê” hatiye dan, anku tiştê giring ”li malê” ye, ne ”ew” e yan ”dîtin” e yan jî ”min” e.

Herwiha ev qalib jî mimkin e:

– Li malê min ew dît.

Anku qalib ev e:

komika daçekî + kirde + berkar + lêker

Lê di qalibê wiha de giringiyek gelek mezin ji cihê dîtinê (“li malê”) re hatiye dan.

Cihê dem û awayan

Dem di hevokên transitîv (bi lêker) de dikare yekser piştî kirdeyê yan jî piştî berkarê be:

1) Min îro ew dît.

2) Min ew îro dît.

Herwiha awa jî dikare yekser piştî kirdeyê yan jî piştî berkarê be:

3) Min zû ew dît.

4) Min ew zû dît.

Di hevokên KLB de dem û awa berî lêkerê ne:

5) Ez zû çûm malê.

6) Ez îro çûm malê.

Heke dem û awa hevdem di hevokê de hebin, dem berî awayî tê:

7) Ez îro zû çûm malê.

Di hevokên demî û awayî de jî mimkin e ku dem û awa heta bên berî kirdeyî jî:

8) Îro zû min ew dît. (dem + awa + kirde + berkar + lêker)

Hevokên bi lêkerên alîkarên

Lê madem ku qeyda giştî KBL ye, gelo em çima hevokên wiha bi kar tînin:

9) Ez nikarim ji malê derkevim.

10) Ew dixwaze te bibîne.

11) Wan divê seferekê bikin.

Wisa diyar e ku ev hevok ji qalibê KLBL (kirde + lêker + berkar + lêker) pêk hatine.

Di van hevokan de di rastiyê de du hevok hene:

12) [Ez nikarim] [(ez) ji malê derkevim]. (KL + [K]BL)

13) [Ew dixwaze] [(ew) te bibîne]. (KL + [K]BL)

14) Wan divê [(ew) biçin Kurdistanê]. (KL + [K]LB)

Anku di nav cothevokan de hevoka yekem KL ye û ya duyem jî KBL ye. Lê avêtina kirdeyî ji hevoka duyem zerûrî ye. Heke livîna ber bi cihekî hebe û daçek veşartî be (tine be), hingê helbet cothevok ji hevokeka KL pêk hatiye û ji hevokeka din ya KLB:

15) [Wan divê] [(ew) biçin Kurdistanê].

Di hevokên dema bêt de jî ”ê” ya nîşana dema niha (li gor devokan ”dê, wê, yê”) yekser dide pey kirdeyê, wek lêkerên alîkar (karîn, xwastin, viyan…). Di rastiyê de ew ”ê” bi xwe jî eslen lêkereka alîkar e, ji ”divê” ye (”divê / diwê > dê / wê > ê”,bide ber inglîzî ”will: viyan, xwastin, îrade > nîşana dema niha”) û li gor kesan naçeme:

16) ez ê ji malê derkevim. (KL + [K]BL)

17) Tu ê wî bibînî. (KL + [K]BL)

18) Em ê biçin malê. (KL + [K]LB)

Lêkera ”divê” tê destpêka cothevokan û bi xwe bi tenê hevoka yekem pêk tîne:

19) [Divê] (ku) [ez ji malê derkevim.]

20) [Divê] (ku) [tu wî bibînî.]

21) [Divê] (ku) [em seferekê bikin.]

Hevokên bi ”bila” jî wek yên bi ”divê” li kar in:

22) Bila ew ji malê derkeve.

23) Bila ew te bibîne.

24) Bila wan seferek kiribûya.

Lê hem ”bila” û hem jî (adeten kêmtir) ”divê” jî dikarin cihê xwe biguherînin jî:

25) Ew bila ji malê derkeve.

26) Ez divê ji malê derkevim.

Lê ne bi serbestî:

27) ? Ew ji malê bila derkeve. (Nîşana pirsyarkî ? li pêşiya hevokê dikare dike ku belkî hevok mimkin be lê hema-hema nayê bikaranîn.)

28) ? Ez ji malê divê derkevim.

29) * Ez ji malê derkevim divê. (Stêrka * li pêşiya hevokê diyar dike ku ev qalib ne mimkin e.)

30) * Ew ji malê derkeve bila.

Cihê peyvikên pirsyarkî û bersivên wan

Ji peyvên pirsyarkî ”gelo, ma” bi piranî li destpêka hevokê ne. Lê carinan ew dikarin (kêmtir adeten) li hin derên din jî bin:

31) Gelo ew kî ye?

32) Ma tu mastî naxwî?

33) ? Ew gelo kî ye?

34) ? Tu ma mastî naxwî?

35) ? Tu mastî ma naxwî?

36) ? Tu mastî naxwî ma?

37) ? Ew kî ye gelo?

38) * Ew kî gelo ye?

Hemû peyvikên din jî yên pirsyarkî dikarin li destpêka hevokê bin lê bi du şertan:

1) peyvika pirsyarkî ne berkara yekser ya lêkerê be

2) hevok ne kopûlayî be anku lêkera hevokê ya serekî ne formek ji lêkera ”bûn”ê ya statîv be:

Peyvika pirsyarkî li destpêka hevokê:

39) Kengî tu ê bikî?

40) Çawa te ew nas kir?

41) Çima hûn karê xwe nakin?

42) Çend kes hatin wê derê?

Lê wiha nabe:

43) * Çi te kir? (ji ber ku ”çi” berkara hevokê ye.)

44) * Çawa tu yî? (ji ber ku hevok kopûlayî ye.)

Mirov peyva pirsyarkî gelek caran di haletên mimkin de yekser tîne destpêka hevokê daku guhdar / xwendekar ji serî ve bizane ku tiştek tê pirsîn, divê ew lê hişyar be û bikare bersiva pirsê bide. Lê peyvika pirsyarkî dikare dikare herwiha li wî cihî be yê ku bersiva wê pirsê dê lê be eger hevok ne pirsyarkî lê ragihînerkî (declarative) be. Kerem bikin em hevokeka ragihînerkî bikin çend hevokên pirsyarkî (interrogative). Em ê di her hevoka pirsyarkî de peyvika pirsyarkî qelew bikin:

Ragihînerkî: Azadî îro xwarin bo Jiyanê çêkir.

Hevokên pirsyarkî ji hevoka jor ya ragihînerkî:

45) Kê îro xwarin bo Jiyanê çêkir?

46) Azadî kengî xwarin bo Jiyanê çêkir?

47) Azadî îro çi bo Jiyanê çêkir?

48) Azadî îro xwarin bo kê çêkir?

49) Azadî îro bo Jiyanê çi kir?

Wek ku em dibînin, peyva pirsyarkî di hevokê de dikare tam li wê derê be ku bersiv jî lê ye. Lê mirov dikare bo giringî- û pûtepêdana pirsê û baştir balkişandinê, peyvika pirsyarkî neqlî destpêkê bike heke peyva pirsyarkî kirde yan dem yan awa be lê ne berkar be û hevok jî ne kopûlayî be. Dîsa stêrk * li destpêka hevokê diyar dike ku hevokeka wisa ne mimkin e. Nîşana pirsyarkî ? jî diyar dike ku bi teorîkî hevok mimkin e lê adeten nayê bikaranîn:

50) Kê îro xwarin bo Jiyanê çêkir?

51) Kengî Azadî xwarin bo Jiyanê çêkir?

52) * Çi Azadî îro bo Jiyanê çêkir?

53) ? Bo kê Azadî îro xwarin çêkir?

54) * Çi Azadî îro bo Jiyanê kir?

Neyînîkirina lêkera ”bûn” ya statîv

Di kurdî de adeten neyînîkirin bi pêşpirtika ”ne-, na-, ni-, me-” bi lêkerê ve tê girêdan û dibe beşek ji lêkerê. Loma ew tesîrê li peyrêziyê nake:

55) Min birinc xwar > Min birinc nexwar.

56) Te ez dîtim > Te ez nedîtim.

Lê neyînîkirina formên cuda yên lêkera ”bûn”ê ya statîv bi peyvika ”ne” ya serbixwe tê diyarkirin. Tesîrê li peyvrêziyê dike. Di rewşa normal de ew dikeve navbera kirde û berkarê:

57) Ez li malê me > Ez ne li malê me.

58) Ew doktor e > ew ne doktor e.

Lê carinan cihê wê dikare dereka din jî be:

59) Ne ez li malê me. (Lê kesekê din li malê ye.)

60) Ne ew kurd e. (Lê kesekê din doktor e.)

Avêtina kirde û berkarê

Di kurmancî de ne hewce ye ku mirov illeh kirdeyê bibêje heke kirde bi lêkerê diyar be:

61) (ez) te dibînim.

62) (ez) çûm.

63) (em / hûn / ew) çûn (tevî ku paşpirtika van her sê cînavan eynî ye jî lê heke ji kontekstê diyar be ka mebest jê ”em”, ”hûn” yan ”ew” e.)

64) (ew) çû (tevî ku paşpirtika kesî veşartî ye yan nîne jî.)

Di hevokên transitîv de di demên borî de lêker ne kirdeyê lê berkarê diyar dike. Mirov bi paşpirtika kesî ya bi lêkerê ve pê dihese ka berkar kî ye. Lê dîsa jî avêtina berkarê ji hevokê ne asayî û normal e (dîsa nîşana pirsyarkî diyar dike ku hevok wek prensîp mimkin e lê kêm tê bikaranîn yan nayê bikaranîn):

65) ? wî (ez) dîtim.

66) ? min (tu) dîtî.

Husein Muhammed 2014

[1] Russel S.Tomlin: Basic word order, 1986, London, Croom Helm.

Derbar Husein Muhammed

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply