Peyvên Tiryakî -3- Cenap Şehabettîn

Aqil, ne bi sala ye, bi fikra ye. Lêbelê êqil, sal tînin serî mirov.

Ê ku naxwazin bixapin, tu aqil nikarin bixapînin.

Tevgerê me yê herî mafdar; nazikîye.

Pir-hindik herkes qeşmerê xwe ye.

Esaleta herî mezin, giredayiya fikrên bilind e.

Serê hîkmetê, tirsa Xwedê, dawîya hîkmetê, tirsa mirovan e.

Devê bêdiran, ha maç kiriye, ha gez kiriye.

Ji azadbûnê xweştîr bindestiyek heye; EVÎN…

Mirov, ne bitenê dostên xwe, divê bi dijminên xwe ji kanibe iftixar bike.

Wisa bawer dikim ku, mirov, bi jiyana bav û kalên xwe, ne gemarî dibe, ne jî dixemile.

Gelek caran, paşiyê peyvên kûr, bêdengî dest pê dike…

Çavên ku felaket nikaribe veke, mehkumin ku kor bimînin.

Mirovê ku sînorê hêzê xwe nizane, hêzê wî mirovî bawer neke.

Mirovên jîr, ji sêrê de hetta linga çav û guhi ne.

Ê ku di jiyana xwe de dengê xwe nehatî bihîstin, Vefatê xwe jî bêdeng in.

Bitenê zarokên biçûk, dikarin bitemamî bextewar biwin.

Hînek qirînê bêdeng hene ku, bitenê Xwedê dibihîse.

Yê ku çiraya xwe bi rojê amade nekiribe, bi tariya şevê qaîl e.

Hînek ji pûta re evditî dikin, hînek jî wan pûta didin ber kevira.

Her civak, ji wêjeyê ku layiqêye hez dike.

Zanistî, ol, ehlaq, berjewendî : Mirovê va çar tişt bihevra kesayetîyê wî de hebe, ez jê pir ditirsim.

Qenciyê, bitenê qenc fehm dikin; xerabiyê herkes.

Ê ku herkesî heqdar dike, tu cara neheq dernakeve.

Tu sondan bawer nekirin, ji bawer kirina her sondê çêtir e.

Muzîk, dengê qirîna hestan e.

Ji bo gelek mirovan ‘Gerdûn’, gund an jî bajarê ku em têde dijîne.

Gel wek zarokane, tim teqereqê dixwaze; şahîyê bi teqereq, şînê bi teqereq û rêveberiya bi teqereq hez dike…

Derewên ku bi navê ehlêq tên kirin, derewên herî rezîlin.

Wext, ji bo xebatkaran neqd e, ji bo zexelan mesref e.

Nivîskarên ku bi nivîsên xwe, fikrê mirov bilind nakin, bitenê katib in.

Ferqa me û pilingan; goştê ku ew bi pençê xwe distîne, em bi perê xwe ji goştfiroşan distînin.

Di rêya jiyanê de tiştê ku me diwestîne; Ne dûrayîya rêye, kevintiya qonderê me ye.

Mirovên biaqil, ji tecrubeyê xelkê, derdê xwe re dermên çêdikin.

Tirs, pir cara xwe sûretê hurmetê de vedişêre.

Ne bitenê ê ku vala disekinin, ê ku karê vala dikin jî zexelin.

Siya ronahiyê tune. Lê ku ronahî tune be, sî jî ne dibû.

Hez bike, lê bila hezkirina te kesî neêşîne.

Tiştên evinê, ê herî xweş; hêviya pêşîyê û bîranîna paşiyê ye.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply