Peyvên “Sînor” û “Hed/Hudûd”

Peyva “sînor” îhtîmaleka mezin koka xwe yûnankî ye, “hed” jî -dîsa îhtîmalen- erebkî ye.
Her du jî bi eynî manayê di hemî dîyalektên kurdî de her ji qedîmî ve hene.
Peyva “sînor” di manaya şênber de jî di manaya razber de jî tê manaya ew xêza xeyalî ku cihekî/derekî yan jî tiştekî ji cihên/derên yan jî tiştên din vediqetîne.
Di manaya “sînor” de peyva “hed” jî tê bikaranîn lê piranî bi awayê xwe yê pirhejmar wekî “hudûd” tê bikaranîn.
Di nav kurdan de peyva “hed” di gelek îdyoman/biwêjan de heye. Mesela, wekî “hedê xwe zanîn/nezanîn”, “hedê [yekî] pê dayîn zanîn”.
Kurd ji bo peyva sînor dengê xwe nakin lê dibêjin peyva hed/hudûd erebkî ye, em ji nav kurdî derxin.
Ez dibêjim tu zerareka peyvên ku ketine nav zimanê me ji zimanê me re tune ye, tu zerareka bikaranîna wan jî tune ye.
Lê madem em peyvên ku bi eslê xwe kurdî nînin di nav zimanê xwe de naxwazin, hingê divê em hemî peyvên biyanî tesbît bikin û derxin biavêjin, ca hela çi dibe!

Roşan Lezgîn

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply