Peyvên “EN” – “END” – “ENDER”

EN – END – ENDER
En hem weku peyv û hem jî weku amraz tê wateya “nav, nax, dixul, tê, têketin û hendur”ê. Peyv û amraza “En”ê weku “End”ê jî heman e, lê zêdetir her weku “En”ê tê kêzbûn û peyveke Kurdîya navîn ango Pehlewanî ye, helbet kirok û reha wê vedigere heta Sumeriyan jî, lê di zimanê Pehlewanî de zêde şênber û berçav e. Her ew “En” e ku weku “in”ê di înglîzî de kara ye û di fransî de jî her “En” e û helbet di zimanên din ên ewropî de jî heye hin caran bi hin guhertinên sade û nêz. Di Kurdîya nuha de weku peyv û daçek nemaye, lê weku pêşgir û amraz di gelek peyvan de maye û gelek şênber û berçav e. Bo zêdetir şîkar û şîraveya wê, em ê çend mînakên zîndî yên di zimanê Kurdî de binivîsin weku:
Ender: ango têketina nav û jor, lê bi taybet di zarê Kurmancî de hin guhertin bi ser vê peyvê de hatiye weku: “ender, hender, hendur û hin caran jî weku hundir yan jî hindur”ê, lê eger em binêrin li gorî herêm û devokan dengê “E”yê dibe “U yan jî I”yê ku duristiya wê her “ender”a Pehlewanî ye. Lê eger em berê xwe bidin zimanê înglîzî, dibînin peyva “ender”ê weku xwe maye terr û taze, tenê dengê “D”ê bûye “T”ê ango “ender bûye enter”, helbet li gorî dem û derên wateyan hin guhertinan bi ser wê de tê di zimanê înglîzî de.
Enbar: cihê ku bar û xorak û erzaqan têde tê hilgirtin ango mexzen.
Engust: “gust” tê wateya “tilî û paç”ê, engust ango helqeyên jin yan jî mêr dixin gust û tiliyên xwe.
Enban: ji cihên text û rast di nav û jor de, peyva “enban”ê mirov dikare ji bo gelek wateyan wê kêz bike.
Enbane: ji walîz biçûktir û ji çente mezintir, kevin rêwî yan jî şivan b xwe re hildidan û pêwîstiyên xwe dikir nav.
Engore: piştî niva şevê dem û şev dikeve nava engoreyê, ango kûrahiya şevê.
Encam: kom û cema hemûyan di nav yek de ango di nav hev de.
Enwa: herî jor, biniya binî.
Enar: henar, hinar.
Encîr: di Soranî û Kelhûrî de bûye “hencîr” lê di Kurmancî de dengê ew “C”ê bûye “J”ê, ango “hencîr bûye hejîr”.
Engûr: “gûr” reha lêkera “gûrandin”ê ye ango “şêlandin û be’icandin”ê, “engûr” ji pajên wê şêlandin û be’icandinê re tê gotin.
engûtk: hevîrên şêlandî û paj paj kirina wê bo nên.
Enwer: di nava mijarekê de lê xwedî derketin, jê nerevîn, xwe têde berpirsyar dîtin.
Enber: tê wateya xistine pêş çavan, eşkere kirin, pen nekirin ango veneşartin.
Enc: tê wateya di nav de mayin, têde mayin, têde bi cih bûn, têde, di nav de.
Enî: kevin weku “Endî”yê jî hatiye kêzkirin, ango navend û navbera her du birû û çavan, di Soranî de dibêjin: “nawçawan yan jî nêwçawan” ango ençavan û navçavanê.
Endaz: tê wateya “matematîk, pîvan, nexşandin, rêkûpêk çêkirin, durist, qiyas” û yd.. Helbet her ew peyva “endaz”ê ye ku ketiye zimanê erebî û weku “hendez, hendes, hendese”yê tê kêzkirin, di Kurdî de bi gelek awayî “endaz” hatiye kêzandin weku:
endaze: sayiz, qiyas
randaz: computer
endazesaz-î: fîzîk û fîzyolojî yan jî di bingeh de her tişt temam saz bûyî.
Û yd…
Endam: tiştek di nav çend tiştên din de.
Engar: —
Enîşe: —-
Endez: heman endaz e.
Enderz : rênumayî kirin, rê nîşandan, ders dayin, jêre rê nîşandan.
Enbaz/ têde lîstin û jê zanîn.
Û yd…
Evana pajek bûn ji sedn peyvên din di zimanê îroyina Kurdî de. Peyv û amraza “En”ê dikare xizmeteke mezin û roleke mezin bibîne di zimanê Kurdî ya îroyin de û bi sedan û hezaran kodên wate û peyvan jî ji me re veke û bibe bingeha sedan û hezaran peyvên nûjen û pêwîst. Hêvîdar im kesên dilsoz û ewên serê xwe bi zimên diêşînin, sûd ji vê gewherê bibînin û enwer bin ango lê xwe derkevin.
Têbînî:
1- Her sê peyvên “Encam û Endam a Kurdî & End a Înglîzî”yê yek kok û mebest in lê di dem û derên cuda de.
2- Hendur, hundir, hunder û hinder di rastiya xwe de “ender”a Pehlewanî ye û eger bikarin her “ender”a rast û durist kêz bikin baştir e, neku peyva ku hatiye têbirin û xera bûyin.
Qendîl Şeyxbizînî
25.12.2020/Hewlêr

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply