Di Romana Şivanê Kurmanca de Peyvên Dubarekirî

Dema min çend rûpelê pêşî ên Şivanê Kurmanca (Lîs, 2009) xwend, pirbûna peyvêd dubarekirî bala min kişand. Her pê de çûm min binê wan xêz kir û hejmareke ecêp derket holê.

Min çend romanên di roja me de jî hatine nivîsandin jî xwend, hejmara dubarekirinan hinde zêde nebûn. Hinek li ser vê fikirîm. Gelo ji bo çi nehe hinde zêde dubarekirin di berheman de çinîne ?

Ez vê hinek bi qada jiyana kurdan ve girê didim, bi şêweya jiyana wan ve. Sed sal berê jî û heta salên heştê jî, piraniya kurdan li gund û bajarokên piçûk dijîyan. Çandeke bajarîbûnê ya serkeftî nerûniştibû. Kurdên li gundan dijiyan di nav xwezayê de bûn. Hin dubarekirin jî ji bûyerên xwezayî tên û ev jî bi rehetî dikete nav zimanê wan. Sedemeke dî jî, belavbûna perwerdeya kurdî ye. Bi perwerdeyê re zimaneke wekhev derket holê û tenê çend dubarekirin derketin pêş. Ku mirov pirtûkên perwerdeyê bigre pêşiya xwe ji 10 heb peyvên dubarekirî yên zêde tên bikaranîn tiştek dî nabîne. Ew jî dibe sedem peyvêd dubarekirî di nava jiyan û nivîsê de kêm bibin.

Mixabin min xebateke berfireh ya li ser vê mijarê peyda nekir, bêyî xebata Husein Muhammed ya bi navê “Peyvsazî bi Dubarekirinê” (Kovara Kanîzar, Hejmar: 3) de hatî weşandin. Di vê nivîsê de kategorî û pênasêyên Husein Muhammed hatine bikaranîn.

(https://zimannas.wordpress.com/2016/01/16/peyvsazi-bi-dubarekirine1/)

Romana Şivanê Kurmanca ji aliyê Erebê Şemo ve di sala 1935an de hetiye nivisîn. Ev berhem romana yekem a kurdî ye.

Di romanê de Erebê Şemo jiyana xwe ya bi şivantî, leşkerî derbas kirî vedibêje. Vê vegotinê bi zimanekî bingeha xwe ji çanda devkî digre vedibêje. Jiyana gund li zimanê wî tesîr dike û vegotin dibe uslubeke pastoralî. Ev pastoralî bi xwe re jî, ji bo vegotinê xweştir bike peyvên dubarekirî tîne. Ev peyvene zêdetir ji bûyerên xwezayî çêbûne.

Di vê lêkolînê de peyvên dubarekirî yên di pirtûka Şivanê Kurmanca de hatiye peyda kirin û ji aliyê wateyê ve hatine tasnîf kirin. Ji bo her kategoriyê jî mînak bi hejmara rûpelê ve hatine dayîn. Dest li rastnivîsa hevokan nehatî dayîn.

Hemû peyvên dubarekirî di dawiya nivîsê de dê wekê lîste bê rêzkirin ji bilî wê mînakên ser pênaseyên Husein Muhammed jî ji romana Şivanê Kurmanca hatiye vegirtin.

   PEYVÊN DUBAREKİRΠ

Ku mirov vegotina xwe xweştir, bihêztir û xurttir bike; hemwate, nêzîwate û dijîwateyên peyvan yan jî peyvên telafuzên wan dişibe hev tê bikaranîn. Ev cûre peyv, peyvên dubarekirî ne.

*Dudokirin, dubare, ducarî seyîfandin, dugisnî.( Ferhenga Kurdî-Tirkî, Enstîtuya Kurd ya Stenbolê, 2010)

*Tekrarî(farsî), reduplication(ingilizî), ikileme (tirkî)

1)Dubarekirina temam

Di dubarekirina temam anku kamil (full reduplication) de peyva serekî bi temamî tê dubarekirin. Di kurdî de dubarekirina temam dikare xwerû be (pure), binavber be (medial) yan jî bidûvik be (final).

Dubarekirina temam a xwerû (pure full reduplication): Peyva bingehîn tê dubarekirin lê ti tiştekî din lê zêde nabe. Loma peyv xwerû ye û xwerû dimîne.

bere-bere: gav bi gav, berre. (Bere-bere ez jî îdî hînî wî sifetî bûm. r. 87)

2) Dubarekirina temam a binavbir (medial full reduplication):

Peyva bingehîn tê dubarekirin lê herwiha tiştek dikeve navbera peyva dubarekirî jî. Ev “navbirk” dikare pirtikeke girêdayî yan jî peyvikeke serbixwe be.

*pirtikeke girêdayî: nalenal ( Nalenala birîndara bû. r.122)

*pirtikeke serbixwe: roj bi roj ( Çimku roj bi roj av ji berfê dixwe. r. 90)

 o : Di navbera çend peyvên dubarekirî de navbirka “o” yan “û” heye. Gelek caran di nivîsên kurdî de bêbiryarî heye ka peyvên wisa bi kîjan ji wan herdu navbirkan bên nivîsîn.

nanoziko: bi bedeleke gelek erzan xebitîn. ( Ez razî bûm, wekî min nanoziko bigrin, çimku ew heqê bavê min distand têra me nedikir. r.74)

soromor: ji ber eşkerebûna razekê yan jî ji ber tawanekê fedî kirin, bi şermê ketin. ( Ez soromoro dibûm, şermbûnê lap ez hevekî kûvî kirim. r.80)

Dubarekirina temam a bidûvik (final full reduplication): Peyva bingehîn tê dubarekirin û paşpirtikek dikeve dawiya peyvê. Berevajî navbirkê, dûvik her dem bi paşgir e anku bi peyvê ve girêdayî ye.

– an Li gorêyê Husein Muhamed ev paşgir tenê di peyva “carcaran” de heye, ev di romanê de jî wese ya.

Carcaran: carinan, hinde caran, kêm caran. (Paşê rojêd hewa xweş bûn, carcaran îzna min didan ez wan ra diçûme ber pêz. r.56)

Dubarekirina pişkî (partial reduplication)

Dubarekirina pişkî anku beşî ji vê diyardeyê re tê gotin ku tê de ne hemû peyv lê tenê pişkek anku beşek jê dubera dibe

Hûr-mûr: Tiştên piçûk (xanimê temî dabûne mêrê xwe, wekî jê ra hûr-mûr bikire. r. 80)

* Hin caran herdu peyv bi nirxê xwe wek hev in, mirov nikare bibêje ka kîjan peyva bingehîn e û kîjan jî tenê dubarekirina wê ye:

şilî-şilope: Ji baranê re şilî tê gotin, ji tevlihevbûna berf û baranê re jî şilope tê gotin. (Ew jî ne ber şilî-şilopê, baranê teyrokê; ne jî bêjî gura xwar, diza bir. r. 86, )

mêşûmor: Mêş û ajalên din ên wek wan. (Vira ne germ e, mîna deşta êşûmor heywên qe naêşîne. r. 96)

*Dubarekirina pişkî dikare xwerû yan jî binavbirk be. Du dubarekirina pişkî ya xwerû de ti peyvik an pirtik nakevin navbera peyva serekî û peyva bi pişkî dubarekirî:

hêdî-hêdî: Bi hêdîka, giran giran, bere bere. (Em hêdî-hêdî pey pêz ra bin baran kaş dibûn, diçûn. r. 101)

Xwe-xwe: Xwe bi xwe. (Ew lîstikê zara wana xwe xwe anî, da min, niha jî dibên: te dizîye. r. 83)

Pişka duyem ji peyveke serbixwe

Beşa duyem dikare ji peyveke serbixwe ya ji xwe heyî pêk bê. Dubarekirin di vî haletî de tenê bi hindê ye ku beşek ji peyva duyem bi dengê xwe wek beşa yekem e. Wekhevî dikare li destpêkê yan jî li dawiyê be:

Wekhevî li destpêkê:

Morî-mircan: xişir, ristik. (Morî-mircanê stûyê wanda meriv heyran hijmekar bû lê binêhiriya. r.100)

Wekhevî li dawiyê:

Silav-kilav: (Cînarê me bihîstin, hatin, dora min tijî bûn silav-kilav dane min. r. 176)

Pişka duyem ji veguhastina bi M

Beşa duyem dikare dubarekirina pişka yekem be lê di beşa duyem de konsonanta pêşîn a peyvê bi M hatiye veguhastin:

hûr-mûr (Wexta em gihîştine mala wan, min hûr-mûr danî ez vegerîm. r. 162)

Dubarekirina bi hevwateyan

Di kurdî û gelek zimanên din de jî hin tişt bi du peyvên hevwate (hevmane) anku sînonîm tên dubarekirin. Hin caran yek ji van peyvan (bi texmîna bikarînerên wan) xwemalî ye û ya din jî ji erebî yan ji tirkî hatiye wergirtin:

Kal-extiyar: (Min dê û bavê xwe belengaz, kal-extiyar hiştim. r. 165)

Çek-silhav: (Qazax bi çek-silhava berî nava pala da, paledane kutanê du sê heb jê girtin. r. 145)

rût-tazî: (Li wêderê ez rût-tazî kirim, kincên min nihêrîn. r. 149)

* Carinan herdu peyv ne bi temamî hevwate ne û ji aliyê dengnasî ve jî ne dubarekirin in lê bi maneya xwe ya nêzîk heman tiştî dubare dikin û giraniyê didinê:

kêf-henek: (A wa hevra metelok digotin, kêf-henek dikirin, diçûn. r. 182)

Toz-duman: (Toz-duman ji erdê quloz dibû. r. 19)

Dubarekirina bi dijwateyan

Ji bilî dubarekirina bi hevwateyan, di kurdî de peyvsazî herwiha dubarekirina bi dijwateyan anku antonîman jî mimkin e. Dubarekirina dijwateyan dikare ji du peyvên serbixwe yên dijî hev pêk hatibe (bo nimûne ji du rengdêran) yan jî ji forma erênî û forma neyînî ya heman lêkerê bin:

kir-nekir: (Wana du sê cara hicûm kir, wekî bêne hewara merîyêd xwe, kir-nekir qerewîlêd merê nedana wana. r. 170)

Çend mînak ji helbestvanan:

Ji du zilfan hey hey / ji du xalan wey wey / derdmend e Batey / tar û mar im ho (Derd û dax im, Mela Huseynê Batayî)

Re’y û tekbîr mî xilas bûn / zûlf û cogan çep û rast bûn / gilî û gazin hêqiyas bûn / ay dilê min ay dilo… (Ay Dilê Min Ay Dilo, Feqiyê Teyran)

Bejna yarê bê nav çavê / Me dît ji tawê dûrê tawê / dirêt ji hêsra têya avê / Ax dikir wê gavê / bona bêjn û bala lavlavê / çavreşê, egrîcexawê. (Xwezila Min Bi Par, Ewdila Goran)

Sef sef dimeşîne koh û deştan / ref ref dixûşîne seyr û geştan (Bi derketina şehriyane bi deştê ji bo sersal û geştê, Ahmedê Xanî)

Huş be! ji wan sîng û berên metropolên biyanan meke behs. (Qesîdeyek Ji Bo Bîra te, Yehya Omerî)

Di romana Şivanê Kurmanca de, bi tevahî di 145 rûpelan de 120 cûre  û 293 peyvên dubarekirî hatiye peyda kirin.

Peyvên dubarekirî: Hejmara wan: Peyvên dubarekirî: Hejmara wan:
Sibê-şebeqê 12 Xerc-xerac 1
Kûre-kûr 3 Tût-rût 1
Niçe-niç 1 Zêwe-zêw 1
Bille-bill 1 Zore-zor 2
Çi-çi 1 Tûr-têl 1
Car-caran 2 Kêf-henek 1
Du-sê 15 Kute-kut 2
Sibe-sibe 1 Pêra pêra 1
Gol-genî 1 Serê serî 1
Yek-du 1 Gure-gur 1
Bere-bere 19 Toz-duman 1
Xwe-xwa 19           Xirme-xirm 1
Kesîb-kusîbed 1 Çivte-çivt 1
Pênc-şeş 2 Silav-kilav 1
çarneçarî 1 Teko-teko 1
Lûbe-lûb 2 Axe-ax 3
Haco-haco 1 Qîre-qîr 1
Tele-tel 2 Zare-zar 1
Pirte-pirt 1 Şinge-şing 1
Dest-pê 6 Kir-nekir 1
Lê-lê 1 Sehetek-sehetnîv 1
Hace-hac 1 Xepe-xep 1
Kêle-kêle 1 Qeza-nehiya 1
nanoziko 1 Kal-extiyar 1
Piste-pist 5           Reve-rev 1
Wîalî-wîalî 4 Firxe-firx 1
Kesîb-kusîb 1 Xirabî-dizî 1
Zîv-zêr 1 Xwe-xwetî 1
Saxe-sax 1 Çûn-hatin 7
Hûr-mûr 13 Heyran-hijmekar 1
Soro-moro 2 Reve-rev 1
Ringe-ring 3 Kajî-vajî 1
Pirs-pirsiyar 2 Huyî-huyî 1
Sê-çar 6 Rût-tazî 2
Şilî-şilope 3 Ker-lal 1
Yeko-yeko 15 Çek-silhav 1
Cûre-cûre 7 Mehekê-mehnîvekê 1
Leze-lez 1 Çeqe-çeq 1
zûzûka 1 Deh-panzde 2
Roj bi roj 7 Xulle-xulle 1
Qalme-qalm 1 Xal-xalî 1
Başqe başqe 1 Qîz-bûk 1
Mêş-mor 3 Ente-ent 1
Gilî-gotin 4 Zêre-zêr 1
Reng-rengî 2 Gor bi gorê 1
Qal-çîçek 1 Panzde-bîst 1
Xinge-xing 1 Soldat-esker 1
Reqe-req 3 Kere-ker 3
Hîre-hîr 1 Nale-nal 4
Çêre-çêre 1 Teqe-teq 1
Şar-şimaqî 1 Sur-serma 2
Morî-mircan 1 Qare-qar 2
Eşq-şayî 1 Qaje-qaj 1
Kale-kal 1 Qeyde-qanûn 1
Hêdî-hêdî 3 Qewil-qiriyar 1
Tev-hev 2 Dar bi dar 1
Çar-pênc 2 Şevê û rojê 1
Saxe-sax 1 Dev-diran 1
Şev-ro 3 Çeqa-çeqa 1

Kulîlk Elîkake-Kovara Kanîzar- hejmar:15

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply