Peyva “key”ê yek ji peyvên Kurdîya navîn ango Pehlewanî ye, di dirêjahiya hezaran salê xwe de hê kara û kana ye. Peyva “Key”ê tê wateya “serdar, serok, xawendkar, herî bilind, a jor û kesê yekem”ê. Ji ber bêkesî û bênaziyê ev peyv jî weku hezaran peyvên din di kenarê de maye û nehatiye îstîsmar kirin û roldar kirin, lê di zimanê civakê û kûnc û gundên nava van çiyayên Kurdsitanê her çawa be xwe parastiye û şênber kiriye. Helbet zimanên derdor jî kêm zêde sûd ji peyva “key”ê wergirtine weku dhan hezar peyvên din. bo zêdetir berçavronî û şîkariya peyvê, em ê çend nimûneyan dîşan bikin:
key: şah, mezin, serok, serdar, kesê yekem û herî ser.
Keyal: bi erebî “îmlaq” ango kesê teje û mezin di her warî de be.
Keyij: sîfeta meziniyê
Keyû: malbat yan jî esaleta mezinî û necîbiyetê.
Keyser: serdar, şah, kesê her ser û her jor. Di erebî de ew peyv weku “qeyser”ê tê daskirin û telefuzkirin. Peyva “Qeyserî”ê jî heman “Keyserî”yê ye.
Keyer: malbatên necîb û mezin, mezinzade û necîbzade (di Kurdîya kevin de peyva “er”ê tê wateya “necîb û necîbiyet”a erebiyê)
Keyhûsrew, keyxûsrew, keykisar: sêyemîn şah û keyê împratoriya Medyaya Kurdî û rûnînerê împratoriya Asûriyan.
Keybanû: şahbanû, xatûna herî mezin û xwedan meqam û paye.
Keykevat, Keykûbad: navê şahaneya kevnar
Keymeqam: “key+meqam” ango serok û mezinê bajarekî îdarîyê, di erebî de ew peyv weku “qeymeqam” hate daskirin û telefuzkirin ango keymaqam jî bûye qeymeqam weku “keyser bûye qeyser”ê watel: dengê “K bûye Q”ê ku ev jî di erebî de heye.
Keyan: zîncîre û sîlsîleya malbata şahaneyî û serdaran.
Keywan: navê stêrekî ye
Keyûr: bi erebî walî, serok û mezinê bajarên mezin û elayetê. Peyva “ûr”ê peyveke Kurdîya kevin ango Sumerî ye ku tê wateya bajarê mezin û elayetê, li Kurdistana mezin de ta îro jî gelek bajarên mezin û kevnar mane û hene nemane jî, navê wan her bi “ûr”ê destpê dike weku: “ûrfa, ûrmiye, ûrbîl (erbîl-Hewlêr), ûrkeş, ûramon, ûramar, ûrabxa (erebxa-Kerkûk) yd…
Keywar: meîlk û mîrê memleketekê.
Keyhan: navê stêr û meziniyê.
Keyfer: mûbarek.
Keywer: lê xwedî derketin, xwedîdarî kirin.
Û yd…
Helbet evana çend nimûne bûn di sazpeyvên “key”ê de ji bo zêdetir dîşad û berçavroniyê ango wate û rola peyvê di dêrokê re ta zimanê Kurdî û zarên Kurdî yên îroyin. Agahiyên li ser van peyv û kodên kevnar dikare rêşan û rêrona gelek wate û peyvên kevn û nûjen be jî, her weha kîlîta gelek kod û peyvên kevn bejî. Keyzimanê Kurdî her geş û keyser be û Kurdistana keyfer jî her keyal û keyhan be û em jî keywerên rêya serbestî û serkeftinê.
.
Qendîl Şeyxbizînî
20.11.2020