GIROG
Babeta me ya îro yek mijar e di du pajan de. Yekem asbûn û jêbûna tîpa “R-I”yê di hin peyvan de, duyem cihguhera tîpên di peyva “GIROG”ê de. Peyva “Girog”ê tê wateya “gilover, bazin, bi dorê hev de zivirin, kevanbûyîn, çerxîn” hwd…
Hêjayan weku em dizanin zêde û kêm bûna tîp û dengan di zimên de tişteke asayî û rêsayî ye, ji kevin û pêde ta îro jî her hebûye û heye û dibe jî. Zimanê Kurdî ji ber ku zimaneke mak û bingehîn e û a herî kevinar e di herêmê û pajeke cîhanê de jî, bêguman xwedî gelek pîvan cur bi cur e, yek ji wan jî taybetmeniyên cihguhera tîp û dengan e. Pirranî ji peyvên ku dengê “R-I”yê têde heye as bûne ango jêçûne, helbet gelek peyvên ku ketine zimanên din jî her bi heman awayî. Qandî ku tê pêwîst be em ê çend mînakan bidin bo zêdetir berçavronî û zelaliya babetê bo mînak:
“çerx” bûye “çex û çax”
“kirok” bûye “kok”
“kert” bûye “ket” helbet di înglîzî de jî her “ket (cut)”e û di erebî de bûye “qet+’ “ û di Kurmancî de jî bûye “qut”
“diror” bûye “dor” di erebî de bûye “dewr”
“irop” bi taybet di înglîzî de bûye “top” ango dund, lûtke
Û “girog” jî di Kurdî de bûye “gog”.
*Peyvên ku her heman “gog”ê ye lê tîp û deng hatiye guhertin weku:
Goyî: ango bazinî û giroverî.
Goç: ango bazin û bi dorê hevdu zivirîn.
Goc: ev bêje di Soranî de kara ye ji kesên ku endamekê laşê wan xwar bûbe û zivirî be, jêre “goc”ê tê gotin.
Goz: ev zêdetir di Soranî de tê kêzal e, bi taybetî di lêkera “goz-andin yan jî gewz-andin”ê de ku di Kurmancî de bûye “gevz-andin û herweha di peyva “goze”yê de ku bi Kurmancî dibe cerre, ew alavê ku berê avê pê dizanî n li ser kanî û çeman ku girover bû.
Qoç: ji du şaxên serî hin curên ajalan re tê gorin ku bazin û kevanî dibn.
Qûç: ev bi taybetî di Soranî de tê gotin bo kesê ku xwe dirêj bike lê pişta û paşiya xwe bilind bike ango kevan bike.
..
Paja duyem, cihguhera tîpan di peyva “girog”ê de.
ew jî bi serê xwe bûye du babet yekem ewê ku deng û tîp hatiye guhertin duyem di çend wateyan de rol dibîne ango wateguher jî bûne, em ê çend mînakan binivîsin bo zêdetir zelalkarî û şîkariya wê babetê bo mînak:
A:
peyvên ku hê dengê “R-I”yê hê têde maye lê tîpguher bûne weku:
Girog: koma ser hev û çerxîn ango zivirîn
Giroh: kom û cem bûn li dora hev.
Giro: hemwateya “giroh”ê ye.
Înglîzî (Group): her peyva “girog û giroh û giro”yê ye lê bi zêdebûna tîpa “p”yê di dawîna peyvê de.
Girov: bazin, çerx.
Girover: bazin û li dora hev, her ew peyv e ketiye zimanê înglîzî û ji reseniya xwe hinekî cihguher bûye û bûye “global” ku ji goyîbûna ser zemînê re tê gotin ango her heman mantiqa peyva resen a “girover”ê ya Kurdîya kevnar e.
Girof: ev di Soranî de weku lêkera “giroftin”ê zêdetir xuya dibe ango guvaştin û anîne hev yan jî li dora hev tund kirin.
Giror: ango gevzîn ji jor ber bi xwar.
têbînî: gelek peyvên Kurdî-Sumerî-Pehlewanî hene ku dawîna wan di zimanê înglîzî de bûye “P” weku: “girog-group, stan-stop(stap)” hwd…
B:
Peyvên ku tîpa “R-I”yê bûne “L-I”yê weku:
Gilor: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
Gilov: anînehev û top kirin.
Gilover: her heman “girover” e ku di înglîzî de bûye “globel”.
Giloj: top kirin.
Giloz: top kirin.
Gilûr: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
Gilol: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
Giloç: anînehev, top bûyîn.
Gilûç: hemwateya “giloç”ê ye.
Gilof: hemwateya “girof” û lêkera “giroftin”ê ye ango guvaştin û anînehev.
C:
Peyvên ku dnegê “G”a pêşîn hatiye guhertin weku:
ẍiror: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr ango hemwateya “girot û gilor”ê ye.
ẍilor: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
ẍilûr: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
ẍilol: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
ẍilog: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
ẍiloç: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
ẍiloj: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
ẍiloz: gevzîn û hatine xwar ji jor ber bi jêr.
Tilor: dirêj bûn û pişt û paşî bilind kirin.
Tilol: dirêj bûn û pişt û paşî bilind kirin.
Tilûr: dirêj bûn û pişt û paşî bilind kirin.
Tilûl: dirêj bûn û pişt û paşî bilind kirin.
Tiloj: dirêj bûn û pişt û paşî bilind kirin.
Tilûj: dirêj bûn û pişt û paşî bilind kirin.
Tulur: dirêj bûn û pişt û paşî bilind kirin.
Çilûr: girêdan û top kirin.
Çilûl: girêdan û top kirin.
Qiloç: anînehev.
Qilûç: anînhev.
Bilûr: lûl û zivirok, ney û şimşal, amûra mûzîkê.
Bilûl: dorpêç
Diror: nuha bûye dor û di erebî de bûye “dewr”
Kilor: valahiyekî dorgirtî û bazinî
kiloll: hemwateya “kilor”ê ye.
Kilûr: hemwateya “kilor”êye.
Pilûr: pişk pişkên hûr hûr û girover.
D:
Peyvên ku tîp as bûne û jê bûne weku:
Lûl: dorpêçbûyî.
Lol: dorpêçbûyî, hemwateya “lûl”ê ye.
Rol: helbet ev peyv ketiye zimanê înglîzî û bo du mebestan kêz dibe yekem weku rabûn bi karekî duyem weku rewrew yan jî tiştekî baznî ku bimeşe mîna tayer û taye ku di erebî de heman mantiq tê kêzandin ku dibêjin: dewr.
Bêguman kêkete û derketeyên peyva “girog”ê gelek dûrtir û kûrtir û hûrtir e, lê ev pajeke ji projeya pirtûkekê di warê etîmolojiya peyvên Kurdî de û hin kodên wê hene heta nuha di înglîzî de jî nikarîne ji astekê wirdetir biçin, lê jiber ku koka peyvê ya me ye, bêguman dîtin û dermana wê jî her li ba me ye.
Hêvîdar im bi amajedan bi jêdera wê, zimannasan sûd ji van berheman werbigirin.
.
Lêkolîn: Qendîl Şeyxbizînî
30.12.2020