PEYVA ALÛ

Peyv û paşgira “alû”yê yek ji wan peyv û paşgiran e ku winda bûye û di kûnc û goşeya çend peyvekê de maye û hew. Di demekê û zimanê berê de gelek roldar û hêzdar bûye. Bo zêdetir nasîn û rol û wateya wê di zimên de em ê di kurte nivîsekê de û bi çend mînakan, wê şênberwate û şîrave bikin. Peyv û paşgira “alû”yê tê wateya “eynî, hevawa, hevşêwe, hevcûr, hemrewş, eynî şikil, hemreng, leziqîn, pêve girtin, jêvenebûn, pêvegirêdayî” hwd..
Di Kurdî û farsî de xwedî rola xwe ye û çendîn mînakên wan jî hemwate û hemrewş in, lê di Soranî, Kelhûrî û Hewramî de weku “allû” tê bilêvkirin û hin caran jî weku “alî”yê tê bilêvkirin. Bo berçavronî û zelaliyên zêdetir em ê berê xwe bidin çend mînakan weku:
ALLÛDE (allude, bi erebî “mûdmîn”)
XEWALLÛ (yê ku hemîşe bi xewê re ye)
ALÛBIALÛ
ZERDALÛ (zerdelî, qeysî, mişmiş)
XÛRMALÛ
ŞEFTALÛ (şemt, şemtî, şût, şûtî, şeft, şeftî, şiftî, şeftalû, şeftalî)
RENGALÛ
BELALÛ
ALÛK
XEMALÛ (kesê ku ketiye xemên kûr û heta asta nexweşiyê)
hwd..
Her peyvek yan jî pêşgir, navgir û paşgirek, weku şêresiwarekê dîrok, çand û serpêhatiyên hezaran sal pey xwe aniye û daniye ser milê xwe. Bi nasîn, roldayin û hemêzkirina her yek ji wan, kêşe û kêmaniyek di gencîneya zimên de têr û tejî dibe.
Qendîl Şeyxbizînî
23.1.2021

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply