Peykersazê Kurd bi hesinên kevin berhemên nûwaze saz dike

Peykersaz û nîgarkêşê kurd Zubêr Yûsif, ji hesinên kevin û parçeyên otomobîlan peykeran ava dike.

 

Li gundê Xirbezirgan a ser bi Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, li sala 1968ê, sîhên wî bi bêhna deşt û germê vedibin. Ji wê derê diçe Şama paytexta Sûriyê û sala 1990ê, beşa peykersazî ya  Koleja Hunerên Ciwan dixwîne.

 

Niha rawestgeha wî ya dawîn gundekî biçûk ê nêzîkî Bonn a paytexta berê ya Almanyaya rojava ye.

 

Di 27 salên pir bi tablo, reng û peykerên ji herî, dar, hesin û bronzî; Ji bo Zubêr Yûsifê dilê wî pir bi evîna ziman, muzîk û stranên kurdî, nêzîkî 31 pêşangehên kesayetî û hevbeş li Sûriyê, Kurdistanê û Ewropayê hatîne vekirin.

 

Ew dibêje: “Kurdistan gelek dewlemend e bi hunera xwe, bi kevirên xwe, bi huner û stranên xwe, bi şêwe û zaraveyên zimanê xwe. Lê dîsa bi nêrîna min em di qonaxeke nû de ne, ku şêwazeke nû ya şêwekariyê peyda dibe.”

 

Peykerên bi hunerî hatîne hûnandin, aliyekê ezmûna vê hunermendê akinciyê Almanyayê ye lê yek ji ezmûnên wî dirustkirina peykeran e bi parçeyên hesin û bermayên otomobîlan. Watedana bi hesin, berî mişextibûna wî ya bo vî welatî, di sing û hizra wî de hebûye.

 

Zubêr Yûsif diyar dike, ku piştî ku wî di sala 2013ê de li Şamê dibistan xilas kiriye, bi parçeyên hesin û tenekeyan dest bi çêkirina peykeran kiriye.

 

Fîgor û formê du mirovên ku sîmayên wan nahêne dîtin, di piraniya tabloyên Zubêr de hene. Bi rengên cuda û bi mezinî û biçûkiyên cuda ew bi berdewamî tên dîtin. Her kesek û her temaşevaneke wan kevalan li gorî xwe dikare şirove bike, lê nîgarkêşî bixwe jî şiroveyeke wî heye.

 

Ne huner û siyaset lê huner û partiyên siyasî ji ezmûna wî ya kesayetî, ew hîn kiriye ku divê ji hev dûr bin.

 

Nîgarkêşê Kurd dibêje: “Çi gava destê siyasetê dikeve nav karê hizrî û hunerî, felsefî û rewşenbîrî, wan xirab dike. Ez ne li gel wê yekê me, ku hunermend bibe enstûment an jî alavek di destê partiyên siyasî. Rêz ji partiyan re digrim, karê xwe dikin, her bijî ji wan re.”

 

Agir û hesinan li ser rûyê Zubêrê ji welatê dayik dûr ketine, şopên xwe hêliştine, ew jî wan bikar tîne û dixwaze ji wan berhemeke nû biafrîne.

 

Jiyana li Almanyayê hinek tişt lê bexşîne lê hinek tişt jî ji wî stendine. Bi gotina hunermendê Kurd: “Girêdana xurt û zindî ya bi mirovan re ji min stend û hişt ku ez bikarim zêdetir bi hêminî bifikirim û li dora xwe binerim, ji gelek pirsgirêkan rizgar bibim.

 

Di nava cîhana pir bi kêş û vekêşa hunerê şêwekariyê û bazarê wê ya dûr ji buha û nirxên hunerî, Zubêr û gelek hevbîrên wî dest ji navûdengiyê berdane û tenê mirovatî û estatîka di hunerê de ji bo wan peyama dawiyê ye

 

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply