Peydabûna navê Kurd di kûraniya dîrokê da

Peydabûna navên gelan:

Derbarê peydabûna navên gelan ti rêzikeka rasterast nîne. Pir şert û mercên cuda û têvel ji bo peydabûna van navan hene. Hin caran gel bi navên ku bi xwe li xwe kirine hatine naskirin, lê hin caran jî ew bi navên ku gelên din li wan kirine hatine naskirin. Di vî warî da mînak û nimûne pirin.

Ji nimûneyên li herêma Rojhilat didin xuyakirin ku peywendiya navê “Ereb” bi biyabanê ra heye. Roman ji wan ra gotine “Sarqînûs” yan jî “Sarasîn” (Saracine), yanê “rojhilatî“. Kurdan ji wan ra digotin “Tazî[i]. Navê “Fars” vedigere ser êla “Parsecadî” (Parasagadae), yan jî ser gotina ariyanî kevin “Pars” û “Parsû“, bi maneya “alî, tenîşt“, ji ber ku welatê Farisan li tixûbê başûr yê welatê Mêdiya diket[ii]. Navê “Turk” jî vedigere ser navê êla “Turk” ya toranî, yan jî ser navê malbatekê ku serdariya wê êlê dikir[iii]. Navê “Ermenan” jî “Hay” (Hai) bû, û Farisan ji herêma ku gelê “Hay” lê dijiya ra “Ermîniya” (Armina) digotin û wisa navê wî gelî bû “Ermen[iv].

Nimûneyên li welatên Rojava jî ewin ku gelên Rûs, Sirb, Polon û Çîk li ba Roman bi navê “Silav“, yanê “Kole” dihatin naskirin, ji ber ku piraniya koleyên Roman ji wan gelan bûn[v]. Roman ji cîranên xwe yên “Yûnan” ra “Igrîk” (Greek) li gor peyva “Girayû” (Graioi) digotin. Ev nav jî navê hin rûniştivanên li rojhilatê herêma “Bûyûtiya” ya welatê Yûnanê ye[vi]. Navê gelê Alman yê neteweyî jî “Duyç” (Deutsch)e. Lê Finlendiyan ji wan ra “Saksa” gotine, li gor şaxê “Sakson” yê ariyanî, û Îngilîzan ji wan ra “German” gotine. Navê Fransiyan jî vedigere ser navê “Fireng/Frang” ku ew jî êlên germanî yên rojavayî ne[vii].

Xuyakirina navê “Kurd”:

Peydabûna navê “Kurd” jî li gor şert û mercên peydabûna navên gelên dine. Dibe ku hin kes guman bikin, ev nav nû hatiye peydakirin. Lê belê rastî ewe ku ev nav di dîrokê da pir kevine û vedigere ser heyama somerî. Di demekê da, ji dawiya hezarsala pêncan b. z., yan jî destpêka hezarsala çaran b.z. Somerî ji çiyayên bakur û rojhilat da (çiyayên herêma Başûrê Kurdistanê) daketibûn, û gihîştibûn başûrê Mêzopotamiya (Îraqa niha). Li ser vê rastiyê piraniya dîrokzanên ku li ser dîrok û şaristaniya Someran nivîsandine, li hev kirine[viii].

Someran nav li welatê xwe yî nû kirine “Ki- En- Gi“, yanê “welatê serwerê” yan jî “welatê serweran[ix]. Derbarê vî navî em bînin bîra xwe ku Kurd heya niha jî ji kesên ku li gund dijîn û zeviyên wan hene ra “akincî” (a- kin- cî)(Ai-kin-gi) dibêjin, yanê “kesê ku xwedî hebûne” (serwere). Û ji kesê ku bê hebûn be ra “rêncber” dibêjin. Bala xwe bidin bermaya peyva “Ki- En- Gi” di peyva îngilîzî da “King” bi maneya “padîşah / serwer“.

Someran ji herêmên tenîşt welatê xwe ra li hêla bakur û rojhilat, yanê ji çiyayê Kurdistanê ra, navê hevdudanî “Kur- tu” yan jî “Kur- du” gotine. Ev bi somerî tê maneya “çiyayî“. Ji ber ku peyva “Kur” bi somerî tê maneya “çiya” û dûpaşa “du/tu” ji bo pêkanîna rengdêrê ye, wek ku em bi kurdî ji peyva “çiya” – “çiyayî” derdixin. Someran ji xwedawendê mezin “En-lil” ra digotin “Kur- gal“, yanê “çiyayê kal, çiyayê mezin[x]. Divêt em bêjin ku peyva “kur” heya niha jî di kurdî da tê bikaranîn. Kurd ji bakur ra “ba-kur” dibêjin, ji ber ku bayê ku ji hêla bakur da tê bayê herî sare. Kurd li rojavayê Kurdistanê ji bayê ji bakur da tê dibêjin “kur- ba“.

Belê, peydabûna navê “Kurd” di dîrokê da, ji ba Someran destpêdike. Ev jî li gor rastiya jiyanê ye. Mirovê Kurd û çiya di seranserê dîrokê da her bi hev ra dost û hevalin. Di pey ra peyva “Kurd” di zimanên din da bi awayekî nêzî vê peyvê hatiye gotin. Padîşahê aşûrî “Tukulti Ninurta I” (1244 – 1208 b.z.) ji pêşiyên Kurdan ra gelê “Qûrtî“, “Kûr-ti- i” yan jî “Qûr-di -i” gotiye. Padîşahê aşûrî “Tiglathpileser I” (1114 – 1076 b.z.) welatê Gûtiyan (pêşiyên Kurdan) talan kiriye û navê rûniştivanên wir bi awayê “Qûrti” tomar kiriye[xi].

Dîroknasê ermenî Arshak Safrastiyan dibêje ku di zimanên hindo-ewropayî da tîpa “r” ya piştî tîpa “u” tê avêtin. Li gor wê, peyvên “Gûtî, Kûtî, Kûrtî” yek peyvin. Ji herêmên herdu rexên çemê Xabûr ra, di tabloyên Hittît û Babiliyan da, gotine “Mat – Kurda – ki“, yanê “welatê Kurdan“, ji ber ku peyva somerî-akkadî “mat” tê maneya “erd” û dûpaşa “ki” tê maneya li gor wan[xii].

Şêwazên navê “Kurd”:

Şêwazên navê “Kurd” gelekin. Ew li ba Someran bi şêwazê “Gûtî, Cutî, Cûdî, Kurtû, Kûrdû” hatine naskirin. Di nivîsên Îlaman da ev nav bi şêwazê “Kûrtaş” (Kurtash) hatiye û li ba Aşûr û Aramiyan bi şêwazên “Kûtî, Kûrtî, Kartî, Kardû, Kardaka, Kardan, Kardak” hatiye gotin. Yûnanan û Roman jêra gotine “Kardûsûwî – Kardûxî – Kardûk – Kurdûkî – Kardûkay“. Di farisî da jêra gotine “Kurd – Kurdha“. Di turkî da jêra gotine “Kurt – Kurtler” (Kürt – Kürtler). Li ba Ermenan jêra gotine “Kurduwîn – Kurcîx – Kurtcîx – Kurxî“. Suryanan jêra gotine “Qurdenaye” û bi yekejimarî gotine “Qurdaye“. Ji vê peyvê navê bi suryanî ji herêma çiyayê Cûdî ra gotine “Beqerda – Baqerda[xiii].

Di heyama Parthan da (250 b.z. – 226 z.) û di heyama Sasanî da (226 – 651 z.) navê pêşiyên Kurdan bi şêwazê “Kurd” û gelejimariya wê bi şêwazê “Kurdan” hatiye gotin. Ev di nameya padîşahê Parthî yê dawî “Erdewan” da ji padîşahî Sasanî yê yekem “Erdeşêr kurê Babek kurê Sasan” ra gotiye “Ey Kurdê ku li bin konê Kurdan perwerdebûyî, kê destûr daye ku tu wê tacê bidî serê xwe û tu wî welatî têxî bin destê xwe?[xiv].

Dema ku Erebên Misilman welatê Kurdan talan kirin û xistin bin desthilata xwe, navê “Kurd” di nivîsên erebî da bi şêwazê “Kurd” û “Ekrad” li gor pîvana “Urb” û “E’rab” (أعراب، عُرْب)hate gotin, ji ber ku Kurdan dewleta xwe ya neteweyî ji dest da û piraniya wan bûn şivan û gundî. Bi vî navê “Kurd – Ekrad” gelê Kurd derbas heyama nûjen bû.

Wek gotina dawî, navê “Kurd” ne peyveka ku nû hatiye peydakirine, belê peydabûna vê peyvê vedigere dora pênc hezar sal di kûraniya dîrokê da. Ev wêne wê hên zelal bibe, dema em ji pêra mijara şaxên ku gelê Kurd ji wan peydabûye bigirin ber dest.

  • Çarşemb, 19.08.2015
  • Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
  • wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Jêder

[i] Walter Kigi: Bizanta û vekirinên îslamî yên destpêkê, rûpel 100. Cewad Elî: El-Mufesil fi tarix El-Ereb qeblel Îslam. 1/29

[ii] A.T. Ulmstedt: Emperatorya Farisî di nava dîrokê da, 1/104. Dyakonov: Midiya, rûpel 72.

[iii] W. Berthold: Dîroka Turk li Asiya Navîn, rûpel 44.

[iv] Merwan El-Mudewer: Ermen di nava dîrokê da, rûpel 109.

[v] Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 1/174.

[vi] Ebduletif Ehmed Eli: Dîroka Yûnanî, rûpel 1/8.

[vii] Komeka lêkolîneran: Kerkûk, rûpel 116.

[viii] Li Ebduleziz Salih binêre: Rojhilata Nêzîk ya Kevin, rûpel 448. Hesen Muhyeddin El-Se’dî: Di dîroka Rojhilata Nêzîk ya Kevin da, rûpel 52. Muhemmed Beyyûmi Mehran. Dîroka Îraqê ya Kevin, rûpel 92. Ibrahim El-Feni: Tewrat, rûpel 319. Fadil Ebdulwahid Eli: Ji Somer heya bi Tewratê, rûpel 22.

[ix] Georg Ro: Îraqa Kevin, rûpel 119. Sami Se’id El-Ehmed: Somerî û bermaya wan a şaristanî, rûpel 41. Ebdul Hekim El Denun: Bîreweriya Pêşîn, rûpel 24.

[x] Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 2/15. Georg Ro: Îraqa Kevin, rûpel 152. Sami Se’id El-Ehmed: Somerî û bermaya wan a şaristanî, rûpel 42. Sabatino Moscati: Şaristaniyan samiyan yên kevin, rûpel 253, nîşe 21.

[xi] Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 2/17-18.

[xii] Arshak Safrastiyan: Kurd û Kurdistan, rûpel 30. Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 2/15, 17-18, 1/179-180.

[xiii] Li Basil Nikitin binêre: Kurd, rûpel 45, nîşe 3. Dyakonov: Midiya, rûpel 83, 305-311. Cemal Reşîd Ehmed: Xuyakirina Kurdan di dîrokê da, 1/227-229, 2/58. El-Meqdisi: Destpêk û Dîrok, 4/98.

[xiv] El-Teberî: Dîroka El-Teberî, 2/39.

Derbar Rêvebir

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply