Peyamên ji bo Cejna Qurbanê – 2

Ji bo ku hûn biçin di vê cejnê de peyamên bi zimanê xwe pîroz bikin, me ji bo we çend heb peyamên cejnê amade kirine. Hêvîdarim ku êdî kesek ji we peyamên bi zimanên din parve neke û hêvîdarim ku hûn cejnên hev bi zimanên biyanî parve nekin. Bila kurd ji kurdan re peyamên bi kurdî bişînin.

Ji niha ve cejna tevahiya gelê kurd pîroz be. Hêvîdarim ku ev cejn bibe wesîla yekîtiya dil û mejiyê me Kurdan. Xwedê duayên me qebûl bike. Amîn.

Şêx Zelala ji Fînê

19) Nebêje, “Min qurban nekirîye.” û xemgîn nebe. “Qurban” binivîse û ji hejmara 091WX3ÊX28Q7ê re peyamekê bişîne, bila bêhiş tev bibin qurbana te.

20) Îsal ji bo qurbanê ajalan nekirin. Peyamekê ji 2019an re bişînin, kî ji we hez neke, bila ji we re bibe qurbanî.

21) Ji çavên piçûkan û ji destên mezinan maçî dikim. Cejna te pîroz dikim.

22) Cejna Qurbanê taybet e. Mirov di vê cejnê de têne li ba hev; yên ji hev xeyîdî, li hev tên; yên ji hev dûr, hev dibînin û bi hev re xeber didin. Hêvîdar im, di vê cejnê de jî ji bo we wisa bibe û cejna we pîroz be.

23) Em bibin wesîleya xwişktî û biratîyê. Ji bo tiştên baş û bixêr em tev bixebitin û biwestin. Ji jîyana xwe û ji tevahîya danên Xwedê tehmê bistînin. Em bigihîjin rastîya Xwedê. Bi hêvîya cejnên xweştirîn! Cejna we ji dil û can pîroz dikim.

24) Bila bêdengîya şevê, aramîyê bixe dilê te. Bila xewn û xeyalên nebaş ji te dûr bin. Bila ferîşte bi te re bin û roj jîyana te ronî bike. Diayên te qebûl bibin û cejna te pîroz be.

25) Cejna we ya Qurbanê pîroz dikim. Hêvîdar im, ev cejn bibe wesîleya xêr û xweşîyan. Hêvîdar im, di van rojên pîroz de diayên we qebûl bibin. Me jî ji diayên xwe kêm nekin.

26) Bi hêvîya cejnên bi malbata xwe re û aram û dilxweş… Cejna we pîroz be.

27) Cejna ku ji rojên herî pîroz in; xeyîdîyan li hev tîne, yên ji hev dûr, tîne li ba hev li we tevan pîroz be.

28) Sipas bo Rebê alemê! Silav ji bo pêxemberên wî bin. Cejn bi firehî û bi aramîyê tê. Bila ji bo gelê me û mirovahîyê bibe wesîleya qencî û başîyê. Cejna we pîroz be.

29) Em ji bo we cejneke baş, xweş, dilgeş û bi hezkirîyên we re hêvî dikin. Cejna we bibereket be. Cejna we pîroz be.

30) Cejna we ya pîroz, pîroz dikim û hêvîdar im, bibe wesîleya rojên xweş û aram.

31) Cejna we ya Qurbanê pîroz dikim. Hêvîdar im, ev rojên pîroz, bibin wesîle ku em bêhtir nêzî Xwedê û Pêxemberê Xwedê bibin.

32) Xwedê cejna we pîroz bike, dilê we geş bike û barên we sivik bike. Xwedê diayên we qebûl bike. Xwedê qebûl bike(Amîn). Cejna we pîroz be.

33) Cejn bereket in, hêvî ne, evîn in, hesret in. Ji bo siberojê armanc in. Xwedê qurbanên ku hûn şerjê dikin ji bo xwe û di rêya xwe de qebûl bike. Hezkirîyên we tim bi we re bin. Cejna we pîroz be.34) Bila dilê te geş û rûyê te biken be. Bila tevahîya xewn û xeyalên te bi cih bên. Diayên te qebûl bibin û cejna te pîroz be.

35) Cejn ji bo mirovan dibin wesîleya aştî û aramîyê. Di van rojan de mirov qedirê hev bêhtir dizanin û ji hev bêhtir hez dikin. Dilmayînên xwe ji bîr dikin, li hev tên, hev bi dilekî xweş hembêz dikin. Ji jîyana we xweşî kêm nebe. Cejna we pîroz be.

36) Bila cejna Qurbanê ji bo alema Îslamê pîroz be. Xwedê bereketa xwe bide tevahîya bawermend û qencan. Xwedê cejnên bixêr û bixweşî bike nesîbê we tevan. Cejna we pîroz be.

37) Bila cejna Qurbanê ya pîroz, li tevahîya gelê kurd pîroz be. Bila bibe wesîleya aştî û aramîya di nava gelê kurd de û wesîleya serkeftin û kêfxweşîyan. Xwedê aramîyê bixe dilê bawermendan. Cejna we pîroz be. 🙏

Em li ser înstagramê ne:

https://t.co/tQBvcequXi

Em li ser tvîtirê ne:

https://t.co/k0JCyNcNBT

Şêx Zelala ji Fînê

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply