Peyamên ji bo Cejna Qurbanê – 1

Ji bo ku hûn biçin di vê cejnê de peyamên bi zimanê xwe pîroz bikin, me ji bo we çend heb peyamên cejnê amade kirine. Hêvîdarim ku êdî kesek ji we peyamên bi zimanên din parve neke û hêvîdarim ku hûn cejnên hev bi zimanên biyanî parve nekin. Bila kurd ji kurdan re peyamên bi kurdî bişînin.

Ji niha ve cejna tevahiya gelê kurd pîroz be. Hêvîdarim ku ev cejn bibe wesîla yekîtiya dil û mejiyê me Kurdan. Xwedê duayên me qebûl bike. Amîn.

Şêx Zelala ji Fînê

 

1) Cejneke xweş, aram û bihevre bibe nesîbê we û malbata we. Cejna we ya Qurbanê pîroz be.

2) Cejna Qurbanê li we û li nîjada we pîroz be. Xwedê cejneke bixêr bike nesîbê tevahîya bawermendan.

3) Çawa ku kulîlk mizgînîya biharê bin; hêvîdar im, ev cejn jî bi heman awayî ji bo te û malbata te bibe mizgînîya jîyaneke xweş û aram. Cejna we pîroz be.

4) Kêfxweşîya te bi qasî enflasyona tirkan bilind, xemgînîya te bi qasî destmiza karkeran kêm, siberoja te bi qasî qoqê Demîrel biriqî be. Cejna te pîroz be.

5) Sipas ji bo Xwedayê erd û ezmanan! Sipas ji bo Yezdanê dilovan! Bila cejna Qurbanê bi bereketa xwe, ji bo mirovahîyê bibe wesîleya aştî û aramîyê.

6) Xwedê qurbanên ku hûn şerjê dikin qebûl bike. Bila hezkirîyên we bi we re bin û hûn ji wan tu caran neqetin. Aramî ji we û ji jîyana we kêm nebe. Cejna we ya Qurbanê pîroz be.

7) Bila hezkirîyên te tim bi te re bin. Bila rûyê te tim geş û dilê te tim xweş be. Bila hêvîyên te tu carî kêm nebin. Cejna te ya Qurbanê pîroz be.

8) Cejna Qurbanê bi ken hat, bi kêfxweşî hat, bi aramî hat. Niha destên xwe vedikim û berê xwe didim Xwedê ku di vê cejnê de hemû kes şad û bextewar bibin. Xwedê qebûl bike. Cejna we pîroz be.

9) Çengeke dia, hembêzeke hezkirin, peyameke ji dil dikare astengîyên li ser dilî rake, dikare dilan bigihîne hev. Çawa ku di cejna Qurbanê de mirov bêhtir nêzî hev dibin, keneke xweş û dîyarîyeke ji dil me bêhtir nêzî hev dike. Cejna we tevan pîroz be.

10) Telefona min cejna telefona te pîroz dike û ji bo şarja wê temenekî bêdawî dixwaze. Cejna we pîroz be.

11) Bila îro rûyê te ji ber maçîkirinan biçilmise, mîdeya te tije şekir bibe, pitik berîka te vala bikin, dilê te aram be û cejna te pîroz be.

12) Cejna we ya Qurbanê pîroz dikim û ji Rebê alemê ji bo we aramî û dilxweşîyê hêvî dikim.

13) Cejna ajalên ku ji serjêkirinê xilas bûne, pîroz be. Xwedê tengasîyên wisa careke din neyne serê wan.

14) Niha ji her sed kesî bîst kes nimêja înê dikin, deh kes qurbana xwe şerjê dikin, sih kes destên mezinên xwe maçî dikin, pazdeh kes diçin betlaneyê, bîst kes li derveyî welêt in, çar kes radizên û yekî/a hêja jî telefon di dest de li ser malpera zimanê kurdî vê peyamê dixwîne. Cejna wî/ê kesî pîroz be.

15) Her ku îro înternet belaş e, ez cejna we ya Qurbanê û ya heft bavên we, ya Remezana bê, ya mamosteyan, ya zimanê kurdî, ya dayîkan û ya bavan, ya Newrozê, ya azadîya Başûrî, rojbûna we, ya azadîya rojavayî û çiqas rojên we yên taybet hebin, tevan bi hev re pîroz dikim. Paşê nebêjin, “Me ji bîr kirîye û cejna me pîroz nake.”

16) Di vê cejnê de jî pir qenc û baş im. Tevahîya alîkarîyên Qurbanê qebûl dikim. Hûn dikarin bidin min.

17) Careke din jî bifikirin. Destên xwe bi xwîna min qirêj nekin. Heke ku hûn ji min bihewin, dibe ku ez bi ecelê xwe bimirim. Nîşe: Mîya qurban.

18) Piştt! Tu li vir î. Ewqas li te gerîyam, te bersiv neda. Heke ku tu şerjê nekiribin, cejna te pîroz dikim.

Em li ser înstagramê ne:

https://t.co/tQBvcequXi

Em li ser tvîtirê ne:

https://t.co/k0JCyNcNBT

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply