Pêwîstiya Nirxandina Romanên Kurdî

Li ser romanên kurdî çiqas gotarên danasîn, nirxandin, şîrovekirin û analîz bêne kirin ewqas ji bo romana kurdî û bi gelemperî ji bo edebiyata kurdî baş e. Hinek kes (xwendevan û nivîskarên kurd) bi devkî romanên kurdî, berhemên edebî dinirxînin, lêbelê bi nivîskî yek rêzek jî nanivîsin.

Gotinek heye dibêjin; heger ez neşewitim, tu neşewitî, ew neşewite dê çawa ronahî ji nav tariyê derkeve. Heger em nenivîsin û nenirxînin, dê kê binivîse û binirxîne. Yanî ez nenivîsim, tu nenivîsî, ew nenivîse, kesên ji miletên din di ber me ve li ser romanên kurdî dinivîsin? Na.

Ji ezman jî yek nayê xwarê û li ser romanên kurdî nanivîse. Dimîne em kurd bi xwe binivîsin. Heger em xwe di bin psîkolojiyeke daketî de biçûk nebînin, edebiyata xwe nizim nebînim, xwe kêmê xelkê cîhanê nebinîn, û bi derûniyeke bi xwe bawer tevbigerin, em jî dikarin hertiştî binivîsin û biserkevin. Lewre jî divê em kurd romana kurdî, edebiyata kurdî binirxînin û wê ji netewbûnê ber bi gerdûnbûnê ve pêşve bixin.

Kurdên ku bi zimanên din gotarên edebî û nirxandinên pirtûkên edebî dinivîsin, divê berhemên kurdî yên ku xweru bi kurdî hatine nivîsîn bi wan zimanên biyanî li ser wan binivîsin û edebiyata kurdî bi gelên cîhanê bidine nasîn. Nexwe heger kurdên ku bi zimanên din li ser berhemên neaîdê edebiyata kurdî, berhemên aîdê zimanên din bidine nasîn û binirxînin tu feydeya wê ji edebiyata kurdî re tune.

Hinek kurdên ku di kovar û pêvekên rojnameyên tirkî de û herweya di malperên kurdî de li ser pirtûkên edebî dinivîsin, di gel ku bi sedan romanên kurdî henin jî, ew bi piranî behsa romanên tirkî dikin. Romanên nivîskarên kokkurd yên bi tirkî dinirxînin, şîrove dikin.

Ez wek têbiniyek yan jî wek balkişandineke dixwazim tişteke bibêjim û bala hinek nivîskarên kurd bikşînim ser vê mijarê ku ji bo min girîng e.

Gelek xwendevanên kurd dibêjin hinek nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin, hinek nivîskarên kurd pirtûkên kurdî dinivîsin lê pirtûkên kurdî naxwînin, hinek nivîskarên kurd pirtûk naxwînin û pirtûk dinivîsin. Dema min romana Eyub Guven ya bi nave “Guhar” dixwend, di trênê de bi tesadufî kurdekî –ku pirtûkên kurdî dixwîne û xwendevanekî kurd e- rastê min hat û di destê min de pirtûkê dît. Me bi hevre hinek sohbet kir. Min jê re qal kir ku ev pirtûka nivîskar Eyub Guven ya duyeme û min li ser pirtûka wî ya yekem gotareke nivîsîbû û niha ez li ser vê jî nivîseke danasînê, nirxandinê dinivîsim û romanê şîrove dikim. Li ser van gotinên min wî – yê xwendevan – got :

– Binêr te du pirtûkên vî nivîskarî xwendiye û li ser nivîsiye. Te bi xwe bi dehan pirtûk nivîsiye, gelo wî yek pirtûkek te xwendiye?

Li ser van gotinên wî min got :

– Ez nizanim. Divê ev pirs ji wî bê pirsîn.

Wî got :

– Te li ser romaneke nivîskarek din ê kurd nivîsîbû, min ji wî pirsî ku wî qet romanek te xwendiye yan na? Wî bersîv da min û got”Na, min nexwendiye.” Herweha min ji du jinên nivîskar jî pirsî, wan jî nexwendibû. Ez zanim te neh, deh roman nivîsiye û di hinek romanên te de jin serleheng in, lê belê ez dizanim ku piraniya nivîskarên kurd –çi jin û çi mêr – romanên te nexwendine.

Min got :

– Yanî wan romanên min nexwendine, divê ez jî romanên wan nexwînim. Ma ev dibe…Wan nivîskaran romanên min xwendine yan nexwendine, ev pirsgirêka wan e. Ez yên wan dixwînim. Yek nivîskarekî kurd nikare bibêje ku min roman nivîsî, weşand û Lokman Polat nexwend. Min romanên kurdî yên hemû nivîskarên kurd xwendiye. Ev jî ferqa min û wan e.

Bi qeneeta min jî, ne hemû lêbelê hinek nivîskarên kurd pirtûkên kurdî naxwînin û haya wan ji romanên kurdî tune. Ew nizanin ku kîjan nivîskarên kurd roman nivîsiye û kîjan nenivîsiye. Ji xwe heger ji xêra lîsteya pirtûkên kurdî yên ku di nav salê de têne weşandin û di dawiya salê de lîsteya wan di malpera “Diyarname”yê de derdikeve nebe û heger ji xêra lîsteya romanên kurdî ya ku Î. Seydo amade kiribû û paşê Helîm Yusiv lê zêde kiribû – û herweha ji xêra nivîsên min, yên Helîm Yusiv, Medenî Ferho, Huseyin Mihemed, Ferzan Şêr, Cankurd, Receb Dildar, Şengul Ogur, M. Jiyan, Rêdûr Dîjle, Fêrgîn Melîk, Salihê Kevirbirî, Mahmud Ozçelîk, Gabbar Çîyan û hwd, nebe belkî nizanibin ka kîjan romana kîjan nivîskarê kurd derketiye.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply