Pêwendiya siruşt û edebiyatê

Mirov ji destpêka hebûna xwe ve di hembêza siruştê de dest bi jiyanê kir û heta niha jî jê veneqetiyaye. Çimkî qutbûna mirov ji siruştê tê wateya qirrbûna neslê mirov. Mirov ji bo nîşandana hest û xeyalên xwe amûrek bi navê “huner”ê afirand. Em dizanin ku xwezayê pişka herî zêde ya hunerê dagir kiriye û ev vedigere hest, xeyalnazikî, ruh û dilîniya mirovan.

Eger em berê xwe bidin dîroka hunerê, em ê bibînin ku ruhê hunerê xwerist e. Aristotle hunermendan wek neynika siruştê dibîne. Edebiyat jî yek ji wan huneran e ku mirovan ji dema ku awayek ji nivîsandinê re afirandin, peyam û gotin û herwiha xeyal û jan û azarên xwe jî bi rêya wê tînin ziman û weke derman û rêçareyekê yan kereseyekê ji bo derbirîna pirsgirîkan û nîşandana wan, bikar anîne.

Siruşt û Romantîzm

Berê û niha jî, gelek ekol û dibistanên edebiyatê hene. Yek ji wan jê re tê gotin romantîk. Helbestvan û nûserên ku ji vê komê tên hejmartin hin kes in ku hest û xeyala wan mişt siruşt e û nola şaîrên siruştperist tên naskirin. Di berhemên romantîkan de siruşt weke peristgehekê diyar dibe. Kesê nêzîkî nexçerê û dûrî kitemitên şaristaniyê be, canê wî nazik û tenik dibe û her tiştî dibîne. Em dikarin bêjin ku romantîzm dawetnameyek e ji bo çûna nav ola siruştê. Siruşt ji bo şaîrê romantîk ne tenê peristgeh e, lê giyanê wê jî heye û bûnewerekî zindî ye.

Siruşt ne tiştekî mekanîkî ye wek demjimêrê ku destên nediyar ên kesekî wê bigire û bigerîne. Siruşt zindî ye û weke giya şîn tê.

Pêkhateya siruştê curek e ji biçûktirîn beşa wê bigire heta beşên wê yên pir mezin, hemû pêwendîdarî hev in. Xeyala mirov jî wek siruştê organîk e.

Edebiyat xwediya çend leq û janran e ku ji van pêk tên: Şiîr, çîrok, pexşan, roman û…her yek ji van bi ciwanî bêhn û hilma siruştê jê tê (di edebiyata kevn de ev tişt berçavtir e.)

Her welatek jî bi xwe xwediyê dîrok û edebiyateke dîrokî ye. Hemingway dibêje: “Her neteweyek edebiyata wê bihêztir be ew netewe di cîhanê de naskirîtir e.”

Li vir ji me re derdikeve ku edebiyat wek saziyeke medyayê ya mezin, wek pireke pêwendiyê di navbera mirovan de tê hejmartin û bi sûdwergirtina ji vê hunera pirdeng mumkin e neteweyek di hemû waran de bi neteweyeke din bê nasandin.

Siruşt di Edebiyata Kurdî de

Niha ez ê mijarê bînim ser edebiyata me. Gelo nûserên me weke erkekî neteweyî karîne vê neteweya çewisandî bi başî bidin nasîn? Gelo karîne li gor alozî û kêşeyên civakê tekstan biafirînin û tekstên wan mirêka nîşandana rewşa jiyana me ya vêga be? Neteweya me tûşî gelek krîzan bûye ku yek ji wan niha, krîza kavilkariya jîngeh û tebîetê ye. Ew jî ji bo cografya welatekî ku ne dîwarê wî yê Çînê heye û ne jî tiştekî wiha ku bikare bala geştyaran bikişîne, tiştê heye tenê siruşt e.

Rabûna toz û tirabêlkê ji welatên Erebî ku du parçên Kurdistanê tûşî aloziyan kiriye, nêçîrkirin û qirrkirina ajelan bi sedemên cuda û nerewa, jinavbirina daristanan ji bo têrkirina timahiya mirovên çavçepel, lewitandina çem û cobaran û…gelo edebiyatê weke beşeke herî girîng ji ragihandinê, yan derxera rewşa niha ya jiyanê, çi hewldanek ji bo jîngeh û siruştê daye?

Eger em hinekî bi hûrbînî herin nêv babetê (pêwendiya siruşt û wêjeyê), em dibînin ku çawa jîngehê naveroka şiîr û pexşan û çîrokên Kurdî tijî kiriye. Wek mînak di çîrokên Şêrzad Hesen de bi başî ev tişt ji me re derdikeve, nexasim di romana “Hesar û Segên Bavê Min” de. Rûpela dawî ya vê kitêbê tijî sûdwergirtin e ji amûrên siruştê û ajelan.

Mewlewî çi li ser xwezayê gotiye?

Di dema xwendina vê kitêbê de hestek bi mirov re çêdibe ku tev li siruştê bûye. Dema nûser dest bi nivîsînê dike, sûdwergirtina ji alavên siruştê ne mumkin e tiştekî qestebende be. Her vê jî kiriye ku atmosfera wan çîrokan atmosfereke siruştî be; bi taybetî di warê şiîrê de ku ev jî girêdayî ruh û dilîniya nûser e. Ev sûdwergirtina ji siruştê û hatina nav xeyala şaîr û nûser di edebiyata kevn de zêdetir berçav dibe. Pir in ew şaîrên Kurd ên ku têkilî û jiyaneke wan a bihêz bi siruştê re hebû, bi awayekî ku fikr û xeyala wan dagîr kiribû. Mewlewiyê Kurd dibêje:

Weharen, sewzen, awen, serkawen

Hajey wefrawen, şaxey şetawen

Saqî yen, baden, nesîmen, baden

Bulbul ce dewrey gulan azaden

Hin kesên din wek Nalî, Mehwî, Wefayî, Salim, Bêsaranî û…ev beşa edebiyata berê ne ku eger em berê xwe bidin şiîrên wan, ji me re diyar dibe eger tew li siruştê bi xwe kî şiîr negotibin, qe nebe piraniya peyvên wan navê wan tiştan e ku di siruştê de hene. Ev jî vedigere jiyana mirovê Kurd ku di hembêza xweristê û şax û çiyan de jiyaye.

Siruşt û Helbesta Kurdî ya Nû

Di nav şaîrên nûxwaz de jî gelek kes hene ku xeyalên wan ji siruştê geş bûne. Mîna: Goran, Siware Îlxanîzade. Hêmin di helbesta “Rêbendan û Şaîr” de dibêje:

Rêbendan! Dîsan hatiyewe serman

Reqman helênî dîsan li serman

Helbestvan hatiye wê beşê ji jiyana Kurdewarî ku çavkaniya wê siruşt e nîşan bide. Di şiîreke din bi navê “Hêlaney Betal” de, Hêmin dibêje:

Niye bakim eger zalim şikandûyetî balî min

Ewe sext e kewa nagate goyî kes nalenalî min

Behar hat û tebîet hukmî azadî melanî da

Le naw kuncî qefezda diyar e çone êste halî min

Li vir ji me re derdikeve ku şaîr xwestiye bi sûdwergirtina ji yasaya siruştê şêwaza wê jiyana nedadwer ku tê de wer bûye, bi şiîrê derbibire. Yan eger em berê xwe bidin şiîra (Payîz) a mamoste Goran, yan (Şar) a Siware Îlxanîzade, em ê bi bedewî hest bi evîndariya di navbera şaîr û siruştê de bikin.

Di kitêba şiîrî ya Celal Melekşa (Dastanî Darepîre) de bi jîrekiyeke bêhempa bi zimanê siruştê behsa xiyanet û xerîbbûna mirovan bi Xwedê re dike:…das û kutk û tewr hatin/le sêberî darepîre/êstêkiyan kird.

Herwiha şaîrên mîna Şêrko Bêkes, Bextiyar Elî, Refîq Sabir, Ebdullah Peşêw ku bi rastî xeyalên wan tev li siruştê bûbûn û damarên ruhê wan pê ve girêdayî ye. Wek mînak Şêrko Bêkes di (Derbendî Pepûle) de dibêje: Ewerêm yan eroyêm?/le nêwan werîn û riwanda/werzêkî dîkey nwêm.

Li vir hozanvan çûye ser mijara deryaya siruştê û xwe li wir dide nasîn. Ez guman nakim kesek bikare bêje ev xeyal destkird û qestebende ye.

Ebdullah Peşêw di şiîreke xwe ya hemasî de dibêje: Emsal bê çiya Newroz nakem/bê bonî giya Newroz nakem.

Gelek şiîrên hemasî bi vî rengî pir in û ev jî bi xwe wê rastiyê nîşan dide ku tew hilatina saleke nû jî girêdayî siruştê ye û gelo ev rastiya teqez çi ye ku wiha li mirov dike bêyî çiya û bêhna giya, destpêka jiyaneke nû nebîne û hest pê neke? Wek ku siruşt tev li nasnameya takekesê Kurd bûbe!

Yek ji helbestên mamoste Qanî bi navê (Kotir û Rawçî), bi zimanekî pir sade, behsa yek ji şêwazên xedirkirina mirovan li siruştê dike.

Siruşt û Xemsariya Rewşenbîrên Kurd

Di jiyana îro ya rewşenbîran de ezmûnên rojane guherîne. Wek mînak eger heyamekê şaîrekî cihê civana wî tenişta kaniyeke binya zozanan bû, niha bûye “café shop.” Yan eger bigota: Çavên te gurzek gul bi pelweşînê ve dişînin, niha dibêje: Çavên te peyamekê bi Bluetoothê ji min re dişînin! Pir ezmûnên din jî ku mirovê îro destkird kiriye, diyar e ku di vê beşê ji pêşveçûn û bajarîbûnê de şaîr an nûser bê desthilat maye, lê jixwe di dinyaya ber bi modernîzmê ve diçe, kavilkariya jîngehê û krîzên jîngehê bi şêweyeke cidî dest pê dikin.

Ji tevahiya vê mijara kurt tiştek kêm bû yan em dikarin bêjin ku qelşek di naveroka mijarê de hebû. Ew jî ew e ku rast e rewşenbîrên Kurd bi dirêjiya dîrokê xizmeta misêwa nîşan dane, lê di warê berevaniya siruştê de pir xemsar bûne. Dibe ku berhemên ku behsa parastina siruştê dikin bi dîtineke rewşenbîrî, li ser tiliyên dest bên hejmartin. Lewma ez hêvîdar im bi çavekî vekirîtir û cidîtir li vê krîzê bê mêzandin û ev qelş zû bê tijîkirin.

Di dawî de û cuda ji mijarê, wek Francis Ponge dibêje: «Mirov paşeroja mirov e. » Bi vê hevoka giranbuha ji me re derdikeve ku siberoja mirovan girêdayî hev e. Xerîbbûna mirov ji siruştê mirov dike kesekî destkird û bêhest û bêruh.

Tiştek jî ku pir balkêş û cihê metirsiyê ye, mifawergirtina xirab a sermayedaran e, ku bi kavilkirina siruştê ji bo berhemanîneke zêdetir û curbicuriya berhemên wan pirsgirêka herî mezin a vê xerîbbûna mirov ji siruştê ye. Herwiha bûye sedema zêdebûna hejmara mirovên hejar û peydabûna hejmareke kêm a dêw û qeraseyên ekonomiyê ku hemû sermaye di nav lepên wan de komî ser hev bûye.

Aram Fethî-Rudaw

Ji Soranî: Besam Mistefa             

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply