Pesin û Rexne -3-

Rexne û pesin du aliyê madalyonê ne. Bi hevdu re girêdayî ne, hevdu teman dikin. Çawan ku di jiyana civakan de, ya kesayetiyê de tiştên baş û xirab hene. Gelek tişt jî hene ku li aliyek ve rexne lê tê girtin, li alîyê din jî pesnê wê tête dayin. Hinek tişt hene ku hêjayê pesnê ne. Mirov li tiştekî rexne bigire, kêmanî û çewtiyê wê bibêje, nayê wê maneyê ku di ew tişt de tiştên ku divê pesnê wê jî bê dayin nîn e.

Wexta ku mirov pesnê karek, xebatek, an jî berhemek dide, ji bo ku ew tişt pesnê heq kiriye mirov pesnê wê dide. Berhemek lêkolînê an jî berhemek edebî li gel kêmaniyê xwe pesnê jî heq kiriye. Wexta ku nivîskarek pesnê berhemeke nivîskarekî din dide, divê kesên din ji vê pesnê aciz nebin û vê pesnê bi hawayekî din şîrove nekin.

Em bibêjin ku yek rabe nivîsek binivîse û pesnê M. Emîn Bozarslan û Mehmed Uzun, bide, divê bête zanîn ku van nivîskaran bi xebata xwe, bi keda xwe, bi berhemên xwe vê pesnê heq kirin e. M. Emîn Bozarslan 30 sale ku bê rawestandin xizmet dike, berhemên hêja diafirîne, lêkolînên zanistî dike. Rahmetiyê Mehmed Uzun ji bo pêşketina edebiyata kurdî xizmetên gelek hêja kiriye. Gelek helbest û romanên kurdî nivîsandiye. Pirtûkxaneya kurdî dewlemend kiriye. Min van herdu nivîskarên hêja wek minak da nîşandan ku, baş bê fêmkirin carna çima pesin pêwîst e.

Di hêla ramanên felesefî de jî mirov mêze bike, li hinek tiştan hem divê rexne bê kirin û hem jî pesnê wê bê dayin. Lê li cem kurdan ev tişt bi hawayekî din hatiye fêmkirin. Kurd heger pesnê tiştek bidin, êdî qet rexne lê nagrin, yan jî heger rexne li tiştek bigrin hendî qet pesnê wê nadin. Ev ji şaşîtî û baş ne têgihîştina tiştan tê.

Di danasîna pirtûkeke edebî de, divê hem pesnê wê pirtûkê bê dayin (pirtûkek çiqas qelsb e, çiqas xeletiyê wê jî hebe, miheqeq cihên wê yê pesnê jî heye) û hem jî heger hebe kêmanî û xeletiyên wî jî bê gotin.

Metoda danasîna pirtûkan, medoda rexnegiriyên edebî, metoda nirxandina berheman divê bi vê tewirî be. Metodên weha metodên îlmî-zanîstî ne. Wek mînak; di malpera kovara Mehname’yê de, nivîskarê kovara Mehname’yê Huseyîn Muhamed di nivîsa xwe ya “Karekter û rewşa gelê kurd di romana “Fîlozof”de vê metoda zanîstî bi kar haniye. (Fîlozof Katibê Şêx Saîd navê romanek min e.) Divê nivîskarên Kurd wexta ku berhemek binirxînin yek alî nebin. Bi çavekî objektîf, bi du alî wê berhemê binirxînin.

Nivîs a bidomê (3)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply