Pêşengeha nîgersazê kurd li Stenbolê

Pêşengeha nîgersazê kurd li Stenbolê

Nîgarsazê kurd Ahmet Guneştekîn ku di nava sereketirîn hunermendê cîhanê de tê nîşandan, bi pêşengeha xwe ya nû li pêşberî hunerhezan e.

Ahmet Guneştekîn Gûneştekîn di pêşengeha xwe ya bi navê ‘Poetîkaya Mîtolojiyê’  de cîh dide berhemên xwe yên kevn û nû. Di tevahiya berheman de jî reng, deng û metaforên Mezopotamyayê têne goncivandin.

Şaredariya Beyogluya Stenbolê dansala çand û hunerê ya 2016 û 2017’an da dastpêkirin û gelek çalakiyên hunerî û xebatên estetîkê jî bi rê ve diçin.

Di çarçoveya dansalê de jî pêşengeha Ahmet Gûneştekîn herî zêde balê dikêşe. Nîgarsazê ku berhemên wî li mezintirîn galeriyên cîhanê têne pêşandan, di pêşengeha xwe de cîh dide bi dehan berhemên xwe yên giranbuha.

Ahmet Buz ji Rûdawê re got: “Pêkane ku meriv bibêje Ahmet Guneştekîn yek ji dehayên welatê me ye. Ji ber ku berhemên ku ew çêdike li qada navdewletî têne teqdîrkirin. Ji Batmanê derketiye û rêya xwe bi nêynûgên xwe kolaye û hateya vê merhaleyê.  Bi ya min Guneştekîn rûmeteke welatê me ye.”

Guneştekîn di hemû berhemên xwe de cîh dide çîrok û raçînka çandî ya Mezopotamyayê.

Nîgarên ku ji nava berhemên wî yên salên dirêj bi taybetî hatine hilbijartin efsane, vebêje û mîtên dîrokî bi zimanê hunerî yê modern dispêrin û pêşkêşî hunerhezan dikin. Bo mînak, efsaneya Şahmaran, Zûmrûdû Anka, Pegasûs an jî îkarûs.

Ahmet Guneştekîn jî wiha got: “Min zaf tadeyî dît li Tirkiye. Heya ku li dinyayê hatim naskirin jî min pir tadeyî dît. Qebûlbûna nasnameya min, qebûlbûna hunera min. Min gelek tadeyî dît. Lê li cîhanê ne wiha ye. Deh sal berê ji rengên min aciz dibûn. Digotin ew rengê kurdî ye, yên Mezopotamya ye. Min deng hindik kir vêcarê ji çîroka min rehetsiz bûn. Min Anatoliya, Yûnanî xist nav dîsa jî rehetsiz dibin.”

Pêşengeha ku li Navenda Hûnerê ya Şaredariyê hate vekirin dê bi dirêjahiya mehekê vekirî be. Kesên ku bixwazin dikarin bê pere ew berhemên ku li derdora hunerê weke şaheser têne bi navkirin û rêwitiya hunermend ya ku ji Batmanê destpêkiriye hetanî  New York û Venedîkê çûye bibînin.

Rûdaw

 

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply