Pêşbaziya Lîstikên Gelerî

Li Agiriyê peşbaziya listikên gelerî hat li darxistin. Di çarçoveya pêşbaziyê de dibistanên seretayî û navîn, digel ekîbên xwe beşdar bûn. Timên foklorê ji bo yekemîntiyê hewleke mezin da.

Li Agiriyê di çarçoveya çalakiyên sporê yên di navbera dibistanan de pêşbaziya lîstikên gelerî hat lidarxistin.

Dibistanên Seretayî û Navîn, digel ekîbên xwe yên foklorîk beşdarî pêşbaziyê bûn.

Lîstikvanan bi cilûbergên xwe yên herêmî hûnereke mezin pêşandan.

Pêşbazî li Eywana Sporê ya 15 Nîsanê hat lidarxistin û welatiyan jî eleqeyeke mezin nîşan da.

Di navbera ekîbên folklorîk de hewleke mezin bo yekemîntiyê hebû.

Listîkvan, ji pêşbaziyê dilşad bûn û xwestin ku di pêşbaziyan de bi ser kevin.

Di beşa Dibistanên Seretayî de dibistana 15ê Nîsanê, di beşa Dibistana Navîn de jî dibistana Alparslanê serkeftî bûn.

Tîmên yekemin wê di pêşbaziyên lîstikên gelerî yên Koma Herêmî de Agriyê temsîl bikin. 

Jêder: trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply