Duşem , Êlun 23 2019
Destpêk / Çand / Pêşangeha pirtûkan a Stenbolê dest pê kir

Pêşangeha pirtûkan a Stenbolê dest pê kir

Yek ji mezintirin pêşangeha pirtûkan li Stenbolê destpê kir. Di vê pêşangeha mezin de nêzîkî 800 weşanxane beşdar dibin Ev pêşangeha ku 9 rojan berdewam bike de nêzîkî 10 weşanxaneyên Kurdî û bi giştî 800 weşanxane beşdar dibin. Di fuarê de gelek welatiyên Kurd jî ji bo ku pirtûkên Kurdî bikirin berê xwe didin vê pêşangehê.

37 mîn pêşangeha pirtûkan ya Stenbolê bi beşdariya 800 weşanxaneyan deriyên xwe ji bo xwîneran vekir. Di vê fuara mezin de dinav 9 rojan de 300 çalakiyên wek panel, gotûbêj, xwendina şîîran, atolyeyên zarokan, îmzekirina pirtûkan û gelek çalakiyên cida cida dê bêne rêvebirin. Ev pêşangeha ku welatiyan eleqeyek mezin nîşandayîn de wek her salan îsal jî gelek weşanxaneyên Kurdî beşdar dibin. Di vê fuara qerebalix de Kurdên Stenbolê jî eleqeyek baş nîşanî weşanxane û pirtûkên Kurdî dan. Yek ji Kurdên ku li Stenbolê bicihbûyî dibêje zimanê Kurdî dibin xeterêyê de ye ji ber wê lazim e her Kurdek xwedî li zimanê xwe derkeve.

Hinek xwendevanên Kurd jî dibêjin bi rêya van pêşangehên mezin piraniya weşanxaneyên Kurdî li yek cihî komdibin ev jî ji bo peydakirina pirtûkên Kurdî dibe derfeteke giring. Hinek welatiyên dî jî dibêjin di gel ku li stenbolê bi milyonan Kurd dijîn lê eleqeya bo pirtûkên Kurdî kêm e.

Ev pêşangeha ku nêzîkî 10 weşanxaneyên Kurdî û bi giştî 800 weşanxane beşdar dibin dê 9 rojan bi milyonan pirtûkan bîne pêşberî xwîneran û tê pêşbîni kirin nêzîkî 1 milyon kes di van rojên pêşangehê de serdana vê derê bikin

K24

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Di wêjeya Kurdî de Newroz

Helbestvanên kurd ji berî hezar û sedê salan behsa Bewrozê di berhemên xwe de kirine. …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *