Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî

Bi dehê salan e ku li vî welatî ne tenê “Genozid”eke çandî an jî  Genozideke sipî heye. Ez behsa dîrokê nakim ku ji 1923’yan ve heta niha çandek tê talankirin, zimanek tê kuştin û miletek tê qirkirin. Ezê tenê behsa pêşangeha pirtûkan bikim, ya ku di navbera 25 heta 30.09.2018’an de ji hêla TUYAP’ê ve li Amedê lidardikeve. Di bernameya pêşangehê de sê xalan bala min kişand û dixwazim têbîniyên xwe li ser wan binîvisînim.

Yek jê ew e; tunebûna zimanê kurdî di afîşan de nîşana wê yekê ye ku ev pêşangeh rasterast wekî encama atmosfera siyasî ya desthilatdar encam dide. Nexasim ku şaredariyên kurdan di riya hilbijartinan de bidestxistibûn bi kayûman ji wan hatine stendin û pêre jî afîşên bi zimanê kurdî, berevajî salên din, nehatine çêkirin. Bi gotineke din, xwendevanên kurd li bajarekî wekî Amedê ku ji hêla kurdan ve li her derê wekî paytexta Kurdistanê tê pejirandin, wê tenê bi tirkî ji bo pêşangehê bêne vexwendin.

Xala din a ku bala min kişand mêvanê rûmetê ye. Ez dixwazim destpêkê vê bêjim, ku rêz û hurmeteke min a mezin ji nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan re heye û tu têkiliya vê têbîniya min bi cenabê wî, wekî kes û wekî nivîskar tune ye. Bê guman ew hêjayî rûmetdayînê ye, lê bi dehên salan e ku li gelek bajarên tirkan pêşangehên pirtûkan çêdibin. Wekî mînak li Stenbolê jî ermenî dijîn, çima carekê li bajarekî tirkan nivîskarekî ermenî nakin mêvanê rûmetê?
Li girîngtirîn bajarê kurdan, di pêşangeheke pirtûkan a salane de, çima wê mêvanê rûmetê ne nivîskarekî kurd be?

Li ser beşdariya weşanxaneyan diyar e ku weşanxaneyên kurdî wê di bin siya weşanxaneyên tirkî de bimînin, wê pirtûkên kurdî yên “feqîr” di bin deryaya pirtûkên tirkî de belengaz, perîşan û bê xwedî bimînin. Wisa jî wê zimanê kurdî li hember serdestiya tirkî melûl, birîndar û “keçek” xuyanî bike.

Ji vê yekê wêdetir, balkêş e ku wê di roja dawiyê de romannivîsekî kurd ji Amedê ji xwendevanên kurd re li ser “Duh û îroya romana tirkî” baxive.

Gelo pêdiviya xwendevanên romanan ên kurd bi agahdariyên li ser romanên kurdî hene yan yên tirkî?

Gelo eger ev ne teşwîqkirina xwendina romanên tirkî û cihbicihkirina heyraniya ji bo zimanê tirkî be, ev çi ye?

Di baweriya min de, di pêşangeheke pirtûkan de ku li Amedê çêbibe, divê weşanxaneyên kurdan wekî xwediyên malê û yên din wekî mêvan bin. Zimanê kurdî zimanê sereke û yê tirkî wekî zimanê duyem be. Wisa jî “Duh û îroya” pirtûka kurdî bê gotûbêjkirin, ne ku ya tirkî. Nexasim cihên ku duh û îroya pirtûkên tirkî lê bêne gotûbêjkirin ji bilî Amedê bi dehên bajaran û bi sedên saziyan hene ku dikarin vî karî ji nivîskarên Amedê baştir bikin.

Helîm Yûsiv-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply