Perwerdeya Taybet

Perwerdeya taybet; ew kesên hewcedarê perwerdeyeke ji rêzê cuda, li gor kanîn û kêrdariyê ji bo têrkirina pêşveçûneke kesayetî û civakî, perwerdeya stendina bi personelên taybet e. Di vê warê de nasîna perwerdeya taybet ji sê beşan pêk tê. Kesên hewcedar, perwerdeyeke ne ji rêzê û personelên taybet. Kesên hewcedar; di jiyana civakî û kesayetî de yên nikarin pêdiviyên xwe bi cî bînin û hewcedarê kesên din in re dihê gotin. Ji ber hin sedeman ku di dawiyê de bi kûrahî dê were vegotin, mirov şarezayên xwe wunda dike an nikare hînî ew zanyariyê bibe. Ji ber vê hawê hewceyê bi derdor an alv û maûran dibe. Perwerdeya ne ji rêzê, ew kesên ku ji ber hin sedemên domdar, giran û genetîkî, bi ti hawî nikarin ji perwerdeya fermî yan berbelav sûdê werbigirin re, perwerdeyeke guncaw ango ne ji rêzê dihê amadekirin. Helbet ji bo vê perwerdeya ne ji rêzê jî, divê personelên di vê mijarê de taybet hatine amadekirin, ders û waneyê bidin.   Ji bo nasîna perwerdeya taybet, baştirîn were nasandin divê ev têgînên jêrîn baş  bizanibin.

Evana; 

     Derbexwarin

     Nekanîn

     Asteng

 

Derbexwarin

Bi encama curbecur sedemên berî jidêbûnê, dema jidêbûnê û dawiya jidêbûnê; di yek lebatî an zêdetir de wundakirina demkî yan jî  wundakirina domdar re xerabiyekî avadan an jî bikarhênan e. 

Mîna van rewşên; tunebûna lingan, felçbûna destan, negirtina tiliyan û di tûreyên çavan de xerabiyek, her yek derbexwarinek e. 

Nekanîn

Ew rewşa ku di encama derbexwarinê de lebatên ji xebata xwe de bikeve ye. Di encama  derbexwarinê de mirov, di jiyana xwe de rastî sextiyê tê. Û serîderketina di hinek sextiyan de kêm dimîne, nikare biserkeve. Wê demê ew derbexwarin dibe nekanîn. Ango dibe kêmanî û kêmasî. Yanî heya mirov di jiyana civakî an kesayetî de rûbirûyê sextiyê nebe, derbexwarin nabe nekanîn.

Ji ber ku ling tune, nikare bimeşe, ji ber xerabiya di tûreyên çavan de nikare bibîne. Aha evan rewş her yek nekanîn û nekêrdarî ye. Û kesên bi vê nekanînê rûbirû mane re nekanyar dihê gotin. 

Asteng

Ew rewşa nebicîanîna wan rolên ku civak jê hêvî dike ye. Heger ku ji ber nekanînê  mirov nikaribe  wan rolên ku civak jê dixwaze bîne cî, ew demê nekanîn dibe asteng. Mîna ku wan zarokên lingê wan tune û di dersa werzînê de ji wan bê xwastin ku xwe ji ser sendoqê re biavêjin, û ew jî heger ji ber derbexwarina ku bûye nekanîn, xwe nikaribin ji ser sendoqan re biavêjin, wê demê astengî xwe derdixe pêş Û nekanîn dibe asteng. An jî meriv, ji zarokên nabînin an pirkêm dibînin bixwaze, wekî mirovekî saxlem bixwînin û ew jî ji ber nekanîna xwe nikaribin bixwînin, ev dibe asteng. Astengî zêdetir bi civak û derdorê ve girêdayî ye. Ango nekanîneke li civaka me asteng be û dibe ku li civakên din bi astengî neye nasandin. Ev nasandin li gor zanîn, nêrîn, çand û kultura civakan diguhere. Li gor civakên bi çanda nêçîr û paleyê ve girêdayî, tunebûna destan astengiyeke mezintirîn e. Lê belê li gor civakeke nûjen û pêşverû, tunebûna destan ne asteng e li hember hilberînê. Û her wuha nekanîna tunebûna destan nabe asteng ji bo nekanyar.  

Di çêbûna astengê de sê faktor bandorbar in û digel vaya ev her sê faktor jî bi hev re girêdayî ne. Ango yek a din dişopîne. Rê li ber vedike yan li ber digire;

Asteng;

Li gor hêviyên civakê  yên derbarê kesên ji nekanînê bandoryar bûne,

Li gor wan karên ku ji wan kesên ji nekanînê bandoryar bûne dihê xwastin, 

Li gor wan kesên ji nekanînê bandoryar û kesên derdora wan çi wateyê didin nekanînê, diguhere.

Nekanîn(nekêrdarî), di hinek qadan de dibe ku bibe asteng, lê belê di hinek qadan de jî dibe ku bandoriya xwe nîşan nede û nebe asteng. Zarokekî li rûbirûyê nekanîna hişmendî, dibe ku ji aliyê akademîk ve li dibistanê rûbirûyê astengan bibe. Lê belê di qadên din de, dibe ku çi ji ber nêrîna civakê ya li nekanînê û çi ji ber tabetmendiya nekanînê, bandoriya xwe nîşan nede û li astengan rûbirû nemîne. Her wuha zarokekî bêling dersa werzînê de astengiyan dê bibîne, lê belê dersa Kurdî de ti astengan nabîne. Ango nekanîn, hinek qadan de xwe xuya nake û mirov bi civatê re lihev tevdigere. Lê belê di hinek qadan de jî nekanîn, bi astengî xwe nîşan dide. Digel vaya nekanîn, di warê astengiyê de li gor  nêrîn û ramana civakê diguhere. Mînak; civaka me de kesên nekanyar dihên parastin, lê belê di hin civakan de; nexweş, şeytan, hevalên cinan dihên dîtin. Û ji ber vê hawê nekanîna wan di çavê civakê de dibe asteng ji bo kesên nekanyar.

Zarokên nekanyar; bi mamosteyên taybet ku hatine perwerdekirin, bi bernameyên perwerdeyên kesanekirî yên taybet, bi rêbazên guncaw li qadên gorî wan hatine guhertin, divê werin perwerdekirin. Ji bo ku nekanîn nebe asteng, du mijarên girîng hene:

1. Divê jîngeha zarokên nekanyar li gor ew asan bijîn, were damezrandin. Mînak ji bo zarokên ortopedî divê ji dêleva pêlikan qiyama pêlikan were avakirin da ku bi ereba xwe xweş hilkişin.

2. Zûtirîn perwerde; ji bo kesên nekanyar divê zûtirîn demê de perwerdeya wan were amadekirin û dayîn. Ji ber ku heger kesên nekanyar dema niqrîzî derbas bike, dibe êdî nema karibe sûdê werbigire. Ji ber vê hawê perwerdeya taybet bi zûtirîn demê divê were dayîn, daku nekanîn nebe asteng.

Heger ku ev her du mijar were dabînkirin, dê gelek nekanîn werin astengkirin. An na gelek nekanîn dê bibin asteng.

Lê belê li herêma me û  welatên rojhilata navîn perwerdeya ji bo van zarokan tê dayîn, gelek kêm û sînordar e. Sererastkirina fîzîkî ya dibistanên van zarokan, bernameyên wan ên kesanekirî li gor zarokên normal an jî li gor dilê mamosteyan tê çêkirin. Ji xwe gelek malbat jî bi çavê deriyê rizq li van zarokan dinihêrin. Û çavê wan li çend diravên mûçeyên van zarokan e. Helbet stendina vê mûçeyê mafê zarok û malbatê ye. Lê belê ya pêştir ev mûçe, ji bo kalîtekirin û pêşkewtina jiyana van zarokan e.  Heger ev mûçe, li derên nelicî were xerckirin, dê ti bandoriyeke erênî li zarokên nekanyar neke. Ev jî dibe astenga li hember van zarokan. Û ev nêrîna civak û malbatê, li ber perwerdeya zarokên nekanyar astengiyeke mezin derdixe. 

Perwerdeya taybet, wekî ku ji navê wê jî tête fêmkirin şaxeke perwerdeyê ya pisporî ye. Perwerdeya taybet ji berê de hebû, lê belê bi awayên cuda dihate dayîn. Ango ji dewrê kevn û qedîm de jî ev perwerdehî hebû. Wekî di çaryeka sedsala nozdehan Dr. Itard, li daristana Averonê ya Frensayê, Victorê daristanî  perwerde kir. Li aliyê din xebata mûcîzevî ya Mamoste Anne Mansfield Sullivanê li xwendekara wê Helen Kellerê. Helen Keller, biçûkatiya xwe de ji ber nexweşiyê, him ker, him lal, him jî kor bibû. Mamosteya cuwan  Anne Mansfield Sullivan,  destê Helen Kellerê da ber avê. Û  pêşî hêdîka gote; a-v, paşê jî bi hijdînka gote; av.  Ev yekem peyv bû ku Helen Kellerê dibihîste.

Perwerdeya, ji bo kesên pêdiviya wan bi perwedeyeke cuda, bi bername û rêbazên pêşverû, bi alikariya personelên taybet hatine perwerdekirin, li gorî kêmanî û zêdehiya wan li qadên guncaw tê dayîn re, perwerdeya taybet dihê gotin. Perwerdeya taybet tenê ne ji bo kesên nekanyar dihê dayîn. Di heman demê de ji bo kesên kanyar jî dihê dayîn. Ew kesên zîrek ku perwerdeya asan wan paş de dihêle, li gor zanîn, şareza û kanîna wan, bi plan û bernameyên kesanekirî perwerdeya taybet dihê dayîn. 

Heger zarokek;

  • Di perwerdeya ligel hevalbendên xwe de sextiyê bikêşe,
  • Di dibistanên herêmê de ji perwerdeya hevalbendên wê/wî re hatiye dabînkirin nikaribe mifadar bibe, 
  • Heger plan û bernameyên asan ji bo xwendevanî/ê nekêrhatî be divê ji bo wî/ê perwerdeyeke taybet a kesanekirî were dabînkirin.

Li wan zarokên ku hewcehî û cudahiyên wan ji zarokên din zêdetir, ji bo behremendiyên zarokên jêhatî derkeve asta bilind, ji bo rê li ber nekanînê bigirin ku nebe asteng, ji bo kesên nekanyar ku bi tê ra xwe bên û  bibin kanyar, tevlî civakê bin,  bibin hilberînerekî/e azad û şarezayên xwe bikemilînin, perwerdeya taybet dihê dabînkirin. Di vê nasînê de jî dihê xuyadan ku perwerdeya taybet, tenê ne ji bo kesên nekanyar e. Her wuha perwerdeya taybet, ji bo zarokên jîr,  jêhatî û kanyar e ku, di şareza û behremendiyên xwe de ser bikevin dihê dabînkirin. Ji bo van zarokan jî perwerdeyeke taybet  a zûbizû dihê amadekirin. Zarok ji ber ku li gor hevalbendên xwe zûtir hîn dibe û perwerdeya asan, wî/ê li paş diihêle, divê bi plan û bernameyên zûbizû derbas bibe û perwerdehî ew acis neke ku acisbûn jî yek astengê li hember hînbûnê ye. 

RÊGEZÊN PERWERDEYA TAYBET

Perwerde, tenê ne bi dana perwerdehiyê ye. Perwerde bi plan û bername, bi dem û zemanê, bi rêgez û nirxandinê tomerî ye. Ji bo perwerdeyeke serkeftî, divê ev tev, bi hev re wekî diranê çerxê werin bikaranîn. Heger yek ji wan kêm an tune be, teqez dê perwerde negihêje armancên diyarkirî. Ji ber vê hawê divê hemî têkildarên perwerdeyê werin bikaranîn. Her wuha ji bo armancên perwedeya taybet jî bicî werin, divê li ser çend xal û rêgezan were sekinandin. Ev rêgez;

1. Divê hemî zarokên ku hewcehiya wan bi perwerdeya taybet heye; li gor bal, daxwaz, kanîn û behremendiya wan, ji perwerdeya taybet werin sûdgirtin. Perwerdeya taybet, rêgezên mafê zarokan a navnetew dipejirîne. Ferq û cudahiyê naxe navbera ti zarokan û her zarok xwedî mafê xwendinê ye. Lê belê ev yek nabe ku wekî hin malbat zarokên xwe jîr û zîrek nîşan bidin û tevlî refa perwerdeya zûbizû bikin. 

2. Ji bo xwendin û nivîsandin, şarezayên civakî û kesayetî, demên niqrîz hene. Heger zarok, ev demên niqrîz bê perwerdeyê derbas bike, di demên din de fêrbûna van şarezayan sexttir bibe. Û heger sermijar zarokên nekanyar bin, ev yek sexttir dibe. Ji ber vê hawê divê zûtirîn dest bi perwerdeya  zarokên hewcedar ên peywerdeya taybet, were kirin. Çiqasî zû dest bi perwerdeyê were kirin, hew qas perwerde, bandoriyê dê bike. Û zanîna zarokên hewcedar dê zexm û saxlemtir bibe. Yan na dê fêrbûna zarokên nekanyar a xwendin û nivîsandinê  dê qet ser nekeve. Û heya wekî gelek zarokên ji xwendinê bêpar mane, dê ji xwendin û nivîsandinê bêpar bimînin. 

3. Zarok herî bêtir li derdora xwe hîn dibe. Wekî ku Vygotskyî daye destnîşan “qada pêşveçûna nêz” ango kesên derdora xwendevan, pir girîng e. Xizmetguzariyên perwerdeya taybet, heta ji dest were, bêyî dûrxistana ji derdora zarokên hewcedar a civakî û fîzîkî, tête plandayîn û dabînkirin. Û zarokên nekanyar bêtir ji derdora xwe hîn dibin. 

Mînak; xwendevanekî min bi navê Hafiz ê pola sêyem a dibistana seretayî hebû. Hafiz, bi raporta  nekanyariya hişmendî hatibû etîketkirin. Digel vaya Hafiz, pir xeber û dijûn dida. Heger dê û bav an mamoste nehiştina tiştekî bike, ji erd û heta ezman xebaran dida. Bi bernameyeke kesanekirî, bi zexmkir û serişteyan min li polê reftara wî ya neyênî ji holê radikir. Lê belê dibû sibe, Hafizê min carde bi heman reftarê neyênî dihate dibistanê. Min li vê rewşa wî ajot, da ku kî van tevgeran hew qas asanî nîşanî Hafizî dide. Tu nabê Hafizê min, bi serwîsa xwendevanên dibistana amadehiyê de dihate dibistanê. Di serwîsê de xwendevanên cuwan ên amadehiyê jî xeberok bûn. Hafiz jî her ku ji wan re xeber dida, pê dikeniyan. Ji ber vê hawê xeberokiya Hafizî zexm kiribûn. Ev jî xuya dike ku qada pêşveçûna nêz, di perwerdeya zarokan gelek girîng e.  

5. Li ser sekna performansa perwerdeyê ya zarokên hewcedar; perwerdeya lihevanîn di armanc, naverok û pêvajoyên fêrkirinê de ligel hevalbendên wan ên kanyar, pêşane tête dayîn. Pêşane li ser wê yekê dihê dayîn ku, zarokên hewcedar bi hevalbendên xwe yên kanyar re bi hevdemî werin perwerdekirin. Heta ji dest bê, divê zarokên hewcedar ji hevalbendên xwe yên kanyar neye dûrxistin. Ji ber ku ev etîketkirin û ji hevalbendan dûrketin, dê bandoriyeke neyênî li ser hestiyarî û serkeftina akademîk bike. Lê divê ji perwerdeya lihevanînê jî hin guhertin were kirin. Divê pêşî pêşî mamoste û xwendevanên heman polê werin agahdarkirin. Da ku zarok li wan nexin, an wan ji aliyê hestiyarî ve neêşînin, divê zarokên polê werin agahdarkirin. Tenê ne bi mamoste û xwendevanên polê, divê ji rêvebir heya  xizmetkarên dibistanê di vê mijarê de werin agahdarkirin. Heger derdora zarokên nekanyar aram û li gor wan  be, dê pêvajo asantir û li gor serkeftiya wan be. 

6. Zarokên nekanyar her demê ne li cem malbat an mamosteyê ne. Her wuha li cihê cûr be cûr perwerdeyê distînin. Heger di navbera van waneyên perwerdeyê de têkilî û hemahengî tune be, dê serketineke berbiçav neye bidest xistin.  Di perwerdeya taybet de bar dikeve ser milên her beşên berpirsiyar ên perwerdeyê û divê têkiliyeke xurt di navbera van berpirsiyaran de hebe. Her beşa perwerdeyê di fêrkirina kesên nekanyar de ne bi serê xwe ye. Divê her sazî û beşên berpirsiyar ên perwerdeya taybet di perwerdeya zarokên nekanyar ligel hev û  bi têkiliyeke xurt tevbigerin. Ji bo ku zarokên hewcedar di her cûre û astê de perwerdeya xwe bênavber bidomînin, divê hevkariyê ligel her cûre sazî û dezgehên rehabilîtê pêk bînin. 

7. Li gor nekanîn û kanîna zarokên hewcedar, bi plan û bernameyên kesanekirî perwerde dihê sazkirin û dayîn. Ji ber ku kesên nekanyar ji bernameyên gelemper nikarin mifadar bibin, li gor kanîn û nekanîna wan, bi rêbazeke zanyar û profeşyonel, bernameyên taybet dihên amadekirin. Ji bo zarokên hewcedar, bernameya hînkirinê ya kesanekirî tê pêşxistin û bernameya hînkirinê ya kesanekirî tête sepandin. Ango divê bername, bersiva nekanîna wan bide, da ku jiyana azad bi serê xwe ser bikevin. Ji xwe ji armancên perwerdeya taybet yek jî, bi kêrîxwehatin e. Û kanibe bi tena serê xwe jî bijî.

8. Helbet barê girantirîn yê nekanî zêdetir dikeve ser milê malbatan jî. Ji ber vê hawê yek ji sedema perwerdekirina ev zarokên hewcedar jî aramkirin û asankirina jiyanê malbatê ye. Perwerdekar tenê bi çend saetan ligel zarokên nekanyar dimînin. Lê belê malbat heta hetayê bi zarokên xwe yên nekanyar re ne. Ji ber vê hawê şarezayên ku dê hêsaniyê him ji bo zarok û him jî ji bo malbatê bidin girîng in û divê pêşî werin fêrkirin. Ji bo vê jî têkilî û hevkariyeke xurt pêwist e. Digel vaya malbat zêdetirîn zarokên xwe dinasin. Zarokê hewcedar ji çi hez dike, ji çi hez nake, çi dike û çi nake; hemiyan ji mamosteyan bêtir dizanin. Malbat bi hevkariyeke xurt û erênî jî li gel mamosteyan bibin, da ku zarokê hewcedar serbikeve. Ji ber vê hawê divê malbat, di her asta perwerdeyê de bi awayekî çalak cîh bigire û alîkarê mamoste be.

9. Helbet ev hevkarî, tenê bi malbat û mamosteya naqade an tenê bi malbatan ve sînordar naye kirin. Ji bo pêşveçûna polîtîkayên perwerdeya taybet, bi her cûre komeleyên derbarê zarokên nekanyar ên çalakiyan li dar dixin re hevkarî tête kirin. Perwerdeya taybet jî wekî beşên perwerdeyê ên din her dem pêş ve diçe. Bi têkiliya van saziyan him mamoste ji aliyê perwerdeyê de dê xwe pêş de bixe, him jî zarokên nekanyar dê bêtir ji perwerdeyê werbigirin. Û dahatûya perwerdeya taybet dê were ronîkirin û vekirin.  

10. Belê, mirov bi civakê ava dibe. Ango mirov aferînereke civakî ye. Ti kes bi tena serê xwe nikare bijî. Ji ber vê hawê zarokên hewcedar jî pêdivî bi civakebûnê hene. Ango divê hînî civakê, hînî destûrên civakê û hînî qedexeyên civakê bibe. Heger zarok hînî van tiştan bibe, dê jiyana xwe asantir bijî. Herwuha xizmetguzariyên perwerdeya taybet jî, ji bo zarokên hewcedar ku pêwendiya wan î civakî û civakebûniya wan xurtir bibe, tête plandayîn.

 

Mustafa RÊZAN

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply