Perwerde û Hezjêkirina Zarokan-Xutbe

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا قُوا أَنْفُسَكُمْ وَأَهْلِيكُمْ نَارًا وَقُودُهَا النَّاسُ وَالْحِجَارَةُ عَلَيْهَا مَلَائِكَةٌ غِلَاظٌ شِدَادٌ لَا يَعْصُونَ اللَّهَ مَا أَمَرَهُمْ وَيَفْعَلُونَ مَا يُؤْمَرُونَ (6) التحريم

Bawermendên birûmet!

Ew Xudayê ku ronahiya erd û asîmanan e, nîmetên  bêhejmar dane beniyên xwe. Ji wan nîmetan yek jê zarok in. Zarok xemla jiyana mirov, fêkiyê wê û çavkaniya herî mezin a paşeroja gelan e. Ji bo vê yekê, dînê Îslamê girîngiyeke mezin daye perwerda zarokan. Di ayeta ku min di serê xutbeya xwe de xwendî de, Xuda Teala wiha dibêje: “Gelî bawermendan! Xwe û malbata xwe ji agirekî biparêzin ku êzingê wê mirov û kevir in. Li ser wê milyaketên dil stûr û dijwar hene, li ber fermana Xuda ranabin û tişta ku fermanên wan pê hatî kirin, dikin.”[1] Pêxemberê me rojekê kurmamê xwe Ebdullah, li pişt xwe siwar dike, hem pê re diaxive û hem jî li riya xwe dewam dikin û wiha jê re dibêje: “Ey kurikê min  ka binêre ez ê te hînî çi bikim: Mafê Xuda biparêze da ku ew jî te biparêze. Mafê Xuda biparêze da ku tu wî her tim li cem xwe bibînî. Gava tu tiştekî bixwazî ji Xuda bixwaze û alîkariyekê jî bixwazî dîsa ji Xuda bixwaze. Tu vê bizanibe, ger ku tevahiya afirandeya (mexluqatan)  li ciyekî bicivin da ku alîkariya te bikin, ew nikarin tu alîkariyekê bidin te, ji bilî tişta ku Xuda pê biryardayî pê ve. Dîsa ger ku bicivin da ku ziyanekê bidin te, nikarin bidin te, ji bilî tişta ku Xuda ji te re teqdîr kirî pê ve.”[2]

Misilmanên birûmet!

Pêxemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Ji zarokan re li ser dê û bavên wan sê maf hene: “Gava zarokek ji wan re çê be, navekî xweş lê bikin, gava têgihîşt, Quranê pê bidin xwendin û gava xame bibe, wî bizewicînin.” Eger em zarokên xwe di piçûkahiya wan de, perwerde nekin û bi xemsarî tevbigerin, gava ku mezin bibin û li ber me rabin, tu mafê me yên gazindan nîn e. Li ser dema Xelîfetiya Îmamê Emer, yek tê û kurê wî jî pê re ye. Ji xelîfe re wiha dibêje: Ev kurê min li ber min radibe. Îmamê Emer ji kurê wî re dibêje: Ma tu ji Xuda natirsî? Tu çawa li ber bavê xwe radibî? Xwe pê re aciz dike. Li ser vê wî ciwanî jê pirsî: “Ya emîrê muminan! Ma mafê zarokan li ser dê û bavên wan tune ye? Îmamê Emer got  belê heye û wiha rêz kir: Gava ku bav bizewice pêwîst e bi jineke esîl û exlaqdar re bizewice, gava ku  zarokek ji wan re çêbû, navekî xweş lê bikin û di perwerde û terbiya wî de, bi xemsarî tevnegerin.” Ewî ciwanî wiha bersiva Îmamê Emer da: Ez sond dixwim ku bavê min qîmet nedaye esîlbûnê, ew jina ku dayika min e  bi çar sed dirhemî kiriye û pê re zewiciye, navekî xweş jî li min nekiriye û ji kitêba Xuda jî, ka yek ayet çi ye, bi min nedaye xwendin. Li ser vê gotinê Îmamê Emer berê xwe dide bavê wî û wiha dibêje: Te pêşîn mafê kurê xwe li bin pê kiriye, tu hê jî dibêjî, kurê min li ber min radibe.

Misilmanên birûmet!

Ji bo vê yekê pêwîst e em zarokên xwe bi teşeyeke herî qenc  perwerde û terbiye bikin. Mijarên herî girîng ew in ku em Xuda, pêxember, Quran, dîn û diyaneta wan bi wan bidin naskirin. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “ Di heft saliya zarokan de emrê wan bikin bi nimêjkirinê. Di deh saliya wan de ger nekin cezayekî sivik bidin wan û cihê wan (di razanê de) cuda bikin.”

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  Et-Tehrîm 6.
[2]  Tirmizî sifatulqiyame 59

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply