Pazar , Ocak 24 2021

Pervin Çakar: Destana Kurdî pir zengîn e û kêrî opera tê

Pervin Çakar dengbêja opera ya Kurd, bi dengê xwe yê zelal û bilind karîbû cihê xwe di nav hunermend û dengbêjên mezin yên muzîka klasîk bigire.

Li Îtalya, welatê ku Çakar lê dijî, wê xelata yekem ji baştirîn dengê jinan re wergirt û beşdarî gelek operayên navdar yên mîna Carmina Burana ya Carl Orff’s, Deidamia ya Handel û Mozart navdarên muzîka klasîk ya Ewrupa bû.

Pervin bi xwe ji Mêrdînê ye. Wê bi piştgiriya malbata xwe, li Enqerê derbasî xwendina beşê muzîkê bû û dû re çû Îtalya û li wir beşê opera qedand.

Tevî ku ev neh sal in Pervîn li derveyê welêt e, ew girêdana xwe bi mal û cihê xwe jibîr nake û dixwaze ku ew jiyana Kurdistanê û hest û sawirên wê têxe nav berhemên xwe.

Pervin ji Dengê Amerîka re dibêje destanên Kurdî gelekî nêzîkî karê opera ye û ger kar li ser wan bên kirin, wê bi astekî bilind bên afirandin û bibin opera.

Wê herwisa got, asta dengê wê ya soprano, di asta bilind ya dengbêjiya klasîk de ye û di nav dengên Kurdî de ew ast, wek hunermend Meryem Xanim û Eyşe Şan peyda dibe.

“Hunermendên mezin yên wek Nîzamattîn Arîç, Ganî Mîrzo, Aynur Dogan û Tara Caf di nav Kurdan de hene ku berhemên wan bi asteke bilind hatine afirandin û ew dikarin li ser dikên navnetewî bên strandin.. 

Xecîcan Ferqîn

About baweri

Avatar

Check Also

Dîroka Muzîka Kurda

Îro hûn ji kê pirs bikin, wê bêje destpêka muzîka Kurda dengbêjî ye, bi rastî, …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir