Şemî , 28 Sermawêz 2020

Pertew Beg Hekarî (1777 – 1841) – Zeynelabidin Zinar

Pertew Beg Hekarî  sala 1777an li Colemêrgê hatiye dinyayê û di 1841ê de jî dîsa li Colemêrgê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Pertewe Beg pismîr bûye,  ji eşîra Hekariyan e, ji malbateke rewşenbîr hatiye û di Medreseya Mîrektiya Kurdistanê de jî xwendiye. Pertew Begê  dîwana xwe ya helbestan di 1802an de nivîsiye.

Gorbihişt Sadiq Behaedîn Amêdî dîwana Pertew Begê Hekarî berhev kiriye û dîsa bi tîpên erebî di 1978an de li Bexdadê çap kiriye.

Cara dawîn jî min Dîwana Pertew Begê wergerandiye alfabeya latênî û di  1989an de li Elmnyayê ji aliyê Weşanxaneya Rewşenê ve hatiye weşandin.

Lê dibe ku siberojê hin helbest an berhemên Pertewî yên dî jî û derkevin holê.

Ev dîwana han jî, li gor ku Sadiq Behaedîn Amêdî, du dîwan in:

  • YEK bi navê Dîwana Şah Pertew Hekarî Ebas e.
  • Ya dî,  Diwana Pertewî ya Rast e.

Ev Dîwana Pertew Begê Hekarî herwekî li gor rêzbenda Dîwana Melayê Cizîrî, hatiye amadekirin û qafiye li gor rêza elîfbêtika erebî domandiye.  Tê de 174 sernav û 1.758 malik hene.

Di malikekê de Pertew Begê Hekarî  ji evîndara xwe re weha gotiye:

Ecêb letîf e, cundî ye, ezman nizane kurdî ye
Ageh ji uşaqan niye, mest im ji xemra Layezal

Hemû berhemên klasîk çendî ku bi navê Xwedê û Pêxenberê Xwedê dest pê bûne, lê belê zêdetir giraniya wan evîndarî ye.

Prof Qanadê Kurdo, dîroknas Mihemed Emîn Zekî, Necmedîn Mela, Mihemed Elî Ewnî, Elaedîn Secadî, Sadiq Behaedîn û gelekên dî li ser  Pertew Begê Hekarî nivîsine û pê şanazî kirine. Lê behsa ku Pertew Begê Hekarî mîrîtî jî kiriye nekirine.

Di dema Mîrektiyên Kurdistanê de, mîrê ku ne xweneda û zana bûya, jiwe nedibû mîr.

Di hin lêkolînên min de derketiye holê ku Medreseyên Kurdistanê yên herî bi qalîte, pêşketî û bi naverokeke xurt, yên mîran bûne.

Colemêrg hertin paytexta Mîrektiyên Kurdistanê bûye. Çendî ku Cizîra Botan jî weke paytext hatiye nasîn, li wirê keleh û koçk hatine avakirin, lê ew der mîrnişîntiya demsala zivistanê bûye.

Sê-çar sal berî jidayikbûna Pertew Begê Hekarî, serhildana Neteweyê Kurd a bi serokatiya Mîr Bedirxan (1838) dest pê bûye. Jixwe diyar e ku dema şer û kuştin hebe, rewşeke aloj derdikeve holê.

Ev Sedsla Bîstî weke sedsaleke Reş bi ser Neteweyê Kurd ve bihuriye û hemû pîroziyên wî hatine binpêkirin.

Lê ev rastî heye ku peyrewên Medreseya Kurdî, hertim xwedîtî li wan zana û şairên Kurd ên klasîk kirine. Di medreseyan de berhemên wan bi dersîtî dane xwendin û jiyana wan zindî hiştine.

Divê  berhemên klasîkên kurdî bi rêkûpêk werin parastin û bêtin jiyandin, bêtin çapkirin û li nava xelkê bêtin belavkirin. Herweha li dibistan û xwendegehên kurdî bêtin xwendin. Li saziyên çandî bêtin belavkiirn û şiroveya wan bête kirin…

Mesela:

Dema meriv şiroveya vê malika Pertew Begê Hekarî bike, pir tişt jê derdikevin holê:

Ecêb letîf e, cundî ye, ezman nizane kurdî ye
Ageh ji uşaqan niye, mest im ji xemra Layezal

Evîndara Pertew Begê Hekarî, ji bil Zimanê Kurdî zimanek dî nizane.

Hin nivîskar û şairên Kurd ên serdema Pertew Begê Hekarî ev bûne:

  • – Nalî Şarezorî (1701-1855)
  • – H. Qadir Koyî (1806-1855)
  • – Kurdî (Mistefa Beg 1808-1848)
  • – Mele Xelêl Sêrtî (1754-1843)
  • – M. Mehmûd Bazîdî (1797-1863)
  • – Mewlana Xalid Kurdî nexşebendî (1773-1826)
  • – Şêx Nûredîn Birîfkanî (1795-1851)
  • – Şêx Hesenê Nûranî  (1786- ?)

Bi hêviya serkeftin û serfiraziyê…

Zeynelabidin Zinar
17/12/ 2015
Pencinar.z@gmail.com
rojevakurd.com

About Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Check Also

Momo û Dizên Demê

Pirsgirêka  herî mezin ya mirovê modern ‘dem/wext’ e. Nikare bi wextê re serî bikişîne. Di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.