Pere di edebiyatê de ciheke balkêş girtiye

Mijara “pere” di edebiyata kurdî, romana cîhanî û edebiyata olan bîrmendên cîhanî de ciheke balkêş girtiye.

Berê, di warê bazirganî û aboriyê de mirovan berhemek li hember berhemeke din bi hev diguhert. Lê belê demek bi ser mirovan de hat ku dîtin pêwist e berhemeke taybet hebe ku bikare bi hemû berhemên din re bê pevguhertin û wiha pere û dirav hatin çêkirin.

Lê bi qewlê Karl Marks mirovan nizanîbû ku ew dê bibin nêçîr û koleyên pere û diravên ku bi destê wan bi xwe hatine afirandin!

Nivîskarê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Helîm Yûsif di sala 1996an de pirtûka çîrokan Mirî Ranazin derxist. Çîroka herî dirêj jî ku ji tekane bêjeyekê û du kîteyan pêk tê di vê pirtûkê de cih digire. Ev peyv jî peyva “Pere” ye.

Di edebiyata ola Mesîhî de pere wek hîm û bingeha şer û xirabiyê tên wesfkirin. Di Încîlê de tê gotin ku, dema Îsa Pêxember dibîne ku xelk tên ku Xwedayê xwe ji bîr bikin û didin dû komkirina pereyan, hişyariyê dide miletê xwe û rasterast ji wan re dibêje: “Hûn nikarin du Xwedayan biperêsin: Xwedê û Pere!”

Di “Nameya Yekemîn a Pawlosê Tersûsî bo Timosî” de jî, wiha tê gotin: “Hezkirina pereyan koka hemû xirabiyan e.”

Di edebiyata ola Îslamê de jî û nemaze di Quranê de, mijara pereyan tê behskirin. Helbet Quranê û Îslamê jî pere û dirav rexne kirine, lê belê ne bi qasî ola Mesîhî û rê bêtir li ber karê aborî û bazirganî vekiriye û wek karekî rewa û hêja dîtiye, lê belê ku li gorî prensîbên Îslamê û şerîeta Xwedê bin û divê diravên bidestxistî di xizmeta karên çê û li ser riya Xwedê bên xerckirin.

Têmaya pereyan di wêjeya miletên din ên dinyayê de jî reng daye. Di gelek berhemên edebî yên cîhanî de, Pere yan mijarên girêdayî aborî û dirav û hilberînê dibin yek ji têmayên sereke.

Torevanê Rûs Fyodor Dostoyevsky di romana “Qumarbaz” de behsa kesekî qumarbaz û hestên girêdayî birin û windakirina pereyan di lîstikên şensê û qumarê de dike, herwiha durûtî û şellafiya arîstokratan nîşan dide yên ku bi dev dibêjin em ji pereyan hez nakin, lê jiyana wan li ser hîmê peristin û komkirina pereyan hatiye damezrandin. Wek ku bixwaze bêje heta xulam in, pere baş in, lê ku bûn axa bed û xirab dibin û dikarin mirovan bêhiş û kor bikin.

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply