Şemî , 24 Cotmeh 2020

Pendname | Cigerxwîn

Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin,
Dinya ne hêja ye emê tev bimirin.

Mala me gelekî kûr e, yek max e,
Ew jî li bin şeş heft tebeqên ax e.

Em tev bira ne, ji dê û yek bav,
Ji miriyan re çi maye, ji bil nav.

Qet şiyar nabin, ta kengî razin,
Hun mezin in, em ji we dikin gazin.

Xelk dibêjine me, şêx û hem mela,
Wextê zekata xwe, dibêjin bela.

Çiman hezretê peyxember gotiye,
Zekatê mexwe, ger tu haşimî ye.

Malûmê we ye, ev qerêja mal e,
Lewra ji şerîfa re ne helal e.

Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in,
Di zekatê de, ji qismê feqîrin.

Madam em werîsê enbiya ne,
Çima em xerîkê karê diya ne.

Bes e, hun ji xew rabin, ez gorî zû,
Ji zarokên xwe re bêjin ilmên nû.

Çiman hezretê fexirl-alemîn,
Gotiye; ”Itlibul ilme welew fis-Sîn”.

Misilman kengî li Sîn, hebûn ew çax,
Ax ji derdê we şêx û mela ax! Ax!

Hon dibêjin em bûne qutbê razî,
Qet yek ji we nabe miftî û qazî.

Hun bi van herdû ritban ne razî ne,
Lewra hun belengaz û pêtazî ne.

Hun tev mêr û çeleng û xort û ciwan,
Hun ji pîsa parsê dikin ji bo nan.

Ez mela me lewra dilê min dêşî,
Xwedê rehma xwe bikî li ên pêşî.

Em hînî tu karî ne kirin yekcar,
Lewra em hêj mane tiral û bêkar.

Axa, ez ketim bextê te û xwedê,
Ezê çend pirsan bêjim tu guh bidê.

Di bin destê te de hebûn bê sed xan,
Hemî belengaz û reben û gavan.

Tu malê wan distînî her bi dilêş,
Tevî dixî devê mamûr û derwêş.

Ger we tev bidana bi top û tiving,
Dê hun jî bibûna hembarê firig.

Lakin çi bikim we tev da bi şabaş,
Qet kes ji we ne bû wezîr û paşa.

Li ser bextê min bî hun mêrê çê ne,
Ax, ax hun êsîrê destê xelkê ne.

Bes e, hon eqlê xwe bidin serê xwe,
Destê xwe bigirin vêcar li perê xwe.

Çiman ji bona ax û mal û xwelî,
Perê xwe didin li hev dikin gilî.

Hun malê xwe bixun her yek bi serbest,
Di hemberê neyaran de bibin yekdest.

Ji hev re pir qenc bin û guh bidêrin,
Li çerxa felekê hun pir binêrin.

Ger-rek ji bo neyar e, yek ji bo me,
A neyar jê ra hat, a me bidom e.

Em jî şûva xwe bajon û tov biçînin,
Dê zû şîn bê, emê zû wî bibînin.

Carnan em rezekî datênin deh sal,
Em naxun ji kurê me re dibî mal.

Ewê ko çêkir vapor û balafir,
Deh sal bi şûn ve ne ma û çû mir.

Ew kesê bê xwendin û eql û zanîn,
Li rêza kera ye çi bi dîn û çi bê dîn.

Ev tev ji me re, riya dîn û îman,
Hub-bil-wetenî delîl û birhan.

Ez bi xwe bê êl û eşîr û ebr im,
Pêlek maye emrê min ezê bimirim.

Bes ji bona we ye, ev qîrqîra min,
Lê ez çi bikim, hun guh nadin şi´ra min.

Hon dizanin, lê hun li xwe nakin bar,
Em jî, ji ber dilêşî dikin hawar.

Fikra min maye min ev tenê ne dixwest,
Lê ez çi bikim li vir qelema min şikest.

Bi kêrê min tûj kir serê qelema zil,
Vê digel a tê, binvîsim, dibin çil.

Eger hun ji gotinên min aciz bûn,
Hêvî dikim efû bikin Cegerxûn

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Ciwan Haco: Kes nikare vîna Kurd bişkîne

Ciwan Haco got: “Kurd neteweyek 50 milyonî ne. Îro em çend di rewşek xerab de …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.