Pêncî romanên Kurdî

Ev navê berhema mirovê kedkar, wêjehezê Kurd, xwinêrê berhemên Kurdî Lokman Polat e. Eger her  nivîskar, xwende û rewşenbîrê Kurd bi qasê Lokman Polat bi Kurdî xwendiba, dê niha rewşa ziman û berhemên Kurdî cuda ba, dê bazara zimanê Kurdî bikaniya bi zimanê dagirkeran re têketa pêşbirkê. Lokman ne tenê dixwîne, bi qasê kanîna xwe jî berheman dinirxîne. Ev jî ji bo wêje û zimanê Kurdî xizmeteke gelek girîng e.

Bi Kurdî li dor sêsed roman hatine weşandin. Lê dema mirov di çarçoveya nîqaşa “Ev tev de Roman in, yan jî çîrokên dirêjin” de li mijarê dinêre, rengekî din derdikeve. Birêz Lokman li ser vê mijarê wiha dinivîse: “Lêbelê dema mirov tasnîfa wan bike, hemû ne roman in, hinek jê novil in, hinek kurte roman in, hinek çîrokên dirêj in û hinek jî çîrok in.”

Bêguman rexnegirî barekî giran e, xebatên gelek hûr, kûr û dirêj dixwaze. Ji nivîsên wî tê fêmkirin ku angaşta wî ne ev e. Dixwaze berhemên Kurdî bi hêla naverok, form û bi tevê hin nirxandinên xwe ve bide nasîn, ango ji rexnegiriyê bêhtir di forma danasînê de ye. Birêz Lokman vê wiha şirove dike:

“Min bi navê ´Pêncî Romanê Kurdî´ vê pirtûka di destê we de amadekir. Pirtûk antolojiya romanên kurdî nin e. Danasîn, nirxandin û şiroveya pêncî romanên kurdî ye.“

Birêz Lokman berê vê jî du berhem li ser danasîna berhemên Kurdî weşandiye. Ew vê di pêşgotina “Pêncî Romanên Kurdî” wiha vedike: “Min di pirtûka xwe ya bi navê ´Bîst Romanên Kurdî´ de behsa bîst romanan kiribû. Paşê min bi navê ´Sî Romanên Kurdî û Pêncî Romanên Kurdî´ du pirtûkên din amadekirin.”

Di vê berhemê de ev roman hene: “Dimdim/ Jiyana Bextewar/ Hopo, Hewara Dicleyê, Jana Gel, Girê şêran, Rojnîvska Spinoza, Kitim, Dozdeh Çîrok, Evîna Pinhan, Qolyeya Cecileê, Hêvî Her Dem Heye, Zena,Gulîstan û şev, Toqa Lanetê, Tehma Xweliyê, Bilîcan, Nameyek ji Xwedê re, Rojên Êtûn, şivanê Berxan, Ez û Delal, Ez Stêrka Sîpan im, Mandalîn, Peyman, Payîza Dereng, Siya Dema Borî, Kulmek Morîkên şînbirik, Xezal, Pêşmêrge, Ser bi Ser, Mîrname, Wêneyên Keserê, Neynika Dil, Xadim, Jar lê Sermest, Em bûn Baran, Wendabûn, Sînor, Soro /keça Kurd Xanê, Rêwiyên Bê Welat, Xaltîka Zeyno/ Marên di Tûr de, Gava Ku Masî Tî dibin/ Sobarto, Satûrn, Tariya Bi Tav, Babîlosk, Xwedaber, Li Peravên Torê Torên Evînê, Otobês, Li Ber Keviyên Dicleyê, Dema Yêzdan Dibişirî, şapînoz, Dara Pelweşyayî.”

Kesê ku dixwaze di derheqê van pêncî romanan de agahiyên têr bigire û hinek li ser rewşa romanên Kurdî bifikire, divê vê berhemê ji sedî sed bixwîne. Bêguman li pey jî bi xwe wan romanan bi dest bixe û bixwîne. Lewre her romanekê bi serê xwe hin fikr û dîtinan, hin nirxandin û agahiyên nû tên bihîstin dide. Li aliyê din Kurdiya mirov dewelemend û têr dike.

 

Li ser Nivîskar

Birêz Lokman Polat sala 1956 an li bajarê birîndar Licê hatiye dinê. Ew ji ber rewşa siyasî sala 1984´an de derbasî Swêde dibe. Li wir dest bi nivîsandinê dike. Mirovekî gelek xebatkar, jîr û berhemdar e.

Berhemên wî; kurte çîrok: Evîn û Jiyan, Bayê Azadiyê, Mêrxas, Jin û Zîndanm Evîndar, Xwîn û Hêstirên Çavan, Ey şehîd ey hebûn, Gulîzar, Çîrokên Rengîn, Girîna Kurdî, Tu û Evîna Platonîk in. Berhemên vegotinan: Kaniya Stockholmê, Axîna Lîcê,

Roman û kurte romanên wî: Kewa Marî, Fîlosof, Rojnamevan, Robîn, Hawar û Qêrîn, Nurheyata Licî, Kodnav Viyan, Parola Operasyonê (girtina Saddam), Paradîs Xweşiya Heft Rojan, Trajediya Evîndaran.

Pirtûkên wî yîn helbestan jî ev in: Helbestên Sirgûniyê, Dîwana Dilperîn.

Tenê bi van jî nemaye û dest avêtiya karê lêkolînê jî; lêkolînên wî ev in: Ji nav edebiyata cihanê, Ji nav edebiyata Swêdê, Bandora Edebiyatê, Bîst Romanên Kurdî, Efsaneya şahmaran, Westayê peyv û hevokan Shakespeare, Edebiyat, rexne û roman.

 

Nasnameya berhemê

Navê Berhemê: Pêncî Romanên Kurdî

Niviskar:  Lokman Polat.

Berg: Bi şazdeh bergên romanan hatî xemilandin.

Weşan: Weşanên ar, Gulan-2014 Stenbol

Stûrî : 334 rûpel e.

09 – 11 – 2016 Çarşem

 

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Ev nivîs di rojnama
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA de li Almanyayê hatiye weşandin.

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply