Pedagojî û Teoriyên Cuda / Maruf Yilmaz

Di destpêka vê nivîsê de, divê ez eşkere bikim ku xesletên zarokan ji hawîrdorê dihên û ew dikevin nav xwîn û hestîyên wan û tê de dimînin. Ev mayîn di avakirina kesitîya wan de dibe hîm û rêgeh. Zarok kopîya hawîrdorê ne. Dîsan, divê ez dîyar bikim ku ez li ser bikarhanîna zimanê kurdî di pirtûkên dersan de ranawestim. Ev jî, ji ber çend sedemên girîng in, yek ji wan sedeman ev e: Zimanê me yê standart tune ye. Ji alîyê din ve jî, ez wekî mamosteyekî kurdî-swêdî, vî mafî di xwe de nabînim, ji ber ku ez naxwazim rexneyan li ser pirtûkên nivîskarî/ê bigirim.

Li welatê me ku axaftina kurmancî û zazakî, nivîsîn û perwerdeya zarokan bi kurdî qedexe be. Ez dê çawan rexneyan bigirim? Heta axaftina zarokan, bi kurdî li zarokxaneyên Bakurê Kurdistanê qedexe be. Ji ber vê yekê, ez nikarim rexneyên tûj û giran li pirtûkên perwerdegarîyê bigirim. Divê pirtûkên pedagojîyê ji alîyê kesên pedagoj û mamosteyên fermî ve bihêne amadekirin û pêşkêşkirin. Ev prensîbeka etîkî û moralî ya cîhana nûjen e. Em kurd jî, li cîhanê dijîn û tê de xwedî par in. Gava ku rewş wisan be, divê hin pirtûkên kevin ji nû ve bihêne amadekirin û pirtûkên nûh jî, ji alîyê kesên pedagoj û mamosteyên fermî ve bihêne nivîsîn û amadekirin. Ji alîyê dî ve jî, di pirtûkên kevin de kultureke pedagojîyê ya giştî û berfireh nayê dîtin. Kes û sazîyên ku projeyên amadekirina pirtûkên zarokan ango ciwanan çêdikin, divê haya wan ji pedagojî, kultura ciwanan, stîl û hawayê jîyana zarokan hebe. Ji ber ku zarok xwedî kultureke taybetî ne û kultura wan ji ya me cuda ye. Gava lêkolîn li ser pêşveçûna zarokî/ê çêdike, pêwîst e ku zanyarîya mirovî di derbarê teorîyên pêşveçûnê de hebin. Teorîyên pêşveçûnên  pir in. Lê ez dê tenê qala çar teorîyên sereke bikim, ew jî ev in:

 

Teorîya behavîorîstîyê(Skinner)

Teorîya kamilbûnê(Arnold Gesell)

Teorîya kognitîfê (Jean Piaget)

Teorîya psîkoanalîsê(Sigmund Freud)

 

Teorîya behavîorîstîyê dibêje zarok kopîya hawîrdorê ne. Li gor vê teorîyê faktora bingehîn ya ku di pêşveçûn û guhartina zarokî/ê de rola sereke dileyîze hawîrdora zarokî/ê ye. Derûdora zarokî/ê çi be, zarok jî dibe kopîya wê. Li gorî vê teorîyê zarok pasîv-bireserek (objektek) e û mamoste ango salmezin dibe auktorîter kirde (subjekt)). Heta mamosteyên zimanê Kurdî jî dikevin nav vê metodê (xetê).

 

Teorîya kamilbûnê (mognadsteorî) dibêje mîras roleke mezin dileyîze. Hîmdarê vê teorîyê Arnold Gesell e. Li gorî vê teorîyê zarok dibe kirde (subjekt) û yên salmezin dibin bireser(objekt). Ev teorî qala azadîya zarokî/ê dike û îro jî li  ser vê teorîyê dihê peyvandin û nivîsandin.

 

Teorîya kognîtîfê, teorîyek nûjen e. Li gorî vê teorîyê, divê zarok û salmezin (dê û bav, mamoste) herdu jî kirde (subjekt) bin. Hîmdarê vê teorîyê Jean Pîaget e. Li gorî vê teorîyê zarok jidayîkbûna xwe ve bi hinek îmkan û mecalan çêdibe. Zarok bi tecrûbeyên xwe, xwe pêş ve dibe.

 

Teorîya psîkoanalîsê (teorîya psîkodînamîkê) dibêje tecrûbeyên piçûkîya zarokî/ê rê li ber wî/wê vedike. Hîmdarê vê teorîyê Freud e.

 

Teorîyên înteraksîyonîstîyê / înteraktîonîstîyê

ya îndîvîdperspektîfê / perspektîva ferdî

 

Berê li zarokî/ê wekî bireserê (objektek) dihat mêzekirin. Li ba teorîkerên nûjen, înteraksîyonîstan, zarok kirde (subjekt) e. Ev dihê wateya ku zarok têgihîştî ye û hîndekarîyê dizane.

 

Vygotskij yek ji wan kesên înteraksîyonîst e. Zarok û hawîrdor û pêywendîyên wî/wê di navbera wan de qedera pêşveçûna wî/wê ye û hêjayên hawîrdorên zarokî/ê li gorî bawermendîya wî/wê tê şirovekirin.

Piaget û egosentirîzma zimanî

Li gorî Pîagetî hizir zimanî diwelidîne, çêdike. Lê Vygotskij berevajî wî dibêje.

Piagetî zimanê egosentirîstîyê parve dike ser sê koman (kategorîyan): Dubarekirina peyvê (bebe, ma-ma, da-da). Monoloj (, bi xwe re dipeyve, bi xwe peyvmend e). Monolojîya kollektîvîyê (Bi zarokên din leyîstandin û axaftin)

 

Vygotskij

 

Teorîyên Vygotskijî di derbarê perwerdegarîyê de balkêş in. Ew lîstin û yarîkirina zarokî/ê bi hevalê/a wî/wê re wekî proseseka civakî (sosyal) dibîne. Ann-Christin Kjellman ku mamosteya pedagojîyê ye, giranîya xwe dide ser pedagojîya Vygotskijî.

 

Ew di Xwendengeha berz a mamostayetîyê (Lärarhögskolan i Stockholm) de dersa pedagojîyê dide û herwisan jî berpirsê pedagojîyê ye. Em dîsan vegerin ser bawerîyên Vygotskijî:

 

Ziman hizrê (fikirê) diafirîne, lê herwisan jî, hizr zimanî diafirîne.

Pêywendîyên zarokî/ê bi zarokên din re girîng e.

Faktorên civakî/sosyal.

Bi alîkarîya zimanî cîhana zarokan ya hindir û derve pêş ve diçe.

Danûstandin û pêywendîya zarokan bi kesên din rêya pêşveçûnê vedike.

 

Zarok çawan hînî zimanê zikmakî dibe?

 

Li gorî vekolînên zanyarîyê dê û bav, xwişk û birayên zarokî/ê roleke bingehîn dileyîzin û dûre jî pêywendîyên wî/wê digel derûdora wî/wê, rola duhemîn dileyîze. Pêşdibistan / zarokxane û dibistan rola duhemîn dileyîzin. Li wê derê sê xal girîng in, ew jî ev in:

 

  • Mamosteyekî/a aktîv
  • Xwendevanekî/a aktîv
  • Hawîrdoreke aktîv digel wan

 

 

Sê Stratejîyên perwerdegarîya zimanê zikmakî (zimanê dê) hene, ew jî ev in:

 

Kesek (en personek) – stratejîya zimanekî.

 

Zimanê yekemîn yê zarokî/ê di zikê dayîkê de dest pê dike û li wir dengê dêya xwe dibihîze û nas dike. Danîel Stern qala zarokê/a nûbûyî dike û dibêje: Zarokê/a nûbûyî ji dayîkbûna xwe kompetent û bi kompetentê/ê xwe ji dayîka xwe bûye. Wekî mamoste, ez stratejîya kesekî- stratejîya zimanekî baştir dibînim ji bo ku zarok du zimanan bihev re hîn bibin. Li hawîrdoreka ku dê bi zimanekî dî û bav bi zimanê xwe bi zarokê/a re bipeyve.

 

Dê û bav herdu jî zimanê xwe bipeyvin û bi hawayekî çalak bi zarokê/a xwe re deng bikin. Divê qaîdeyên dê û bav wekî hev bin ji bo hîndekarîya duzimanî. Têgîna bi duzimanî wek têgîneke hevbeş ji bo şagirdên ku kurdî û swêdî dizanin tê bikarhanîn. kurdî zimanê yekem e.  Kurdî, zimanê ku şagird/zarok pêşîn hîn dibe û li malê deng dike.

 

Zimanekî li malê – zimanekî li derveyî malê

Dê ango bavê zarokî/ê li malê hertim kurdî bipeyvin û zarokê/a wî / wê li derve (dibistanê) bi swêdî bipeyvin.

Pêşî zimanekî bi tenê

Ev stratejîya sêhemîn; mirov bi tenê zimanekî bikardihîne heta ku zarok bibe 3-5 salî. Mirov bawer dike ku zarok nikare du zimanan bi hev re hîn bibe. Lê bi dîtina min zarok dikare du-sê zimanan bi hev re hîn bibe.

Pirsgirêkên zarok û ciwanên kurd

 

Pirsgirêkên zarok û ciwanên kurd li Swêdê pir in. Problemên wan yên herî mezin heşîş, esrar, eroîn,  alkol, dizî, pevçûn, û perwerdenekirina wan e. Ew dev ji dibistanê berdidin, jê baz didin. Gava ji wan tê pirsîn, ew dibêjin: ”Tu kes guhdarîya me nake.” Ew ji dersên xwe baz didin û dikevin kuçe û kolanan. Ew dibin kopîya zarokên kuçe û kolanan. Ew hînî tiştên pûç û vala dibin û ev dibe destpêka jîyaneke reş û tarî ku qet dawî lê nahê. Piranîya problemên wan jî, ji destpêka zaroktîyê dest pê dike û berdewam dike. Lê bi hevkarîya malbatê, mamoste û berpirsyarê/a dibistanê ew bi hev re dê bikaribin probleman kêmtir bikin û zarokan bigihînin rastîya jîyanê da ku, ew bibin mirovên baş û xwedî berpirsyar. Gelek caran zarokên kurdan dereng tên dersê, di wextên cuda cuda de diçin dibistanê, ev hîkarîyeke negatîv li ser xwendevanên dî jî dike û ev kirina zarokên kurd dikare bibe sedemên revandina hizûra dersxaneyê jî. Ev tişt ji bo hinekan derbas dibe, lê ne ji bo hemûyan.

 

Zarokên kurdan li Swêdê bi kurdî dixwînin. Lê her roj kurdî tune ye. Di heftê de carekê heye, bi tenê nîvsaetekê ango ji saetekê kêmtir. Zarokên Kurd ên ku li Swêdê dijîn her roj bi swêdî dixwînin. Li her derê cîhanê û li Swêdê jî ”i” i ye. Eceba giran ev e, ne li ba kurdan ”i” ye, ji ber hingê, dema dersa kurdî dihê dan, vê carê ”i”ya Swêdî dibe tiştekî din. Dengê (fonetîk) wê dihê guhertin û dengekî dî derdixe. Heta ku desthilatdariyeke me e dewletî pêk neyê, em mecbûr in ku li gora destûr û rêbaza giramera Celadetî bi rê ve biçin. Tewanga peyvan girîng e, lê yên ne her peyvê. Bi ya min di alfabe û rêzimana kurdî de reformeke nûh pêwîst e. Ziman pêş ve diçe, xwe diguherîne, hêsan dibe.

 

Yek jê alîyê fonetîkê ve hêsankirina nivîsînê ango xwendina kurdî û ya dî, ji alîyê teknîkê ve…Ji alîyê ferhenga kurdî ve jî problem pir in. Divê koka peyvê were parastin, nimûne rê, dê ûhwd. Rêya min (rîya min çewt e) dêya min (dîya min çewt e). Ev herdu peyv dikarin bibin problemeke ferhengî, çimkî koka herdu peyvan tê guhertin û peyv dibe tiştekî dî.

 

Alfabe ji alîyê pedagojîyê ve jî girîng e. Hêsankirina alfabeya kurdî; hîndekarîyê zûtir, xweştir, naveroktir û bi kalîtetir dike. Divê em dev ji tiştên çewt berdin û em li zanyarîyê vegerin. Ji me re alfabeyeke hêsan, yekgirtî, teknîka wê nûjen û praktîktir pêwîst e. Ji me re alfabeyeke paşnûjen (postmodern) pêwîst e. Teknîka wê li gorî ya navneteweyî  be.

 

 

Tîpa”i” ya ku di alfabeya Celadetî de heye, di soranî de tune ye û ew di şûna wê tîpê de”i”ya swêdî ango ewropî (latînî) bikartînin. Peyva Kurdîstanê cuda tê nivîsîn. Divê em hevhizr bin ji bo peyva Kurdîstanê, çimkî serê zarokan tevlihev dibe. Nimûne li bakur: Kurdistan. ”i” li her derê ”i” ye. Di zaravayê soranî de  ev problem dîyar e.

Maruf Yılmaz

2007, Stockholm

Derbar ziman

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply