Pêdaçûn (Mubalexe) di helbest û beyta kurdî ya klasîkî de – (4)

Hozanvanê mezin Perto Begê Hekarî jî dest avêtiye „Pêdaçûnê“ bo xemilandina helbestên xwe û bo xortkirina wate û mebestên wan.

Ew di helbesteka xwe de wilo dibêje:

Eger hetta qiyamet ez

Bikim hejmar û binvîsim

Ji î‘syana ku dê reş bin

Hezaran defter û tomar

Ew di vir de bi pirkirina jimarê „hezaran defter û tomar“ gunahên xwe yên ku civiyane li ber Xwedê tîne zimên, ew ji wan bi hezaran defter û tomar (Sicil) reş dike û dadigire.

Li dereke dî dibêje:

Ya rebbî min reşkirin sê sed hezar defter gunah

Kaxeza xêran beyad û şeran yekser siyah

Der du a’lem nîne min xeyrî te ya rebbî penah

Padişahê padişahan sahibê „Yewmûl hîsab“

Ew di vir de hejmarê hîn pirtir dike, ji “sed” defteran gunahên wî „Sê sed hezaran“ ji defteran reş dikin, kaxeza xêran sipî maye, têde de tiştek nehatiye nivîsandin û ya nexêran û bedkariyan tev reş bûye, di herdu cîhanan de, ya ku em têde dijîn û ya paş mirinê, ji Xwedê pêve piştvan ji hozanvanê me re nînin, û Xwedê padişahê padişahan e, roja ku mirov têne ber tawanbarkirin û bersûckirinê…

Di helbesteke dî de, Perto  Hekarî ji Xwedayê xwe bexşîn û lêborînê tika dike, dibêje:

Seyla keremê we dê bikit xweş

Sed kohê gunah bibit wekî pûş

Lehiya camêriya Xwedê gava bi ser hozanvanê me de birije, wê “sed” çiyayên gunahan bike pûş, wê bike kês û kayê, wê bihêre û hûr bike…

Di rewştên xwe de, Pertoyê Hekarî zor xort û bi kanîn e, lê wekî diyar dibe, jimareya “sed” bi binê zimanê wî ve zemiriye, tew nikane (1) ji bîr bike:

Şevek rewşen ji enwara tecella

Mubarektir ji sed nû rojê x’erra

[Enwar bi Erebî ye: Ronahî,Tecella bi Erebî ye: xuyabûyî, Mubarekbi Erebî ye: Pîroz, û x’erra bi Erebî ye: Sipehî û diyar û bi rohnî.]

Ew hinde caran jimarê gelek bi jor ve hildide, da bêtir wateya ku dixwaze bide nasîn xortir bike, wekî di vir de:

Wê vexandim ez di gel xwe birme seyrana rezî

Sed hezar elwan û reng nîşa me dan û tewizî

Nêrgiz û reyhan û çîçek, sorgulên reng qurmizî

Baxê westanê Îrem da, pir di reyhanê me jî

Lew dinalim ez ji derdan, keftme h’alek xerab

[Elwan peyveke bi Erebî ye: Reng, Îrem: Navê bajarekî kevnare ye ku di Qurana pîroz de hatiye.]

Em dibînin ku (sed hezar) reng li ber xwe dîtine gava dildar ew li gel xwe biriye nav rezî…

Li ciyekî dî pêdaçûnê bi terzekî dî bi kar tîne, ew kesê ku nefsa xwe dinase dike xudanê dewletekê, eve jî rewşteke pir xweşik û hêja ye, hema bi pêdaçûnê pêşberê xwendevanê xwe an şagirdê xwe dike:

Da qencî sehbikî, binasî tu nefsê xwe

Ji ew paş ve, dê bizanî, xudanê çi dewlet e

Ew li ciyê bi kar anîna hejmar û bêtirkirina hejmarê, mezinkirina babetê û bilindkirina bihayê nasîna nefsê xwe, bo pîvana nirxêd xwe bi kar aniye…

Li vir jî ew têkiliyekê di navbera rewşta xwe û felekê de pêda dike, wekî li ba Melayê Cezîrî û Ehmedê Xanî jî, ew bedkariyên xwe pirtir û mezintir dike, ta digihîne asîmanan:

Curmê di me ji êre hazirin, ta bi felek

Ji beh’ra keremê tu bikra mewc û pelek

Şev nîne ku min nale nebûn ji felek

Hêstir ji Furat û Nîl boş bûne gelek

[Perto di vê helbestê de, du caran dest davêje zarava Kurmanciya jêrîn „Soranî“ carekê “êre” li ciyê ”ji vir de” û carekê li ciyê “te” tu” bi kar tîne…] [Curm bi Erebî ye: Karê nebaş wekî kuştin û dizînê. Nîl: Navê çemê mezin e ku ji orta Afrîqa de diherike, di HebeşêSudan û Misirê re derbas dibe]

Ew mikiriya xwe li ba Xwedê tîne zimên û “curm” ên xwe ewqas pir dike, ku wan ji zevînê li ber xwe digihîne asîmanan. Hêstirên çavên hozanvanê me jî wekî herdu çemên mezin “Furat û Nîl” boş dibin… Eve jî pêdaçûneke zelal e, ku di rastîniyê de tew nîne.

Ew di dereke dî de dibêje ku heme “hemî” mirov û melek tev hosanin ji ber dermankirina xemên dilê wî, nalîn û fîxanên wî jî di “neh” çerxên felekê re derbas bûne:

Ey Mesîh’a di hewara me were cost û çelek

Zêde teqrîrê beyanê xemê dil bûne gelek

Acizin wê ji dewaya me heme îns û melek

Me ji ber nafekê wan xemzeyê cavê di belek

Zarî û ahê me borîne ji neh çerxê felek

Pertoyê Hekarî jî peyvên pêdaçûnê, yên ku li ba hozanvanên dî hene, di warê hezkirin û evîndariyê de bi kar anîne, wekî di van rêzikan de:

Remzeyek min dî ji tîran hate cergê min xedar

Du birîn bûne li cergê min nema sebr û qerar

Ew çi eytûn e di dil da, min disojit pêt û nar

Hin dibêjin: Ew cinûn e, hin dibêjin: Dîn û har

Kuştime çavêt di reş, awriyan kirme kebab

[Cinûn: Bi Erebî ye: Dînbûn û şêtbûn.]

Em dibînin ku di dilê hozanvanê me de, wekî di dilê Melayê Cezîrîde jî, tîr hatîne venandin, eytûna agirî heye, û çavêd reş bi awirêd xwe dilê wî kirine kebab…Tu dibêjî: Qey ev helbesta Melayê Cezîrîbi xwe ye, gava Mele wilo lêdike:

Min di dil kovan hezar in, dax‘ û keyber bê hîsab

Mîh’neta werdên bi xar in, wîn di dil da sed nîşab

An jî wekî li vir:

Dilberê îro seh’er avête cergê min du dox

Yek li sîne yek li dil da, lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên, lê ji ber tîra qizil tên

Yan ji kovanên di kul tên, jê dizît her xûn û zox (2)

Pertoyê Hekarî di helbestvaniya xwe de hostayekî navdar e… Binêre ew nûçeyan, gotin û helbestan, ji xwe re çendîn giranbiha dibîne:

Perto, were, guhde vê nesîhet

Emma ji dil û ji can bi dîqqet

Da çend xeberek ji bo te bêjim

Lee’l û guher û durran birêjim

[Guhde: Guh bide. Nesîhet bi erebî ye: Azar. Emma bi Erebî ye: Hema, Dîqqet bi Erebî ye: Bi hûranî û nêzbûn, Xeber bi Erebî ye: Salox û nûçe…]

Li ba hozanvanê me yê hêja, peyv wekî durr û guher û cewheran bihane, ne kêmtir.

Wekî ew dikane tiştan bilind bike, dikane wan nizim û erzan jî bike…Perto yê gelek oldar û Xwedatirs e, [wek li vir]:

Ya îlahî, min ji gunahan defterek wafir heye

Pêşemanim bê hukim, min nefseka kafir heye…

Pertoyê Hekarî di pêdaçûna xwe de digihe wê pileyê, ku nema ew ji ber êş û birînên li dil xwe nas dike:

Mi di dil qe nema sebr û qerar û ço e’zim

Heye omêda wîsalê, lew ji wê ez bi lez im

Sed birîn wê min di dil da, qe nizanim ku ez im

Lewmeyî min mekin, îro ey bira xûş û xizim

Wê li min zêde dibin demekî coş û kelek

[E’zim: bi Erebî ye: Viyana xort û tuwana.]

Perto di vê helbestê de bi hîviya dîtina yara xwe ye, an jî yarê xwe yê caneyî “rûhanî“, lew re ew bi lez e û ji xûş û xizimên xwe tika dike ku lewmeyan ji wî nekin, gava coş û kelek li wî zêde dibin…Ew tew nizane ku ew xwe bi xwe ye…

Gava li ber Xwedayê xwe digere, xwe pir nizim û kêm û serîdaxistî dide xuyakirin, xwe wekî segê di deriyê şikeftê de(3) li ber pêxemberê Xwedê- Selewat û silav lê bin– dide rewştinê:

Paşî ve ezê melûl û bedkar

Peyrew û ke wekî seyê ber x’ar

Ba niyaz û eda serê xwe rake

Perto bi şefae’ta xwe şake

Ew li ber pêxemeberê Xwedê –Slewat û silav lê bin– digere, ku bi mehderî “şefae’tê” dilê wî şabike, ewê ku wekî seyê di deriyê şikeftê de melûl û çavrêyê wê piştvaniyê ye…

Perto li piyaleke ji meya yekaniyê “weh’detê” dipirse û digere, û gava ew bi destê xwe ve bîne, wê mest bibe û qebayê xwe, ku di vir de bi wateya govde û “zahir” e, wekî gulekê biçirîne…

Li dawî em dikanin bibêjin ku Perto bi vê pêdaçûnê, hildikişe pileya hozanvanekî rast mezin û balkêş:

Camek bide min ji xemra weh’det

Kasek bide min ji zewqa ulfet

Tasek bide min xemra baqî

Wek nûş bikim bi îştiyaqî

Da mest bibim mîsalê bulbul

Sed pare bikim qeba wekî gul

[Pare: parçe]

Eger em çavêd xwe di dîwana Pertoyê Hekarî de bigerînin, emê gelek wêneyên wilo bi hêz, ku bi pêdaçûnê xemilandîne, bibînin, hema em Perto di vir de dihêlin û bi ser hozanvanekî dî yê mezin de diçin.

Bo ewê dixwaze bêtir di nav gulistana Perto de bigere, wê pirtûka hêja Tehsîn Îbrahîm Doskî “Dîwana Perto Begê Hekarî”, ku sala 2006 ji aliyê Spîrêz ve li başûrê Kurdistanê hatiye belavkirin, pir bi mifa û hode be…

Cankurd-cankurd.wordpress.com

——————————————–

(1) Nikane: ji nekanînê hatiye, mixabin diyare hinek peyva “kanîn” nansain û li ciyê “nikane” herdem “nikare” bi kar tînin û ji wan e ku “nikane” çewt û şaş e, ji ber ku li navçeya wanew bi kar naye…

(2) Li ba hozanavnên me yên Kevin bêtr “Xûn” li ciyê “xwîn” bi kart ê.

(3) Binêr li çêroka Ehlilkehif di Qurana pîroz de

[Bermayî  heye]

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply