Şemî , 19 Îlon. 2020

Part Kurdên Zaza Ne Yan Na?

Di dîrokê de bi navê ”Part” qewmeke arî, aryan ku zimanê wan jî îndo –ewropî bûye hebûne. Lê, niha bi vî navî tu xelkek, neteweyek tune. Part kî bûne? Gelo Part kurdên zaza bûne yan na? Ka pêşî em binêrin Part likur bûne, çi kirine, zimanê wan çawa bûye, navê kralên wan çi bûne?

Di dîrokê de hinek xelkên ku medeniyet, şarezayî, dewlet û împaratoriyên mezin damezrandine, paşê têkçûne, felişîne û wenda bûne. Part jî yek ji wan xelkên wendayî ne. Part (Parth – Parthava) xelkeke arî bûne. Zimanê wan zimaneke Aryan e. Axaftina partan weke – yan jî pir nêzîkê – farisiya kevn û zazakiya îroyîn bûye. Ji xwe hinek îdîa hene ku, dibêjin Part dimilî ne, anku kurdên zaza ne.

Cih û ware Partan li başurê rojavayê behra Hezarê bûye. Wan beriya mîladî sala 250-an de dewlet ava kirine, împaratoriyeke damezrandine. Di dema kralê wan Mîtrîdates de desthilatdariya xwe li ser tevayê Îranê û heta Babîlê berfireh kirine. Artêşa – ordiya – partan bi împaratoriya Roma re şerê mezin kirine û li deşta Heranê romayiyan têk birine.

Dema mirov li dîrokê dinêre li ser heman axake fereh ku ew dem wek axa Aryanan dihat bi nav kirin, di heman demî de li pey hev du dewlet hatine damezrandin. Yek Part bûne û ya din Sasanî bûne. Li gore hinek dîrokzanan peyva “Sasanî” di esasê xwe de “Zazanî” ye. Ewropiyên ku bi Latînî diaxifin dengê herfa “Z” weke “S” dibêjin. Li gore zimanzanan jî di dema Sasaniyan de zimanê fermî Zazakî bûye. Zazakî zimanê xanedanan, kesên esîl yên sarayan, burokrat û giregirên birêvebirên dewletê bûye.

Dewleta Partan ji alî damezrevanê xanedana Sasaniyan Ardaşîr ve hate xirabkirin. Ardeşîr kralê Partan Artaban têk bir û dewleta Partan xirab kir, dewleta Sasaniyan geş kir, mezin kir. Xelkê Part xelkeke şerker bûne. Birêvebirên dewleta Partan jî arîstokratên navdar yên esîlzade bûne. Xanedanên ku nave wan “Arşakî” bûne, wê demê arîstokratên herî navdar bûne. Cihê ku Partan lê hikûm kirine, hema hema temamê axa Kurdistanê ya îroyîn bûye. Yanê ji Hemedana paytextê împaratoriya Meda heta ber çemê Feratê di bin desthilatdariya dewleta Partan de bûye.

Dîrokzanên faris jibo zimanê Partan dibêjin, “zimanê wan Pehlewî  bûye.” Tê gotin ku Pehlewiya kevn û Zazakî heman zimanin, eynê ne. Di dema Partan de herêma Xoresanê weke herêmeke navenda Partan bûye. Îro jî li wê herêmê kurd hene. Li Kafkasyayê gundek heye, runiştvanên gund ji xwe re dibêjin”Em Partu” ne. Zimanê wan ê axaftinê weke Zazakî ye. Ji xwe Akadîyan jî bi zimanê Akadî ji Partan re gotine ”Partu”.

Di çavkaniyên Asur û Akamenîd de û herweha Heredot bi xwe wan weke ”Partha” bi nav kirine. Di tabletên Asuriyan de ku di dema kralê Asuriyan Esarhadon de hatiye nivîsîn de tê gotin ku; ”di sala beriya zayinê de Asuriyan êrişê herêma Partan kirine û hinek Partan êsîr – dîl – girtine. Di nav wan de yekê bi navê ”Zanasana” ê Parthî hebûye.”

Dema împaratoriya Medan hatiye xirabkirin û dewleta Farisan hatiye damezrandin, Medan û Partan bi hevre li dijê dewleta Farisan serîhildane, şer kirine. Çawa ku di bin serokatiya Şêx Saîd Efendî de kurmanc û zaza bi hevre li hemberî desthilatdariya dewleta kemalîst a tirk serîhildana, têkoşiya û şer kirine, wê demê jî di bin serokiya Fravartîşê Medî de Medan û Partan bi hevre li hemberê desthilatdariya dewleta Farisan serîhildana, şer kirine.

Zimanê ku dîrokzanên Faris jê re dibêjin Pehlewî û zimanê Partan yek bûye. Ji bo wê ye ku di demên cuda de ji Partan re gotine ”Pahlav” , ”Pahlavî” , ”Pahleyî”. Di çavkaniyên Ermenî’yan de jî ji Partan re gotine ”Pahlawan” . Di kurmancî û zazakî de niha jî peyva ”Pahlawan” , ”Pelewan” tê bi kar anîn.

Dîrokzan Neilson C. Debevoise di pirtûka xwe ya bi navê ” “A Poitical History of Parthia“ de (ev pirtûk di sala 1938-an de hatiye weşandin) dibêje “Di tabletên ku li URUKê hatine dîtin de gelê ku ji wan re gotine Part bi eslê xwe Gutî ne. Yanê Part û Gutî yek xelkek in.” (Ev tablet di sala 213-an a beriya zayinê hatine nivîsîn.)

Birêvebirên dewleta Partan, Xanedana Arşîkî ji eşîra Parnî ne. Ev eşîr jî li derûdora Xoresana îroyîn bûne. Di dema dagirkeriya Îskenderê Mekedonî ku tevahiyê Îranê dagir kir, yê ku li dijê dagirkeriya Îskenderê Mekedonî şer kirine, Part bûne. Îskender yekî Mekedonî kiriye walîyê herêma Xoresanê. Runiştvanên wir anku Part li hemberê walî serhildan pêk anîne. Yê ku serokiya vê serhildanê kiriye navî Arşak bûye û ew ji eşîra Parnî ye. Di destanên Îranî yên qedîm de Part weke “Eşkanî” têne bi nav kirin. Xanî, koşk û saray yên kevn jî weke xaniyên Pahlavan têne nav kirin. Navê kralekî Partan jî “Ferat” û yekî din jî “Mihrdat “ bûne. Kralekî din jî navî “Mithra” ye.
Tê gotin ku Ristem Pelewan ê ku di destanên kevnare yên Îranîyan de behsa wî tê kirin, generalê Partan Suren bi xwe ye. Generalê Partan Suren ordiya Romayiyan têk biriye û bûye navekî efsane. Navê general Suren ê esil Ristem bûye. Di kronolojiya destanên Îranî de, bi beşa destana Partan de di nav qahraman – leheng – ên Partan, “Keyanîyan” de navî derbas dibe. Hêj jî kurd li ser qaremaniya – lehengiya – Ristemê Zal pirtûk dinivîsin.
Çemê Feradê di nav Partan û Romayiyan de bûye sînor. Ji wê demê ta îro li herdu aliyên çemê Feradê yên runiştvan kurmanc û zaza ne, an ku kurd in. Lewre jî li gor dîtina min Part, kurdên zaza ne. Malbateke xanedan yên Partan jî navî ”Kam-Sar” e. Ev jî pir dişibe navekî zazakî.

Dibêjin bajarê ”Kirmanşah”ê Partan danîye. Ev bajar ji berê ta niha bajareke kurdan e û hêj jî di nav sînorên rojhilatê Kurdistanê de ye. Runişvanên bajêr û yên derûdorê hemû jî kurd in. Kurdên ku Goranî diaxifin (Goranî weke Zazakî ye.) li wê heremê ne. Ev kurdên Goran dibe ku Part bi xwe bin. Şahê Kirmanşahê yê wê demê navê ” Yezdgerd” bûye. Navê bavê wî jî ”Behram Gor” e. Ev herdu nav jî dişibin navên kurdên Zaza.

Partan bi navê ”Ester Abad” bajareke din jî ava kirine û ji xwe re Zardakartafê kirine navend. Ester bi Zazakî ye. Zardakartaf çiye, tê çi maneyê ez nizanim. Dîrokzanên nîjadperest û şoven yên tirk ”Part”an dikine ”Tirkmen”. Ev îdîa ji binî ve pûç e, vala ye, derew e. Tu eleqeya Part û Tirkmenan bi hevûdu tune. Part arî bûne û zimanê wan îndo-ewropî ye.
Ji bo damezrevanê ola Manî jî hinek dibêjin ew Asurî/Suryanî ye. Lê, rastî newehaye. Manî Prensesekî ku bi eslê xwe Part bûye. Digel ku Part ne xiristiyan bûne jî, navbera wan û ermenîyên xaçperest baş bûye. Part’an dijayetiya ermenîyan nekirine. Kralê Part’an Ferat keça xwe daye kralê ermenîyan ku navî Tîgran e. Di dema desthilatdariya Part’an de tevahiyê Îrana îroyîn û tevahiyê Kurdistana îroyîn di bin desthilatdariya Part’an de bûne.

Di dîrokê de kurd weke Gutî, Hurrî, Mîtanî, Subarî, Xaldî, Kardoxî, Kasî, Şedadî, Merwanî û Medî hatine bi nav kirin. Beşeke kurdan yan jî hinek heremên kurdan jî weke Erdelanî, Hewremanî, Goranî, Behdînanî, Şiqakî, Botanî, Soranî, Dêrsimî, Amedî, Serhedî hatine bi nav kirin. Kurdên Zaza jî weke Dimilî, Kirdasî, Zazî hatine bi nav kirin. Part yan jî Partî jî dibe ku naveke wan ê demeke be. Anku navê wan ê dema qedîm be.

Li gor dîtina min PART bapîrên kurdên Zaza ne. Lêbelê dibe ku ev dîtina min şaş be û Part kurdên Zaza nebin. Lewre jî divê li ser vê mijarê minaqeşe bibe û lêkolînên berfireh bê kirin ku, gelo Part Kurdên Zaza ne yan na?

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Lokman Polat

Dikarê vê jî bixwênê

Li Emerîkayê Perwerdehiya Taybet

Her çiqas beş û cûreyên nekanyariyê hebin jî perwerdeya taybet bêtir li ser zarokên nekanyar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.