Parkînson, nexweşîyeke mejî ye. Bi hilweşandina peywirên mejî xwe dide der. Ev nexweşî, herî zêde li kesên temenê wan dirêj xuya dibe û hêdî hêdî pêşve diçe.
Parkînson ji ber nebûn an jî kêmbûna dopamînê derdikeve. Dopamîn, hêmaneke kîmyasal ya xwezayî ye. Gelek erkên dopamînê hene. Em dikarin hinek bandorên dopamînê wisa rêz bikin:
- Ji birêvebirina tevgerê re dibe alîkar
- Li ser hişmendî, hînbûn, hişyarî û lêhûrbûnê bibandor e
- Li ser rewşa derûnî bandora dopamînê heye.
Dema şaneyên ji hilberîna dopamînê berpirsîyar winda dibin an jî ji ber hinek pirsgirêkan karê xwe êdî nikarin bikin, dopamîn hêdî kêm dibe û Nexweşîya Parkînsonê derdikeve.
Xuyanîyên (Nîşanên) Parkînsonê
- Ricifîn/lerizîn (Tremor)
- Hişkî (Rijidite)
- Kêmbûna tevgeran (Bradikinezi)
- Bêhevsengî, hilweşandina hevsengîya laş (Postural Instability)
- Astengîya daqurtandinê (Dysphagia – Disfaji)
- Pirsgirêkên mîzdankê
- Bêhntengî/tengijîn
Başkirin/Terapî
Parkînson, nexweşîyeke demdirêj e û hêdî hêdî pêşve diçe. Ji bo başkirinê rêbazeke berbiçav mixabin tune ye. Ji ber vê yekê di her kêlîyên ji bo başkirina nexweş de pêwîstî bi hevkarîya malbat û pisporan heye. Bi vê hevkarîyê pisrgirêkên ji ber nexweşîyê derdikevin dikare bên asteng kirin. Bi vî awayî jîyana nexweş jî baştir dibe.
Ji bo başkirina xuyanîyên Parkînsonê divê nexweş di jîyana xwe de çalak be. Li vir karekî girîng dikeve ser milên fîzyoterapîstan.
Nexweşîya Parkînsonê her ku diçe tevgerê asteng dike. Ji bo xurtkirina masûlkeyan û jîyaneke bitevger divê nexweş, di bin çavdêrîya fîzyoterapîstan de bin.
Fzt. Mustafa Önal