Parêza Grîbê – Burhan IRMAK

Me di nivîsa xwe ya bere de qala sermagirtinê (gribî, cemidandinê) kiribû. Em ê di vê nivîsa xwe de jî li ser parêza (AŞI) ya ku yek ji rêyên pakbûna şewbê  bisekinin. Parêz di nav gel de zehfî wek derzî an jî AŞIyê tê binavkirin lê em ê di nivîsa xwe de Parêzê bi kar bînin.

DIVÊ MIROV KENGÎ PARÊZA (AŞI, DERZÎ) GRÎBÊ LI XWE BIDE

Ji ber ku nexweşiya grîbê bêtir piştî payîzê û piranî jî di mehên zivistanê de tê dîtin divê beriya nexweşiyê di mehên îlon û cotmehê de parêza grîbê li xwe bidin. Ji ber ku herî kêm divê 3 meh beriya grîbê/şewbê derzî li xwe bidin ku bedena mirov bikare hemberî nexwşiyê li ber xwe bide.

GELO PARÊZ TENÊ DIKARE ME JI  NEXWŞIYÊ  BIPARÊZE?

Parêza grîbê ji bo ku mirov xwe ji nexweşiyê biparêze rêyeke baş e, lê mixabin ku tenê serê xwe têrî nake. Parêz di mirovên mezin ên saxlem ji sedî 70 di kal û pîran de jî ji sedî 60 bi tesîr e û ji nexweşiyan diparêze.

Parêz li gor şexsan di navbera hefteyek an jî du hefteyan de tesîra xwe nişan dide û dest bi parastina xwe dike.

Ji ber ku parêz ji bo vîrusên ku salek berê di bin sedema şewbê tê amadekirin ji bo sala din feyde nake, ji ber wê yeke jî divê her sal derzî li xwe bidin.

ÇAWA TÊ LÊXISTIN?

Parêzê di mezinan de li edeleyên milan an jî bin çermê milan didin. Tu carî naberdin nav demaran. Di zarokên ji du saliya xwe biçûktir jî li edeleyên nav paqan didin.

GELO TU TESÎRÊN NEYINÎ YÊN PARÊZÊ HENE AN  NA?

Dema mirov qala parêzê dike pirseke ku hişê mirov gelekî tevîhev dike jî ev e; gelo tu tesîrên neyini yên parêzê hene an na?

Belê hin tesîrên neyini yên qismî û giştî hene.

Mirov ji bo tesîrên neyînî yên qismî dikare van nişan bide; li cihê ku derzî lê hat lêxistin êş, hişkbûn, werimandin, reşbûn û sorbûn çêdibe.

Divê ev komplikasyon mirov netirsîne ji ber ku normal in û heke mirov qolonyayê berde ser pembû dane ser cihê derziyê an jî kompresê bike ev nişane ji holê radibin.

Çend rojên ewil ên piştî derzîlêxistinê agir derdikeve, mirov diêşe, diweste, xwîdanê dide û ev jî ji tesîrên neyinî ne. Ev yek di nav çend rojan de ji holê radibin. Heke hewce dike dikarin paracetamolê bixwin. Hin kesên hesas de jî dibe ku hin nîşaneyên grîbê derkevin holê, ew kesên ku ev sempton di wan de derdikeve (grip) nikarin car din parêzê li xwe bidin.

Parêza şewbê dibe ku bibe sedema alerjiye jî. Ji ber alerjiya hêkê an jî adjuvanê dibe ku agirê mirov derkeve, ji bedena mirov qalik derkevin an jî bêhna mirov biçike. Ew kesên ku piştî derzîlêxistinê wiha dibin divê car din parêzê li xwe nedin. Dibe ku nexweşiya MSê jî bi parêza grîbê aktive bibe.

MA HER KES MECBÛR E KU DERZIYA ŞEWBÊ LI XWE BIDE?

Nexêr mirov mecbûr nîne ku derziya şewbê li xwe bide lê ew kesên ku zû bi nexweşiyan dikevin, kesên ku emre wan ji 65an mezintir e û kesên ku di wan de nexweşiyên kronik hene divê derziya grîbê li xwe bidin.

HIŞYARIYEK:

Piştî parêzê dibe ku testên hepatit û HIVê xelet derkevin. Di rewşên wiha de divê ev test bi rêbazên din bên dubarekirin.

KÎ NIKARE DERZIYA GRÎBÊ LI XWE BIDE?

* Kesên ku alerjiya wan a hêkan heye

* Kesên ku alerjiya wan a parêzê heye

* Kesên ku nexweşiyên agirîn de  ne (hê jî nexweş in û agirê wan derdikeve)

*Ducaniyên ku hemla wan ji 4 mehî biçûktir

*Bebekên ji 6 mehî biçûktir

*Kesên ku di parêzên xwe yên bere de nîşaneyên grîbê di wan de

DIVÊ KÎ PARÊZA GRÎBÊ LI XWE BIDE?

Me li jor jî bi kurtasî gotibû li em ê vir jî di çend xalan de rêz bikin ka divê kî parêzê li xwe bide:

-Kesên ku temenê wan ji 65an jortir e.

– Kesên ku di wan de nexweşiyên kronik hene

– Kesên ku zû bi nexweşiyan dikevin

– Kesên ku di malen xwedîkirinê de dimînin

 

  Nivîskar: BURHAN IRMAK

www.candname.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply