1
– Dê kîve çin? bi erebî û bi dengekê xinzirî û bilind serbazî pirsiyar ji wan kir. Lê ji kîve dapîra Zuleyxa û neviya wê Besna erebiyê dizanin! Ajoyê otomobîla pîkap, ya ku Zuleyxa û neviya wê li pişta wê siyar, bû wergêr di navbera serbazên ereb û dapîrê de :
Piştî bi silametî derbaskirina her zalgehekê, dapîra Zuleyxa qurçek li tifa di gewriyê de asêbûyî dida û pal dida xwarê û digote Besnayê:
– Dê Besê, eve jî çû, ka li ya têt dê çi bi serê me hêt û dê çi pirsiyara ji me kin?
Ji Sêmêlê heta Kanîmasê ji pazde zalgehan bêtir di rêyê de bûn. Evca were dil tena di wê rêyê de here û were û li wan her pazdehan te rabiwestînin û te bi pirsiyaran bializînin.Te bînin û bibin û weku tirî te li zirkê bidin, bes ji bona ku bihanekî li te hilbêxin û ya din dê ew be ya dilê wan dixwaze, hizra dapîrê bi hindê ve mijûl bû.
Li paşiya otomobîla pişt berdayî qute quta dilên wan bû. Tehirka tavê bû û pîkap gelek bi lez diçû, ba dişeqand. Ji ber wê lezê, bayî xwe bi hêz li navçavên dapîrê û Besnayê dida. Lewma Besnayê dersoka xwe ya rengîn û gulgulî weku dapîrê di bin guhên xwe re biribû û baş girêdabû, da ku ba pirça wê qijevij û belav neke.
Qolekê otomobîla di ber wan re buhurî. Zîlên leşkerî bûn û hejmara wan ji sêzdeyan bêtir bû. Xwiya bû ew ji devera wan dihatin û ber bi Zaxo diçûn. Piştên wan tijî tişt û mişt û kincir bûn. Xudanên tişta jî li ser barên tiştan bû. Serbazan jî wesa bi lez li tirimbêlan dixurî, ne ageha wan ji rê hebû neku kesek yan canewerek bikeve ber û ne jî dilên wan bi wan kesan dişewitîn, ewên li piştên tirimbêlan li ser tiştan, ewên hêj rondik di çavan de zuhanebûyî. Yên ku hêj çavên wan li pişt xwe digeriyan û wan mîna tevrê Ferhadî gir û çiya kun dikirin û ya ku bi serê wan û Şirîna wan hatî didît ve.
– Diyar e ev mişext û derbider kirin?
Dema ew nêzî zalgehekê dibûn çavên dapîrê serevrazî esmanan dibûn û nimnimek ji bin lêvên wê dihat. Piştî ku ji her zalgehekê qurtal dibûn, wê hêv dikire esmanan û digot:
– Hezar cara şukur bo te Xudêwo, vê carê jî çi nehate serê me.
Çavên herduwan, ji Xîzava ber bi Bêgova, man girêdayî Zinarê serbilind. Ew Zinarê bi hezarehan çîrokên evîn û berxwedan û xweragirtinê di nav xwe de werpêçayîn. Dapîr, bi hizra xwe derbasî serê Zinarî bû. Havîn bû, lê hîn keviyên befrê xwe bar nekiribûn. Gundiyan gelek berif dakiribû kombefrê. Rêbasan bi terînî û mizetama xwe tama devê wê xweş dikir.
Kaniyeka ava tezî li wir bû, dapîrê jî wekî giş bêriyan, bi lepan, av jê vexwar. Av hinda sar bû, xiyar di tezîtiya wê de şeq şeq dibûn. Berêveyî Zinarî, pez li ber bêrê bû û şivan jî li ser berekî di navbera herdu rêzên bêriyan, yên li hember hev de, mîna qiralekî rûniştibû. Bêriya rêya du saetan bi pêyan ji gundî bo cihê bêrê qetandibû. Ew li ber sîngê şivanî bûbûn du rêzên beramberî hev û pez di navbera wan herdu rêzan de ber bi şivanî diçû. Her bêrîvanekê peza xwe jê digirt û didot û paşî berdida. Ya peza wê ji destan vedirest, şivanî serê wê digirt û vedigerand bo ber destê xudana wê.
Her di wan gavan de dengê şivanî bilind dibe, qêr dike lavje û stiranan. Mil dihejin, xuryan berdibe pêyên wan, êdî bêrî hew xwe digirin û dibe sema û govend. Zuleyxa serçemkê dawetê digire û dişarîne. Kenî û tirane û henek û laqirdî bê dawî dimînin û wan çel û çiyayan bi can diêxin. Bêrî xwe ji bîr ve dikin û dereng vedigerin mal û li ber derazînkan pitpit li benda wan bûn ka çima ew dereng vegeriyane. Dengê Besnayê ristika bîrhatinan li dapîrê piçand:
– Dapîr te ageh ji xwe hebe em gehiştine zalgeha Bêgova.
Li zalgehê û wekî hemû caran serbazan bi tivengên xwe yên lûliyên wan arasteyî hat û çûyiyan kirîn, rê li tirimbêlan girtibû. Tirimbêl bi xwe nikaribûn li nêzîkî zalgehê lezê bikin, ji ber ku li pêşiya her zalgehekê û ji herdu aliyan ve, bi dirêjahiya sê çiwar metran, astengên weha ji axê çêkirine ku çi otomobîl nikaribin bi lez li ser bajon û ji zalgehê û rawestandinê baz bidin. Xwiya bû ku ew gelek ji xwe ditirsiyan, lewma wan astengine ji wî rengî li ber zalgehan durist kiribûn. Tirsa wan ew bû neku kurdek bi erebeya xwe, bi lez bihêt û narincokekê bavêje nava wan û biçe, yan jî erzaq û qûtekê mişe bi xwe re derbas bike. Ji xwe, mebesta wan ya rastîn ji deynana wan zalgehan bi wî awayî ew bû ku hebûna xwe ji xwecihên Kurdistanê re biselmînin û bibêjin:
– Ev em li her derekê hene, hema hûn axiftinekê yan karekî li dijî me bikin, hûn bi silametî ji destên me qurtal nabin.
Zalgeh bi xwe çeşnekê tirsandin û kontrolkirina xelkî ye, bo ku serê xwe ji bo yasa û rêdarên wan biçemînin, rejîmên welatên devera me weha fikir dikin, ev hizir di serê dapîrê de xulxulîn. Serbazan dapîr û Besna ji paşiya pîkapê înane xwarê. Serbazekî pirsiyar ji şofêrî kir ka ew herdu jinên bi wî re, li sîngê tirimbêlê rûniştî kî ne. Wî jî bersiva wan da û got:
– Eve jina min e û ya din keça min e, bi destê xwe nîşa serbazî dan.
Serbazine din mijûlî erebeyê bûn. Dihilişkaft, ka çi tê de ye. Eger hat û wan tiştek dît û dilê wan çûyê, li cem wan çi ji wê hêsantir nebû ku ji xwe re hilbigirin. Ma zehmetiya wê çi bû; hema da bêjin ev tişte yê qedexe ye û na be tu bi xwe re bibî deverên li bin kontrola pêşmergeyan û bi wî rengî ew tişt dibû yê wan. Ma çi ji dest xudanî dihat, hema wî lêvên xwe ji serêk rabikirbûna û bigota na, ne weha ye, dê qontaxên tivengan daweşiyabanê û ew jî dê bi tiştan re biçûya. Li cem wan normal bû ku derewekê pêve binin û wî li atafekî bidin.
Serbazek bi koma pirsiyarên xwe yên tamsar li dapîrê û Besnayê zivirî û di ber re çavekê xwe li Besnayê diniqand. Besnaya besteziman jî serê xwe çemand û êdî nerakir heta zalgehê rê daye şofêrî ku neferên xwe bibe û biçe. Piştî ku otomobîlê daye rê û ji zalgehê dûrketî, dapîrê bêhna xwe hilkêşa û destê xwe yê rastê bi ser dêmê xwe de anî xwarê û nimnimek jî kir.
– Me şofêr wesa têgihandiye ku em dê çine Kanîmasê, baş e tu dibêjî çi tirs tê de nebe em li van dera peyar bibin û tu dibêjî ku şofêr çi şika ji me nebe? Besnayê ev pirsiyar ji dapîrê kir. Dapîrê jî xwest Besnayê tena bike, evca gotê:
– Besê! di xema hindê de nebe. şofêr jî dizane em naçin Kanîmasê. Ew jî xwelîpêwerekê wekî me ye û ma kî dibêje ew dê ji bo kirîna sêvan biçe Kanîmasê! Kî nabêje wî jî mîna me karekê din heye, lê ditirse rastiyê bibêje. Manê van dagîrker û çepelan em hînî derewan jî kirin.
Hê gundên rex û rûyên cehdeyê nehatibûn rakirin. Dapîrê baş mêze dikire rêyê ji bona ku wî cihê ku dê lê peyar bin derbas nekin. Wê ew rê baş nas dikir, ew bi sedan caran tê re hatibû û çûbû û xelkê wan gundên ser rêyê jî, yên hevjiyê xwe nas dikirin.
Nêzîkî gundê Girka bûn. Dapîrê ji Besnayê xwest ku destê xwe li camê bi rex şofêrî ve bide bo ku otomobîlê rabiwestîne da ew jê peyar bibin. Şofêrî jî pîkap da aliyekê rêyê û rawestand. Du serbazên Îraqî wêvetirî wana bûn, dema wan dît ku erebe rawestiya, ew ber bi wê ve hatin. Piştî ku dapîr peyar bû, wê destê xwe bire berîka fistanê xwe û kefîkeka werpêçayî jê anî derê û gote şofêrî:
– Ezbenî kes û karên me li Girkan e û me li bere em biçin seredana wan. Digel axiftina xwe dapîrê kefîk vekir û pereyên qurmiçandîn xwiyabûn. Çavên lêxurê pîkapê lê bûn, wî derfet neda wê ku qala pereyan bike û yekser gotê:
– Baş e dayê, pereyên xwe rake û hûn bi xêr biçin.
Lê dapîrê xwe gîro kir û xwest kiriya otomobîlê bide û şofêrî jî dixwest ew biçin hê serbaz vêra negehiştîn, lewma berê xwe da serbazan û got:
– Dayê! Pereyên xwe bike di berîka xwe de û pêyên xwe sivik bikin hêşta serbazên henê nêzîkî me nebûyîn.
Ji nû dapîra Zuleyxa berê xwe da wî aliyê şofêrî çavkiriyê û mebesta şofêrî fehim kir. Ji xwe, dîtina serbazan bes bû ku dapîr bitirse.
– Yê parastî bî kurê min. Mala te ava, axiftina xwe timam nekir. Destê Besnayê girt û sivik pêyên xwe dane rêyê.
Serbazan gazî kire wan, lê ew li pişt xwe nezivirîn û xwe tê negihand û xwe bi ser ve hay neda. Ji bona ku bela serbazan ji wan vebike, şofêrî pîkapa xwe ajot û bi rex serbazan ve rawestand. Xwest wan mijûl bike heta ku dapîr û nevîka xwe berêveyî çiyakî dibin. Wî bi erebiya xwe ya şikestî silav kire wan, xurtî li xwe kir û keniyek li ser lêvên xwe perçivand û destê xwe yê rastê dirêjî çekmeçeyê rexê destê rastê kir, du pakîtên cigareyên Bexda jê derxistin û pêşkêşî serbazan kirin. Devên serbazan beş bûn, wan pakît jê setandin bê ku peyveka spasiyê jî ji devên wan derbikeve. Li ciyê spasiyê, wan demildest pirsiyarên xwe yên hişk û tamsar arasteyî şofêrî kirin. Di ber re çavên wan weke gurgên birsî diçûn jin û kiça şofêrî.
– Hûn ji kûve tên?
Destûr dan şofêrî bona ku biçe û çavên xwe berdan ve pey dapîrê û Besnayê. Şofêr ji cihê xwe nelivî, çunkî tirsiya ne ku serbaz bikevin dû pîrejinê û nevîka wê. Evca xwe hebeka din digel wan mijûl kir heta ku di qodîka milê rastê yê pîkapê de dîtî ku herdu jin berêve bûn û êdî nahêne dîtin. Dil li şofêrî rehet bû, ji ber ku wî dizanî ku serbaz bi tenê bisteh nakin berêveyî wî girî bibin û newêrin biçin nava gundî. Wê çaxê şofêrî xatra xwe ji serbazan xwest û pêyê xwe yê rastê da ser benzînê û ji wan dûr ket. Jina şofêrî serê xwe hijand û got:
– Ho Xudêwo! dê kengî bela van serbazan ji me vebe?
Têbînî: Çapa yekê bi alfabêya latînî, 156 rûpel, 1996, Nûdem, Stockholm. Çapa duyê bi alfabêya latînî (digital), 134 rûpel, 2002, Nefel. Çapa sêyê bi alfabêya erebî, 224 rûpel, 2008, Aras, Hewlêr.
——————————————————–
Sidqî Hirorî – sidqi@kulturname.com – kurturname.com