Parastina Kurdî Zor Zor Girîng e!

Hewldan û hesasîyeta parastina Kurdî zor zor giring û watedar e. Ji bo mêjîyekî pak û sirûşta Kurdbûnê, heyatî ye. Digel hemî bêxwedîbûn, êrîş û têkçûnan, Kurdî îro xwedî civat û cemawerekê ye. Piştî vê astê û evqas berheman, windabûna Kurdî ne pêkan e. Tim wê li ber geşbûnê be.

Ziman, ji bo me Kurdan tenê ne amûreke pêwendî û têkilîyê ye. Amûra xwemayîn û xweparastinê bi xwe ye. Keliheke asê li hemberî êrîşan û cîhaneke bêserûbin a sirûşta Kurdbûnê û Kurdistanê ye. Ji ber ku mirov hestên xwe bi kîjan zimanî bijî, her ku diçe dibe aidê wê nasnameyê.

Kî ji me, li kûderê, çi karî bike, divê zêdekirina rewaca Kurdî bike yek ji amancên xwe yên sereke. Encex bi vî awayî di civatê de prestîja zimanê me bêtir û geştir bibe. Li ser kartvisita min a parêzerîyê hebûna Kurdî, parvekirina mûzîkeke Kurdî ji alîyê Nusret ve û hwd…

Ji rûpela Necat Zivingî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply