Paklawa û Berfeşîr

Ez ji Swêdê hêj nû çûbûm Kurdistanê. Ez li Amedê bûm, min li nûçeyên televizyonê temaşe dikir, minaqeşeya mesela paklawayê dest pê kiribû. Paklawa ya tirkan e yan ya grekiyan e –yunanîyan e- bûbû mijara sereke a minaqeşeyê. Yunanîyan gotibû “Paklawa ya Yunanîyan e” û tirkan li ser vê qîyamet rakir, weyla elî çawa paklawa tirk dikin ya yunanîya…..

Li ser vê minaqeşeyê û îdîayên herdu aliyan, ji bo ez rastiyê derxim holê, min dest bi lêkolînê kir. Gelo paklawa ya kê bû? Mucîdê wê tirk bû, yunanî bû yan ji neteweyeke din bû? Li Tirkiyê, Kurdistanê û Ewropayê û li temamê cîhanê paklawa herî bi navûdeng, herî xweş, bi tehm û lezet paklawa Gazîantabê bû. Loma jî ez ji Amedê çûme bajarê Gazîantabê û min li wir dest bi lêpirsînê û lêkolînê kir.

Gazîantab bajareke kurdan e. Berê jî û niha jî piraniya runiştvanên bajêr kurd in. Digel kurdan hinek arab û tirkmen jî hene. Berê li bajêr ermenî jî hebûne, lê niha ermenî pirhindik in, bi tiliyan têne jimartin. Di dema qetlîama ermenîyan de, ermenîyên wir jî hatine qetilkirin, yên ku ji kuştinê xilas bûne ji wir reviyane, koç kirine çûne Halebê û Beyrûtê. Hinek ermenî jî ji wir çûne Amerîkayê û li wir bi cih û war bûne.

Gazîantab bajareke sanayî yê ye, li wir gelek fabrîqe hene û gelek karker di karxaneyan de dixebitin. Dagirkeran Kurdistanê ji hêla sanayîyê ve bi qestî paşve hêştine. Sanayîya ku li Kurdistanê heye, herî pir li vî bajarî ye. Karker anku proleterên fabrîqan jî herî pir li vî bajarî ne. Esnaf û dikandar û herweha bazirgan jî bi piranî bi eslê xwe kurd in. Yanî bajar bajareke kurdan e, lê ji ber siyaseta dewleta dagirker ya asîmîlasyonê, di nav bajar de bi piranî bi tirkî tê axaftin. Bajarê Gazîantabê bûye bajarê netirkên tirkîaxif.

Paklawa herî xweş ya bi tehm û lezet li Gazîantabê tê çêkirin û min jî li vî bajarî paklawa herî bitehm xwar. Ez li Gazîantabê bum mêvanê birêz Azîz Mahmûd. Wî paklawa îkramê min kir. Siyasetmedar û teorîsyenê kurd Sînan Çîftyurek jî ji Stenbolê hatibû Gazîantabê. Me bi hevre paklawa xwar. Tehm û lezeta paklawa Gazîantabê hêj jî di devê min de ye.

Tirk ji paklawayê re “baklava” dibêjin. Ev peyv navlêdaneke nerast e. Ji xwe tirk tîpan digehurînin. Ew ji kurd re dibêjin kurt, yanî tîpa paşî “d” yê dikine “t”. Di alfabeya wan de tîpa “ w “” tune. Wan tîpa “ p “ jî kirine “ b “ û li gorê ziman û alfabeya xwe navê “Paklawa” yê kirine “ baklava”.

Paklawa cara pêşî li Gazîantabê hatiye çêkirin. Mucîdê – çêkerê – vê xwarina şêrîn jineka kurd e. Navê wê Gulî ye. Ji xwe ji xeynê kurdan tu neteweyeke din vî navî li zarokên xwe – li keça xwe – danaynin. Yanî tirk, arab û yunanî navê keça xwe danaynin “ Gulî “.

Gulî xanima kurd paklawayê çêkiriye û zarokên wî hêj jî meslegê diya xwe didomînin. Ji bo ku ew asîmîle bûne, wan paşnavên xwe kirine “Gulluoglu” û bi vî navî dikan û pastaxaneyên paklawayê vekirine. Dikanên wan netenê li Gazîantabê, herweha li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê hene.

Tirk li ser pişta hespan hatine Kurdistanê û derbasê rojavayê Anatolîyê bûne. Tu çandek – kulturek – wan yê xwarinê û çandiniyê tunebûye. Ji xwe hêj jî xwarineke wan a taybetî tune. Metbexa wan bi xwarinên kurd, arab û yunanîyan tije ye. Grekî – yunan – jî ji xêra kurdan re bûne xwedî medenîyetê. Alî Şeratî û Îsmaîl Beşîkçî di nivîsên xwe de vê rastiyê anîne zimên.

Werhasil bi kurt û kurmancî, paklawa ya tirkan û yunanîyan nîn e, ya kurdan e.

BERFEŞÎR

Di jiyana mirov de gelek tiştên baş û xweş hene. Yek ji wan tiştên xweş jî ger e, rêwîtiya welatên curbecure û dîtina gund, navçe û bajaran e. Gelo kesên ku pir dixwînin zana ne yan yên ku pir digerin? Ev babet hêj jî mijara minaqeşeyê ye û di nav zanîstên lêkolîner de tê minaqeşekirin.

Min gelek welatên cîhanê yên asya, rojhilata navîn û ewropayê dîtiye. Li Kurdistanê û Tirkiyê jî min gelek bajarên bakurê Kurdistanê û rojavayê Anadoliyê dîtiye. Hinek bajarên ku min nedîtiye jî, ez hewl didim ku biçim bibînim.

Ez piştê bîstûçar salan vegeriyam welatê xwe û min gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê careke din dît. Ez di sala 1979-an de çûbûm bajarê Kahramanmaraşê. Piştê ewqas sal min xwest ku ez careke din biçime vê bajarê kurdan bibînim û herweha dostê xwe mamoste Metîn ziyaret bikim, biçim serlêdana wî. Helbet digel serlêdana mamoste Metîn û dîtina bajarê Kahramanmaraşê, min dixwest ku ez berfeşîra Maraşê ya bi navûdeng li wir bixwim.

Tirk ji berfeşîrê re bi tirkî dibêjin “Dondurma”. Ev peyv tê maneya “Cemidandin”ê. Ev peyva bi tirkî tam maneya wê nade. Maneya wê ya eslî peyva kurdî ye, anku peyva berfeşîr e. Ji xwe mucîdê wê jineka kurd e. Yanî yê ku berfeşîr çêkiriye jinek kurd bûye û ev xwarina xweş ji alî kurdan ve belayê cîhanê bûye.

Berfeşîr – ku hinek jê re besteme dibêjin, lêbelê ev peyveke bêmaneye û şûna navê berfeşîrê nagire – di dema împaratoriya Bîzansê de ku ew dem bajarê Maraşê di bin destê Romayîyan de bûye û li bajêr desthilatdariya dewleta Bîzansê hebûye. Di keleya bajêr de leşkerên Romayê – Bîzansê – hebûne, lêbelê runiştvanên wir kurd bûne.

Li pey kela bajêr, li kendalê çiya gomek –zom- kurdan hebûye. Rojeke fermandarê kelê diçe gomê mêvaniyê. Xwediyê gomê Mehran Axa kurdekî xwedî şexsiyet û mêvanperwer bûye. Herkesê qedr û qîmet û rûmet daye pê. Ew bi comerdiya xwe nav û deng daye. Navê jina Mehran Axa, Berfê bûye. Berfê ji bo çêkirina xwarinên xweş nav daye. Qumandarê kelê bi çend leşkerên xwe ve bûye mêvanê Mehran Axa. Kurd ji berê ve mêvanperwer in. Xanima malê Berfê xwarinên xweş çêkiriye û daye mêvanan. Piştî xwarinê wê berfeşîr çêkiriye û daye mêvanan.

Fermandarê kelê berfeşîr xwariye û gelek ecibandiye, bi tehm û lezet dîtiye û ji xanima malê pirsiye ku navê vê xwarina şêrîn a xweş çiye? Û ev xwarin ji çi çêdibe? Xanima malê jê re behsa çêkirina berfeşîrê kiriye. Wê gotiye ev ji şîr û berfê û salebê çêdibe. Qumandarê kelê bi kurdî zanibûye, wî ji Mehran Axa û jina wî Berfê re gotiye : “Ev tişteke gelek xweş e. Madamaku mucîdê – îcadkerê- vê xwarinê Berfê ye, bila navê vê “Berfeşîr” be. Mehran Axa jî gotiye : “ji xwe ev di esasê xwe de ji berf û şîr tê çêkirin û ev naveke xweş e, tam lê tê.”

Ji wê demê û pêve navê vê xwarina şêrîn ya bi tehm û lezet bûye berfeşîr. Dema ez li welêt bûm, bala min kişand, kurdan jî jê re li gor peyva navlêkirina tirkî digotin “Dondirma”. Bi min, divê kurd nebêjin “Dondurma” bibêjin “Berfeşîr”.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply