Otîzmê ferq bike, jiyanê parve bike! Bi mamoste Güneş re li ser otîzmê hevpeyvîn

Ji ber ku heyva avrêlê di heman demê de heyva hişmendî û hayjêbûna otîzmê ye wek tîma perwerdîa me xwest ku li şûna ku ji vê mijarê re quncikê veqetînin û bi dayikeke ku zarokê wê otîstîk e re hevpeyvînê bikin. Dayik di heman demê de mamostetiyê dike. Di destpêke de di derheqê otîzmê de kêm tiştan dizane. Piştî ku dibe xwedî zarokekî otîstîk, dayik bi zarokê xwe re dikeve serboriyekê û di derheqê otîzmê de asta hayjêbûna wê pêl bi pêl zêde dibe. Me bi dayikê re di derbarê zehmetiyên ku piştî qebûlkirina otîzmê kêşaye de axift. Carna em keniyan, carna em xemgîn bûn û carna jî em bi hev re giriyan. Du zarokên Guneşê hene û Guneş li Amedê mamostetiyê dike. Berî her tiştî, xwe wek diya zarokekê otîstîk, diya Hevalî rave dike. Tevî ku ji sed zarokan yek jê ji otîzmê bandorê dibîne jî sedemên vê û agahiyên tedawîkirinê baş nayên zanîn. Ev wek kompleks nexweşiyên neurobiological û genetîk-based tê ravekirin. Em bi nasîna Guneşê dest bi hevpeyvîna xwe dikin.

otîzmêbıfıkıre (1)

Gelo tu dikarî hinekî qala xwe bikî, Guneş keseke çawa ye?

         Guneş hin serhildêr e, hin cuda ye. Ji femînîstên kevn e, xwediya xeyalên kûr û dûr e. Bi derfetên zor û zehmet xwendiye û bi vî awayê karê xwe ji dest xistiye. Xwîşk û birayên xwe jî daye xwendin. Xwedî malbat û hevjînekê xweşik e.  Bi felsefê re têkildar e, kûr û hûr dijî. Mamosteyeke îdealîst e, xeyalperest e, ji derveyî rê û rêbazên klasîk bi rê û rêbazên azad û cihê bi awayekî berfireh dersên zarokan dide. Li gorî rastiyên xwe dijî. Xweşbîn e, pirr dixwîne û bi xwendinê vediguhere û bi pêş ve diçe.

Baş e ev Guneşa ku tu qala wê dikî bi çi awayî nêzikî otîzmê dibû?

         Min di derheqê otîzmê de kêm tişt dizanî û hişmendî û hayjêbûna min a di derheqê otîzmê de kêm bû. Dikarim bêjim ku haya min jê tunebû. Yanî ez di gellek tiştan de mamosteyeke serkeftî bûm lê belê qet rastê vê cudabûnê nehatibûm.

Otîzm çawa tevlî jiyana te bû?

           Di serî de dayika min hayjêbû ku Heval di hin xalan de cuda ye. Em jî pêhesiyan ku hin tişt naşibin tevgerên zarokên din. Dayika min ji axa berê ye û jineke zêde venihêr û zêde miqate ye. Dema ku Heval kete bîst mehiya xwe dayika min pêhesiya ku tişteke seyr diqewime û me hişyar kir. Xwarziya min du mehan ji Heval mezintir bû. Dayika min tevgerên xwarziya min û Heval muqayese dikir û têdigihişt, bi me re parve dikir û em jî bi wan çavdêriyan qayil dibûn. Min di serî de qebûl nedikir. Min digot dibe li gorî zarokê din piçek hêdî dicivire lê tişta din min qebûl nedikir. Ji xwe heya yek sal û nîva Hevalî em tu tiştî nehesiyan. Li gorî me her tişt temam bû. Em diçûn kar, xwîşka Hevalî diçû dibistanê û Heval jî bi nihêrvana xwe re di mal de bû. Nihêrvanê bi Hevalî re nediaxift û bi gelemperî televîzyon seyr dikir. Vê yekî qet bala me jî nedikişand. Çaxê ku aniha difikirim pêdihesim ku ev yek bandoreke neyînî çêdike. Û carna difikirim, dibe ku ev yek ji derziyan jî qewimîbe.

         Ez napejirim ku aşiyan li pitikên nûzayî bidin. Bi min hewce ye ku dayik jî aşiyan xwe nedin. Ev yek wê rê nede îhtimala astengiyên ku zarok bijîn.

Bi te ev yek dibin sedema astengiyên ku zarok dijîn?

         Erê, ez wisa difikirim. Ji xwe li ser vê yekî hin agahî hene. Mînak, li Amêrîka di derheqê vê mijarê de hind doz hatine vekirin.  Di nava wan aşiyan de hin cism hene ku bi xeter in. Li hember bikaranîna wan cisman(aniha navê wan cisman nayê ji bîra min) hin doz jî hatine vekirin û di emcama wan dozan de biryar hatiye girtin ku ew cism di aşiyan de neyê bikaranîn. Lê ez difikirim ku ne li Tirkiyê û ne jî li welatên ku nû bi nû pêş dikevin ev cism ji aşiyan hatiye derxistin. Li ser vê yekî jî tu agahi jî tuneye nexwe em dê çawa qayil bin. Ji bo ku zarok jî ji van xetereyan bên parastin em dikarin van aşiyan di sê saliya zarokan de li zarokan bidin.

            Hewce ye ku ji berê ducanîbûna dayikê hin tedbîr bên girtin. Mînak em bêjin, zarok berî ku ji dayik be hewce ye dayik xwarinê lêzêdebike û zarok têr bike. Ji ber ku zarok di malzaroka diya xwe de neyê têr kirin û pêwîstiyên xwe bi cî neyîne ji xwarinên dayika xwe sûdwerdigire. Di malzaroka diya xwe de bi şeklî dijî. Dema ku zarok ji dayik dibe aşiya Hepatît B lêdidin. Ji bo ku li hember vîrûsan têdikoşin. Ev yek zarokan li hember nexweşiyan tebitîne. Ji xwe zarok bêyî ku bê aşî kirin bi xwezayî dikare li hember mîkroban têbikoşe. Ji bo nimûne, gelek bijîşk pêşniyar dikin ku pitik pîlikan bi kar neynin. Lê belê, pitik di serî de bi pîlikan rastî mîkrobên malan tên. Û pitik bihêzkirina sîstema parastinê xwe bi xwe hîn dibe. Ji bêyî antîbiyotikan dikare li hember mîkroban bedena xwe biparêze.

Baş e, mirov dikare bêje ku hişmendiya dayikekê ya di herheqê otîzmê de hê ji pêvajoya ducaniyê destpê dike?

         Erê. Bi rastî jî, rîskeke mezin e. Bi tenê ji bo otîzmê jî nabêjim.  Divê ku dayik ji bo gelek naxoşiyan haydar bin.

         Aniha xwarziyeke min ji dayik bû, çavên me hemûyan li ser e. Ji ber ku psîkolojiya me xera bûye li hember ji dayikbûna pitikan bi vê hişmendiyê tevdigerin. Ji dema ducaniyê heya dema ji dayikbûnê em hemû dibin yek û çavdêriyê dikin. Ev geşedan ji piştî Hevalî pêk hat. Lê belê di vê demê de diya min pêhesiyabû. Bi israra diya min em çûn bijîşkê.

Gelo tu dikarî vê pêvajoyê bi me re parve bikî?

         Pêşî em çûn revanpizişkê. Gelek test hatin kirin. Paşê em çûn psîkîyatrîya zarokan. Pêvajoya psîkiyatriyê, ji bo me pêvajoyeke zenûn bû. Şeş heyvê me bi çûn û hatina psîkiyatriyê re derbas bû. Qet negot ku min pê guman heye ji otîzm e, an jî negot ku em ji bo ceribandinê testekê çêbikin. Hema rahişte çend testin û lîstokan û em şandin malê. Û wî got qeydê zarokxaneyekê bikin bila li vir xwe mijûl bike. Bi wî re hin lîstokan bilîzin filan bêvan, çavdêyan bikin piştî şeş heyvan werin bi min re parve bikin.  Piştî heyva çaremîn êdî me nekarî em idare bikin û em derketin çûn cem wî. Cara ewil qala otîzmê kiriba dê min jî di derheqê otîzmê de hin tişt xwendiba ku têbigehim. Qet gumanbar jî nebû. Piştî ku em careke din çûn teşhîsa otîzmê da. Ez bi girî ji odeyê derketim û hew. Min digot dibe ku nexweşiyeke Hevalî hebe lê wê ji çend hevy şûn de baş bibe. Bi bihistina otîzmê em hedimîn. Heya vê demê em li gund diman. Me digot bila zarok bi xwezayê re têkildar bin û bi hişmendiyeke ekolojîk mezin bibin. Piştî ku hewce dîtin ku Hevalî li navendên rehabîlîtasyonê perwerdehiyê bibîne, em jî hatin bajêr û li vir man. Em li dû mamosteyên baş ketin. Di heman demê de Hevalî jî dikete testan. Ev pêvajoke tije jan û xemgînî bû. Ji dil aciz dibûm. Ez li bendê bûm ku piştî çend heyvan dê Hevalî baş be lê belê li navenda rehabîlîtasyonê bavek nîşanê min dan û ji min re gotin:’ Tu wî dibînî? Bi salan e bi zaroka xwer re diçe û tê.’ Wê gavê çokên min sist bûn. Xwedêyo, ew çi dibêje? Qala salan dike… Ez wê demê bi rastiya otîzmê re rû bi rû mam. Ez gelekî giriyam. Piştî hingê min heya salek û nîv dev ji dibistanê berda û bi Hevalî re têkildar bûm. Me li kûçe û li parkan dema xwe derbas dikir. Min dikir ku bi zarokên din re bikeve têkiliyê ji têkiliya wî û civakê xûrt bibe. Di heman demê de jî min pirtûk û gotarên ku li ser otîzmê hatine nivîsîn dixwend. Ez bi dayikên xwediyê/a zarokên otîstîk re ketim têkiliyê. Serboriya min bi vî awayî destpê kir. Min digot ku çi dibe bila bibe teqez tedawîkirina otîzmê dê hebe û min xwe bi xwendin û lêkolînê motîve dikir.  Ez pêhesiyam ku di vê pêvajoyê de têkiliya mamoste û zarokê pir giring e. Û ez pê mamostyên baş ketin.

         Hevaleke min li ser tedawîkirina otîzmê gotarek parve kiribû. Min ev gotar xwend. Ez pir bi kelecanî bûm. Gotar Ahmet Aydin nivîsandibû. Hemû kes ev rexne dikir. Digotin ku dev jê berde ji bo pereyan wisa dinivîse, pereyê xwe nede xwarin. Çareseriya vê tune ye. Min ew kesane bawer nekir. Û ez derketim çûm Stenbolê. Dibe ku ev camêr rast dibêje. Dibe ku hêviyek hebe. Van pirsinan di serê min de olan dida. Ahmet Aydin, li gorî derfetên malbatan reçete ji wan re dinivîsî. Ez wisa difikirim ku li ba perwerdehiyê hewce ye ku ji aliyê biyolojîk jî bê xurt kirin. Emcama lêkolînên min jî ev yek nîşan dida. Bi dû re me destpê dîyetê kir. Hevjînê min tim digot dev jê berde ew yek ji kêra tiştekê nayên, hewce ye ku em piranî li ser perwerdekirina Hevalî rawestin.

Baş e, li gel vê tedawîkirinê perwerde jî didomiya?

         Erê, çawa. Li gel vê tedawîkirinê perwerde jî li navenda rehabîlîtasyonê didomiya. Rojekê min dît ku zarokeke sendroma Down diaxive. Bi kelecanî min ev yek bi dayika wê re parve kir. Diya wê got, ev yek bandora erênî ya dersên ku digre ye. Ez bi kelecanî li dû terapiya zimên û axiftinê ketim. Têdigihiştim ku terapiya ziman û axiftinê xelekeke ji pêvajoya tedawîkirinê ye.

Xelekên din kîjan in?

         Perwerdehiya taybet, werzîş, avjenî, terapiyên kêmtir, entegrasyonê hesteyî, terapiya zimên û xelekên din. Mala hevjînê min ava be. Di aliyê werzîşê de wî piştgirî dida me. Mezintirîn aligirê min ev bû. Bi min du cure mêr hene. Yek ji wan ji mêrîtiya xwe derdikeve pêş; ê din jî bi mirovatiya xwe. Hevjînê min di kategoriya duyemîn de ye. (Em dikenin.)

Manhattan-Floating-1024x424

Manhattan Floating (Manhattan li ser avê) xebata hunerî ya Seth Chwast e. Seth bi xwe otîstîk e û karên pirr xweşik ji destên wî derdikevin. Ji bo malpera Seth binêre: http://www.sethchwastart.com/

Di vê pêvajoyê de rewşa we ya aborî çawa bû?

         Dibêjin ku otîzm, nexweşiya dewlemendan e. Bi min ev yek nexweşiyeke çandî ye. Hindî ku tu dixwîne bêtir têdigehî. Rast e, di aliyê aborî de mirov dixe bin barên giran. Carna me karên din jî kir û em hîn jî dikin. Çi pêwîst be em dê bikin da ku Heval bê tedawîkirin. Ez bawer im ku piraniya malbatên di rewşa me de jî heman tiştê difikirin.

Îcar bi dû re?

         Piştî demekê ji bilî terapiya zimên bi derfetên xwe me hewl dida ku tiştên din bikin. Di heman demê de Heval hem diçû navenda rehabîlîtasyonê hem em bi momoste Ahmet re dixebitîn û hem jî Heval diçû zarokxaneyê. Me ji bilî karên xwe karên din jî dikir da ku pereyên me têra daçûnên perwerdehiyê bike. Dema ku bûm şahid ku zarok diaxive, min got teqez dê terapiya zimên kêr bê. Em li dû ketin û çûn li ba wan. Tiştên xweş gotin me. Gotin em dê piştê ewqas demê ewqas pêşve biçin, dê Heval ewqas peyvan hîn bibe û em dê wisa pêşbikevin ku dê mezûn jî bibe, filan û bêvan…  Ji bo ku em pêş bikevin hin bernameyên me hene û bûhayê wan cuda cuda ne. Bi vî şeklî xebatên xwe dan nasîn. Me jî bawer kir, me got de ka em biceribînin.  Xeletiya me ya mezin çibû tu dizanî? Û hemû dê û bav jî heman xeletiyan dikin: em dibêjim em pereyan bidin û bila werin me baş bikin. Lê belê başbûn bi destên me bi xwe destpê dike. Ji bilî bernameyên wan min jî ji bo Hevalî bernameyek çêkir. Di tevahiya demên wî de em bi hev re bûn. Me bi hev re dikir û em bi hev re hîn dibûn.  Ji xwe tişta ku pêwîst bû em bikim ev bû. Hevalî tam salan çû li wir. Di serî de bername baş bû û ji nişka ve sekinî. Heval bêkêf bû. Tiştên seyr diqewimîn.  Wê bike, wê meke. Her tişt ji bo şikandina birikiya Hevalî hatibû danîn. Ez nizanim ku min çawa rê li ber tişteke wisa vekir. Hê jî ev yek min aciz dike. Min gelek ez şikand û aciz kir.  Bifikire ku ji bo ku tîpekê hîn bibe, bi saetan min ev birçî dihêland. Düşünsene Ji ber ku ji min re wisa gotibûn min ev yek dikir. An dê civakê Hevalî perçiqandiba an jî min dê bi destê xwe desthilatiya xwe jê daba qebûl kirin. Tim ev yek digotin min. Ez jî ji bo ku pêşerojeke baş bijî bi helwesteke wisa nêzikê Hevalî dibûm. Hê jî nizanim ka min tişteke baş an xerab kiriye. Dibe ku min rikebariya wî şikandibe lê dîsa jî nizanim… Piştre me dev ji wê derê berda. Ji kêrî tiştkê nehat. Hê jî li wê derê dê û bav tên mijûl kirin û xapandin.

         Ji dê û bavan re pêşniyara min ev e: li ba perwerdehiya li navendên rehabîlîtasyonê tên dayîn bila di mal de jî perwerdehiyê berdewan bikin da ku hev temam bikin. Di mal de, li kuçeyan tim bi hev re bin û bi hev re hîn bibin. Bibin xwedî vîneke qahim, bi biryar bin û sebir bikin. Lİ gel xalên din ev yek wê zarokan re pir baş be. Kesên ku herî zêde li ba zarokan in dê û bav bi xwe ne. Em baş dizanin ku ji çi hezdikin, di kîjan hêlan de bi rikbar in, ji çi aciz dibin…

Di vê demê de te tu pirsgirêk bi malbat, derdor û civakê re jiya an?

         Malbata min tim piştevaniya min dikir. Kesên ku li derdora min in jî her wisa. Ji bilî wana girêdana me ya bi dayikên otîstîk re qahimtir dibû.  Ez ji hevalên xwe yên berê ji dûr ketim. Ez ji wan bêtir xwe nêzî dayikên otîstîk dibînim. Demekê min xwest ku Hevalî qeydê pêşdibistanekê bikim. Min xwest ku Heval bi kurxalê xwe re di heman polê de be. Di navbera min û gerînendeyê pêşdibistanê de gengeşî çêbû. Û ev xwesteka min di qirika min de hiştin. Min got ez dê tim bi wî re bim, weke siya mamosteyê wî tim bi wî re eleqedar bim, dîsa jî ez destvala vegerandim. Bi îskînî ji wir derketim. Lê vegeriyam malê û min plansaziyek çêkir. Piştre li dû pêşdibistaneke din ketim. Belkî ez bi siûd bûm, min dikarî ku vê yekî hilbijêrim. Lê piraniya malbatên din di vê hêlê de rastî pisrgirêkan dihatin. Ji ber bi israr bûna min, min bi derdora xwe û malbata xwe re pirsgirêkên mezin dijiyan. Min di kîjan civatê de xeber daba min tim digot hewce ye ku cudakariya pozîtîf ji wan kesan re bê kirin. û pirî ciyan evne pêkan bû û min jî dev jê berdida û ez ji wir derdiketim.  Hewce bû ku ez dema xwe nekujim. Hindî ku min li ser zarokên otîztîk lêdikola, min didît ku ji pêş ve diçin û dikarin tiştên pir serkeftî bikin. Jihaybûna van tiştan ez bêtir motîve dikirim û hêz dida min. Ji bo nimûne, bîra wan pir bi hêz e. A Hevalî wisa ye. Ew tiştên ku zarokên din nabihîsin ev zarok dibihîsin. Mînak em nikarin weke wan dilopên baranê bibihîsin û hîs bikin. Dema ku tîrêjên rojê li odayê didedtoza ku radibe pir bala Hevalî dikêşe û kelecanî dibe. An jî dema ku xîz di nava mista wî de diherike kelecaniyeke bêhempa li ser rûyê Hevalî diyar dibe.

Demên wisa çêdibûn ku te bi peyva ‘xwezi’yê hestên xwe dianî zimên?

         Bi rastî di derheqê Hevalî de çênebû. Çi xweş e ku zarokê min e. Heval, di jiyana min de mîlatek e. Aniha du Guneş hene. A ji berî Hevalî û ya piştî Hevalî.  Di vê pêvajoyê de min ev tiştine fêm kir: Ger ku mirov vedikole dibîne ku ji hundirê mirovên baş jan dertê. Jan, mirovan xweşiktir dike. Jan, mirovan baş dike. Jan, mirovbûnê pêk tîne.

Guneş bi min tu dayikeke bi siûd î ku keseke xwenda yî, dizanî û naxapî. Lê tu dizanî ku hemû dayik fena te ne bi siûd in. Îro bi hezaran dayikan nexwendine, di derfetên pir xerab de dijîn û derdora wan cudahiya zarokan wekî dînîtiyê pênase dikin. Tu dixwazî û difikirî ku ji wan re hin tiştan bikî, di derheqê otîzmê de wan agahdar bikî, piştgiriyê bidî wan û asta hayjêbûna wan a otîzmê bilind bikî?

         Bi rastî pir dixwazim ku van bikim. Li vir DOMDER (Komeleya Otîzmê ya Diyarbekirê) hebû, lê mixabin ku hatiye girtin. Piştî ku ev komele hate girtin min xwest ku dîsa ev komele çalak be. Lê aniha bi Hevalî re têkildar im û hewce ye hinek din dema min hebe. Lê dema ku komele dîsa çalak bibe çi ji destên min were ez dê bikim, ez dê kedê bidim û bibim çalakgereke komeleyê. Aniha jî bi kîjan civatê be tevdigerim ku di derheqê otîzmê de agahiyên ku dizanim bi malbatên ku xwediyê zarokên otîstîk in re parve bikim. Hin caran malbat xwe ji wan dûr dixin, lê gorî asta qebûl kirina wan ji wan re dikevim têkiliyê.

         Ger ku rastê dayikan têm ji wan re dibêjim ku: “Ji kerema xwe bila şemujekê vexwin, bila xwarinên bi karbonhîdratan nexwin.” Ger ku di destên min de kefîr hebe ez bi wan re parve dikim. Ez ji wan re dibêjim: “Ez mamoste me, hûn dikarin zarokên xwe qeydê opola min bikin.’ Kurê min jî otîstîk e, ez dê baş berê xwe bidim wan. Ez lîsteya mamosteyên ku zarokên wan otîstik in digrim

         Ji biî wan tiştan hin tişt hene ku berpirsyariya ku dikeve li ser milên dewletê.

Wek mînak?

         Hin peymanên navneteweyî hene ku Tirkiyê jî ev îmze kirine. Hewce ye ku li gorî ev xalên di maddeyan de derbas dibe tevbigere û berpirsyariyên xwe cih bîne. Dersên ku li navendên rehabîlîtasyonan ji heyvê 8 saetan tê dayîn, bernameyên OCEMê û derfetên fizîkî kêmas in. Pêwîstiyên taybet ên zarokên ku geşedana derengmayî ne hene. Hewce ye li gorî van taybetmendiyan ev navend bên lidarxistin. Li van navendan qadên lîstikê, qadên werzîşê, odeyên entegrasyona hesteyî, fîzyoterapîst, derûnnas, bijîşkên zarokan, atolyeyên kar, odeyên muzîkê, atolyeyên wêneçêkirinê,  hewz û ya herî giring jî ew e ku tedawiyên bîomedîkal bên kirin û bi alîkariya diyetîsyenan diyetek bê çêkirin. Encax polên ku di nav baxçeyên botanîk de hatine dîzaynkirin dikare pêhesiyên wan zarokan raperîne û wan ji cîhana wan derxîne. Ev kar li hin welatên pêşketî bi vî rengî tên kirin. Xwezî bername û rêzikname li gorî pêwîstiyên hemû zarokan bên amadekirin. Ji bo ku edalet cî bigre ev ji bo me pêwîst e.

Tu dixwazî ji mamosteyan re jî çend tiştan bêjî?

         Dixwazim ku ji mamosteyan re gelekî tiştan bêjim. Ez rastî hin mamosteyan hatim ku otîzmê weke nexweşiyê dinirxînin û derfetan naafirînin ku zarokên cihêreng bi hevalên din re bikevin têkiliyê. Û taybetî jî xwe naxin li şûna wan û empatiyê nakin.

         Tim bi zimaneke fermanî direktîfan didin wan. Ev yek dibe sedem û zarok bi hevalên xwe re nakeve têkiliyê. Tênagihin. Ger ku li nava çavên wan binêrin dê pê bihesin ku cîhana wan zarokan, cîhaneke pir xweş û rengîn e.

         Ger ku têbigehin wê bibînin ku bi helwesteke têgihiştî vediguherin. Tenê bila wan fêm bikin bes e. Bila wan weke zarokên nexweş pênase nekin, weke zarokên cuda binirxînin. Bila tevgerên wan têbigehin, wan weke dînan nenirxînin. Mînak, zarokekî tim ti polê de tîşortê xwe derdixist. Piştî ku zarok baş bû ji zarokê re dipirsin: ‘Çima te tim tîşortê xwe derdixist.’ Zarok dibersivîne, dibêje: ‘Ji ber ku hemû zarokan onlukên sor li xwe dikirin min dixwest onlukeke sor bidin min jî.’

          Dibistan, deverên herî giring in ji bo ku zarokên otîstîk ku ji aliyên civakbûnê re pêş bikevin.  Bila vê ber çavên xwe bigrin. Bila helwesteke, em bişînin navendên rehabîlîtasyonan û ji wan xelas bibin tevnegerin. Bila piştgiriyê bidin wan û bi wan re bin.

Tu dixwazî ji dê û bavan re tiştekî parve bikî?

          Bila xemsar û bêhêvî nebin. Di heman demê de hem werzîşê bidin kirin û hem jî perwerdehiyê ihmal nekin. Û bila protokola DANê jî vekolin.

Dev jê bernedin.

Bila bi baweriyeke xûrt tevbigerin.

Ji bîr nekin ku qasê ku mirov bawer dikin serdikevin.

Mala te ava Guneş, spas. Civateke xweş bû. Hevpeyvîna bi te re moral da min.  Ger ku komele çalak be çi ji destên min were ez ê bikim.

Ez dê kêf xweş bibim. Pêl bi pêl em dê xwe bigihînên dê û bavan û mamosteyan. Mala te jî ava, spas.


Wergera ji tirkî: Erdal Kaçmaz

Hevpeyvîn: Gülesra Güllü

perwerdia.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply