Osman Sebrî – Wîkîpedîa

Osman Sebrî (Apo) (*1905 li gundê Narincê ya Kolik a Semsûr – 1993 li gundê Berkevir, li Başûrê Rojavaya Kurdistanê) yek ji helbestvanên mezin ên kurd e. Ew yek ji helbestvan nivîskarên Rêbaza Hawarê bû. Apê Osman ji serokên êla Mêrdêsî bû. Bil ji helbestin û nivîsînê, ew pardarî xebata rizgarîxwaza gelê xwe jî bû.

Jînenîgar

Osman Sebrî li sala 1905ê li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê jı dayik bû. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema Osman Sebrî hêşta zarok bû, bavê wî li sala 1915ê çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ko bû serokê êlê, mezin bû.

Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman jî digel herdu apên wî Şukrî û Nûrî li sala 1926ê hatin girtin û li zîndana Amedê hatin darvekirin. Osman du salan di zindana Denisliyê da ma û piştî efûyeka giştî, li sala 1928ê hat berdan.

Li sala 1929ê, careka din Osman digel 26 serokên kurd hat girtin, lê dîsa zû hat berdan. Ew li 24ê çileyê pêşîna 1929ê reviye Sûriyeyê, du salan bû endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê da li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê kir. Pir helbestên wî hatine çapkirin û yên ne çapkirî jî hene.

Li sala 1957ê Apê Osman digel hin welatparêzên Kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê da cih girt û wekî sekreterê partiyê hat hilbijartin.

Osman Sebrî roja 11ê çileyê paşîna sala 1993ê wefat kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê veşartî ye.

Jiyana dîrokrêzî ya Osman Sebrî (Apo)

  • 1905 – li gundê Narincê ya Kolik a Semsûrê çavên xwe vedike
  • 1915 – bavê xwe diçe dilovaniya Xwedê
  • 1922 – dibistana “Rûştiye” kutayî dike
  • 1928 – da dawiya vê salê di zîndana Denizli de
  • 1929 – li Meletîyê didin dadgeha Cengî (Dîwanî Herb)
  • 1929 – di 24.11 de derbasî binxetê (Sûrî) dibe
  • 1930 – vedigere Kurdistana Bakur
  • 1930 – Dûrxistin (sirgûn) li bajarê Reqa
  • 1930 – di 01.07 vê salê de dîsa dikeve Kurdistana Bakur bo alîkariya Şoreşa Agirî
  • 1930 – meha 10an xweveşartin di nava Inizan de
  • 1930 – dawiya salê derbasî Kurdistana Başûr (Barzan) ji bo xwe bigihîne Birkoyê Celalî, Şoreşa Agirî
  • 1931 – meha Gulanê li Musul û Bexda di girtîgehê de
  • 1931 – meha Pûşperê rev nav Bedewîyan li Tilelqed
  • 1931 – meha sermawezê heya sala 1935’ê dûrxistin li Aman û Filistîn
  • 1935 – direve nav eşîra Berazan, tê dîlgirtin du mangî di girtîgehê de
  • 1936 – dûrxistin li Girava Madagaskar (Efrîqa)
  • 1937 – vegerandina Lûbnanê
  • 1938 – vegerandina Şamê û heya sala 1941’ê danxwandina zarokên Kurd di “Nadî Seleheddîn” de
  • 1941 – payîza vê salê dîsa direve Kurdistana Bakur (bi tevî lawê xwe Welato yê ku paşê tê şehîdxistin)
  • 1942 – heya sala 1943’ê xebat di kovara Hawarê de, tev Celadet Bedirxan
  • 1944 – heya sala 1949’ê karmendiyê dike û bi destê wezîrê (neroyê) hundirî tê avêtin (ji ber xebatên wî yên Kurdewarî)
  • 1956 – danîna hîmê Partiya Demokratî Kurdî li Sûrî
  • 1960 – heya sala 1962’ê di girtîgehê de
  • 1962 – heya sala 1963’ê li Beyrût
  • 1963 – 23.05 ya vê salê heya 31.12.1964 di girtîgehê de
  • 1969 – 14.06 ya vê salê dikeve nav Kurdistana Bakur, ji ber ku di 16.03.1969’ê de biryara 2 sal girtîgehê li ser hatibû dayîn
  • 1972 – heya sala 1973’ê dîsa di girtîgehê de, li Şamê
  • 1973 – Dewleta Sûrî ji bo wî biryara çavnêriya nêzîkî (Nezareta binçavî) ya temendirêjiyê dertîne û heya dawiya jiyana xwe di bin kontrola polîsên Surî de jiya

Kurtehelbestek ji Osman Sebrî

 Maf
Ger zilmê hene top û tifing, keştî û leşker
Têk de dişîne ser xwedîmaf pê rê dike şer
Ew tev nikarin destên wê yên pola bibestin
Zorbaz û sîtemkarên keleş tê de diwestin
Her maf wekî ro nayê veşartin bi tevayî
Bayek tê, dibe ewrên di reş, zû dike sayî

Şam, 1960, Zîndana Mêzê çavkanî: Arşîva Bablekan

Berhem

  • 1954 Alfabeya kurdî ya latînî
  • 1956 Bahoz / Şam
  • 1956 Derdên Min gotar û çîrok / Şam
  • 1984 Çar Leheng/ Şam
  • 1981 Gotinên xav napijin bê tav / helbest / Almanya / , helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr.Nûredîn Zaza çapkir
  • 1982 Elîfbêya Tekûz / Şam
  • 1992 Berseva Hoşeng / Şam

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply