Osman Sebrî Nasbikin

OSMAN SEBRÎ – Osman Sebrî di sala 1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê hatiye dinyayê. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di sala 1915an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê, mezin bû.
Piştî Serhildana Sêx Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Þukrî û Nûrî di sala 1926an de tê girtin. Herdu apên Osman Sebrî di zîndana Amedê de hatin darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denizliyê de dimîne û piştî efûyeke giştî, di sala 1928an de tê berdan.
Di sala 1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê dîsa zû hat berdan. Ew di 24.12.1929an de direve Sûriyeyê, du salan dibe endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê dike.
Di sala 1954an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî weşand û hin pirtûkên mîna; Bahoz, Derdên Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî hene.
Di sala 1957an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina »Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê« de cih digire û wek sekreterê partiyê tê hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11-01-1993an wefat kir. Ew li gundê Berkevirê, li binxetê veşartî ye.

Bersîva Hoşeng

Hoşeng!
Roniya çavê min,
Pandiyê navê min,
Hêviya min a pêşîn,
Di nav pêrêyên jîn,
Divêm çend peyvan li gel te bikim.

Bê qirên û deng
Nizanim wa ji te dipirsim;
Ka te tiştek nasiye
Wek kesên bîrbir,
Jêhatî, eznawir,
Ji êşa welat
Warê xebat
Derd û kulên min.
Nabêjim tu ne jîr î,
Ne dibêjim tu dibîrî.
Tenê sergermiya te,
Tu rojan,
Tu deman,
Nahêle ku li ci kirê hûr bî,
Û çak bibîrî.

Berî tu hebî,
Piştî tu hatî,
Gelek caran ez ketim nav
Lepên neyaran,
Tevî zor û lêdan,
Digel zirt û fortan,
Di çavên min nedîtin tirs,
Ji devê min negirtin yek pirs.
Te bi çavên xwe dît,
Carekê, du caran,
Ku zor û êşandin pir hebû.
Digel min xwe westandin,
Dawî suhna xwe revandin.
Lê serê min nizm nebû.
Bi ya Xwedê her nizm nabe,
Diviya bû dilê te bi vê yekê şa be.

Tevî van bûyeran,
Li ser gotina tewtewe û qeşmeran,
Jehra ku berdane guhên te,
Bê raman û xweragirtin,
Bi ser min de dirêjî!
Berî vê bi sê salan,
Ji min re dinivîsî, holê dibêjî
“Bavo, dibînim di nivîsarê te
Dibihîzim ji dost û yarên te,
Þopa bêhêviyeke cankuj,
Xwe berdaye ser dilê te,
Pê sist bûne dest û milên te!..”

Delal!
Berî her tiştî,
Ew rewrewok ne dost û yar in,
Birek tewtewe, xêrnexwaz û çavnebar in.
Ji her nasî re dost û yar nayê gotin,
Holê pergela mirov tête sotin,
Ev celeb kes dema rûbarî te bin
Pir nerm û xweş in
Di paşgotiniyê wekî mar in,
Gelek dilreş in.
Naxwazin kesek paqij bimîne,
Qenciya camêran dilê wan diêşîne.
Ji bo çakan û çakiyê dij û neyar in,
Di devavêtinê de wek segê har in,
Divê bizanî ev celeb kes wek mişkê lûr in,
Wan bînayî nîne, li ser bênê dimeşin.
Ji zikmakî kûr in.
Ma gelo dizanî mişkê çi teba ye?
Wek van kesan ji dîtina rastiyê
Û qenciyê dûr û cuda ye.
Lûr li ser rûyê erdê najî, her jêrzemîn e.
Tiştên li ser rûyê erdê
Di nav ezmên yekcar nabîne.
Çiya, dar û ber û keskayî,
Çem, co û cobar û ronahî,
Asîman, stêrk, ro û hîv,

Gewher, pilatîn û zêr û zîv,
Tev jê re nas in, li nik wî ne teba ne.
Jê re ne hêjayî kêzikekê û du kurma ne.
Kir, tevger û xebata wî di cihên teng û tarî,
Jê re kurm û kêzik bihatir in ji elmas û mirarî.
Navên Apolo û Kosmos wî bendewar nakin,
Xwarina çend kêzikan dikarin dilê wî şa kin.

Ev e rê û ramana van celeb kesan,
Têgihan û bîrbirina nandoz û teresan.
Li pêş dost û yaran qurre û çalak in.
Dema rûbarî neyaran dibin bizdok û perşikestî,
Nikarin serê xwe rakin.
Lê ji bo kurdên dilçak û doza welat,
Bê ûst ji devê wan dertên her agir û pêt.
Nemaze ji bo kesên têkoşer û gelparêz,
Gunehan çar dikin, didin berhev, dikin rêz.
Çi kesê ji zanîn û baweriya wan bi dûr keve
Dibêjin “şaş” e
Ji kesên wek xwe bizdok û çepel re
Dibêjin
“Têgihiştî ye, gelekî baş e!”
Ew ne yên xebatê bûn,
Temê diketin riya xebatkaran.
Kama wan di hatina nav
Xebatê çavnebarî bû,
Sixwestin ew jî wek camêran
Bêne xuya kirin.
Xwehildana wan ne xurtî û fedekarî bû.
Zûka reviyan, dema ji wan ve xuya bû mirin.
Hinekê wan hatibûn nav xebatê ji aliyê neyar,
Da ku bera hev din, di berhev bêxin kesên ne hişyar.
Teqez baweriya wan bi gel nîne,
Herçî ew bi xwe ji canê xwe bê hêvî ne.
Dijî gelê xwe tu nizanî çi pêxwas in,
Berdestî ne wek tajiyên bi meras in.
Ji bo gel nawestînin ji xwe lingan,
Ji bo xelkê, xwe davêjin ser pilingan,
Ev e rewşa îro di nava gelê meyî nezan,
Lîwana xwe spartine noker, bêbav û xinizan.
Neyê bîra te ku rewşa Kurdên Rohilat û Bakur,
Ji rewşa Kurdên Sûriyê durusttir û çaktir e,
Em hin tiştan ji wan dibihîsin halê wan
Ji ê me pir kambaxtir e!..
Ev e ku nahêle em ber hev bên û bibin yek,
Bê şerm em gunehên xwe diêxin ber
Derê koledar û felek!:

Delal:
Gava em ne çak û durust bin,
Teqez ew ji pîsî û neqenciya me ye,
Em çawa dikarin bêjin “Sûcê felek
û kolîdar tê heye?”
Ma heya çi gavê em dê ji sûc û gunehên xwe birevin?
Riya rast berdin, bikevin xaçerêyen, deverû bikevin.
Riya rast şemirandin ne karê camêran e; teqez qelsî ye,
Ji gunehên xwe revîn karê namerdan e, bes pîsî ye.
Ji bo çi holê em pîsiyê di xwe de tînin?
Neyar û nemerdan dilgeş dikin, bi xwe dikenînin.
Ev yek bûye nexweşiyek malkambax ketiye canê me.
Nizanim ev çi bextreşî ye ku zanayên me pê ketiye
pirtirîn nezanên me…
Kesin hene ji gunehên xwe direvin,
Alîkî di riya felekê re diêxin derê Yezdan,
Aliyê din, bê şerm û fihêt diêxin derê Þeytan.
Xwe ji guneh û kêmasiyan dişon wekî me kurdan.
Tenê ya ku me ji vê guhertiye,
Me kolîdar xistiye şona
Þeytan!..
Wey xwelî li serê me, me riya rast şemirand,
Ew bûne pelîse ketine bin lingan..
Gelo! Ma em dê çawa xwe ji vê nexweşiyê xilas kin?
Gunehên xwe bibînin, qencî û neqenciyê ji hev nas kin?

Kurê min!
Wa tu li Ewrûpa yî, va me li
Rojhilat,
Teqez ne razayî me ji tevgera nav
welat

Çavdarê hemû bûyeran,
Guhdarê nûçe û xeberan,
Dibînim, dibihîsim, dêşim,
Haydar im ji hemî war û deran,
Tu tenê dibihîsî, lê ez dibînim,
Hophopa qeşmeran,
Canxulamiya nokeran,
Dûvlûçandina nandozan,
Devxumxumandina bê dozan,
Demnasiya kêsbazan,
Zimandirêjiya tolazan,
Di nav pêlên gemarî;
Di nav rojên reş û tarî,
Tertilîna gel,
Tevgerên bê vac
û çepel,
Koraniya rêberan,
Bertilîna têkoseran,
Rê li ber wan wenda,
Ji armancê cuda,
Nema dizanin
çi bikin!..
Tev mane bê war,
Nabin hişyar!
Bi tevayî ketine ber lingan
û hembêza neyar.
Hey wax û sed hey wax,

Di nav kulên kambax,
Ku her roj dibînim,
Dêşim û dilbirîn im.
Xwezî min nedîtibûya,
Çê ku tu nabînî,
Teqez tu bextiyar î,
Ne wek min xemgîn î.

Guh bide min, delal!
Ez sond sixwim bi serê te û Hoşîn û Heval,
Ku tu caran ji xwe û gel bê hêvî ne bûme,
Li ser şopa qelsan nehatime û tê neçûme.

Tenê hin karbidestên xêv û nezan,
Totik vala û cendek giran,
Di nav şoreşê,
Li nav niştiman,
Hineka bi serhişkî,
Hineka bi oflazî,
Hineka bi xinizî,
Hineka bi xêrnexwazî
Gelekan jî bi talankerî û dizî,
Kir, tevger û peyvên wan,
Dikarin welat û şoreşê tev têxin bin lingan,
Bê şivîsk, ez gelekî diêşiyam bi van kirên han,
Kesek serwext û bîrbir û hişyar,
Dikarî qenc bibîne
Çak bibîne,
Gelek tiştên ne diyar.
Ji alîkî nezaniya gel û tênegihiştina xortan,
Ji aliyê din alozkeriya bêbavan reyin xêrnexwazan.
Me nediviyabû rê bidim devlokiya qeşmer û tolazan.
Ji lew re diviyabû ji her kirê hûr bim
Xwe ragirim, ji her kesî dûr bim.
Heya rastî ji her kesî ve xuyabe,
Qencî û neqencî ji hev cuda be.

Heya ku bê bîra te, berî wê nameyê di nameyek din de
Te gazind kiribû, ji bo çi xwe nêzîkî xebatkaran nakim?!
Hîngê min ji te re dûr û dirêjnivîsîbû ku:
“Kesên di qada xebatê de mane birek kureder
û malkambax in,
Pêlên ku radibin, tev gend û gû, gerek û kerax in,
Ez tu caran di nav avên holê de sobahiyê nakim.”
Dawî, va ye her tişt xuya bû,
Li Rojhilat
Û li Rojava
Dijmin bi me şa bû,
West û xebata çardeh salan,
Xwîn û fedekariya gelek hevalan,
Bi bêbavî hatin firotin
Li Kurdistana nîvro
Gelek dever hatin sotin.
Rêya ku li her derê bi koranî dabûn ser,
Bi rêberiya hin nezan û piştmêriya hin ker!
Bê raman û hişyarî,
Em dever û dan erdê,
Gîhandin vî warî…
Ev bûyerên paşîn hîngê ji me xweş xuya bûn,
Kesên datanîn se xebatê cankole û ne hêja bûn.
Hinek jê xiniz, ji aliyê neyar ve hatibûn şandin,
Gelek ramanên çepel di serê milet de hatibûn çandin.
Li Ewrûpa, li her alî welat,
Xebat ketibû nav destên çepel û şêt.
Xortên xebatkar, jêhatî û dilawer,
Ji xebatê, ji berpirsiyariyê dihatin dûr xistin,
Li êrdima şoreş gelek têkoşer
Ji bo gotina “çima?”
Dihatin kuştin.
Diborin di gunehên xiniz û nokeran,
Digirtin devên welatparêz û cengewaran.
Bi tenê devekî digot, destekî dikir,
Ê mayî bê deng wek pûtên ji kevir.
Dongiya şoreş û gel bi zarê mirovekî ve
Hatibû girêdan,
Ji lew re şoreşa serdest hat firotin,
Qelenê wê gihaştê destê Þahê Îranê.
Her çi êrdima şoreş,
Dema bihîstin nûçeya kambax, ji rûkî girêdan reş.
Keç û bûkan porên xwe birîn,
Kal û pîrên kurd bi ser hev de digirîn.
Digotin: “Hey wax û her hey wax!”
Çawa dibe ku serok holê bi hêsanî,
Axa welêt û şoreş serbest berde?
Ma nizane ku Tikrîtî, neyarê gelê kurd e?
Dê me hemiya ji welêt bi derxe û bi gerde.
Çekhilgirên me wê tevde bêne kuştin,
Lat û zinarên niştiman dê bi xwîna wan
Bête şuştin.
Namûs û rûmeta me dê bikeve ber lingan,
wê ku de bicin şervanên kurd ku dajotin
Ser neyar wek pilingan.

Hê tu caran ev bêbavî ne bûye,
Kesî boblatek holê nediye,
Ku welatek bê ser û ceng,
Bê qirên û deng,
Ji dijmin re
Bête berdan:
Xelkê wî wek pezê bê şivan
Tê de bê ser jê kirin,
Bête kuştin,
Jê bête gerdan!..
Piştî van bûyeran,
Em dibihîsin nexmeyeke nuh
Ji devê zirtekeran:
Binêr çi gotinek şêt,
Beredayî, bêvac û kirêt,
Hin kesên nezan û guhdirêj,
Totik vala, mejî qirêj,
Dibêjin di talde û nediyaran,
Dikin kurtepist li pêş nezanan,
Li ber dîwaran:
“Heke şoreş bimaya, welat seranser dibû wêran,
Di nav xerîta cîhan radibû navê Kurdistan,
Teqez dê hebin hin gotin û peyman,
Di navbera Barzanî û Þahê Îran.”
Ev e gotina min, ji van celeb kesan:
“Bimirin, biqesin herin nik şeytan,
Divê hûn bizanin ku Berzanî xwe kuşt,
Xwîna cengewerên kurd bi dolaran şuşt,
Rûmeta xwe û kurdan siparte neyar,
Ji bo we keran her bindestî hişt.”

Kurê min, niha dê bême ser te,
Dilê xwe vekim li ber te,
Binhêr ev e şîreta min,
Dê bêjim pir kurt û kin:
Ku di hemî kir û waran,
Di gel hemî nas û neyaran,
Bas vekî caxê xwe,
Bîr bînî sîreta bavê xwe,
Li ser her kir û gotinê hûr bî,
Ji kir û gotinên lêz dûr bî,
Heya nekevî kêmî û şaşiyê,
Fihêtkar nebî li paşiyê.
Ev e şîreta durust û çak,
Ji bo we xortan dixwazim
Pêsendeyek xweş û ronak.

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply