Ez naxwazim NAxwazim
Şevên tar û kederê
Dilên ar û agirê
Çavên sêwî li ber rê
Bo dîtina xwe hevrê
Li rê asê mabe rê
Oh! NA! Na na, Na na, NA
Ez Naxwazim NAxwazim
Tu azad î li xwe binêr
Der û dor tev gur û şêr
Kincê tirsê bavêj biwêr
Tu azad î tu şêr û tu mêr
Ez naxwazim NAxwazim
Oh! NA! Na na, Na na, NA
Tirsok û newêrekan
Ji ber li vê jiyanê
Cîh tune ye li wan
Her mirovek cuda jiyan
Bixwe jiyan û yek cîhan
Cuda mîna tilyê destan
Tu jî cuda yî eya can
Ez naxwazim NAxwazim
Oh! NA! Na na, Na na, NA
Dibe dest û rengê te
Dîtin û ramanên te
Ji ewên din cuda be
Asteng tune û astengdar
Ew li çavê mirovên har
Reşdîtin û reşexedar
Jiyanê dikin astengdar
Ez naxwazim NAxwazim
Oh! NA! Na na, Na na, NA
Ne sînor û ne asteng
Da jiyanê neke teng
Di çavên teng roja qeşeng
Mustafa Rêzan
Amed – 12.06.2017