Pirtûka nivîskar û rojnemevan Berhem Elî hat belavkirin

Di merasîmekê de li bajarê Hewlêrê nûtirîn berhema nivîskar û rojnemevan Berhem Elî bi nave “Çîrokên taxa me” bi amadebûna hejmarek ji rewşenbîr û rojnamevan hate imzekirin û belavkirin.

Di destpêka merasîma imzekirina pirtûkê de nivîskar û rojnamevan Nûrî Bêxal behsa çend xalên giring ên pirtûka “Çîrokên taxa me” û taybetmendiyên wê kir, herwiha da zanîn ku, ew pirtûk ji 65 çîrokên cor bi cor pêktê yên siyasî û civakî .

Ji aliyê xwe ve jî nivîskar û rojnamevan Berhem Elî derbarê pirtûka xwe de got ku, zincîra çîrokên vê pirtûkê berî niha di rojname û kovaran de belav bûne, sê şêweyênnivîsînê li xwe digre ji wan coreyan jî helwestên min ên siyasî ne, di heman demê rexneyên min ji hin diyardeyên xirab ên civakê re ne.

Berhem Elî li gereka serçinarê ya bajarê Silêmaniyê di 20.8.1971ê de ji daykbûye û qonaxên xwendina xwe jî ên seretayî, navendî û amadeyî li wir bi dawî kirine.

Sala 1992 bawernameya bekloryos ji zankoya Mistenseriyê û zankoya Selehdîn beşê aborî wergirtiye.

Ji sala 1994an û heta niha zêdeyî 23 salan karê nivîsîn û rojnamekgeriyê dike, li 15 dezgehên ragehandinên li herêma Kurdistanê weke Rado, Tv, rojname, heftename, kovar, doseyên taybet, peyamnê, berpirsê beş, rêveberê nivîsînê cîgirê sernivîser û sernivîser kar kiriye û bi dehan babet, nivîsîn, rapor û dîmenên cor bi cor ên wêjeyî, siyasî, civakî belav kirine.

Ji sala 2010 heta niha li dezgeha mdeyayî ya Bas kar dike û niha sernivîserê heftenameya Bas e.

  • Endamê desteya damezrêner a sendîkeya aborînasên Kurdistanê ye.
  • Endamê kar ê sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê ye.
  • Endamê fedrasyona rojnamevanên cîhanê ye.
  • Endamê komeleya hunerî ya karîkatêrên Kurdistanê ye.

Berhemên çapkirî:

  1. 3660 Bîreweriya ciwanekî Kurdistanî di zindanên Beis de –çap û belavkirinên sala 2000.
  2. Pşîleya çav belek – helebestên zarokan- sala 2011 .
  3. Çawe fêrbin bêjna na ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin sala 2013
  4. Xûşewîstî li ser dema aqilêsistî Novêlt-Teniz 2013.

 

Bas News

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply