Nûbihara Biçûkan û Perwerdehiya Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî ev berhema xwe di sala 1094ê Hîcriyê de nivîsandiye, ev dîrok teqabûlî sala 1683yê Mîladiyê dike. Xanî gava berhema xwe temam kir emre wî sî û sê bû. Ev berhem berhema pêşîn a Ehmedê Xanî ye. Xanî piştî li Xasabê  ji Mela Camî îcazeta xwe digre ji medreseya Etaiyê berê xwe dide Bazîdê. Piştî hatina Bazîdê Xanî li vî bajarî medreseyekê ava dike û li gorî fikr û xiyalên xwe ji bo zarokên Kurdan dersdarî û seydatiyê dike.

Xanî dizanîbû ku bi perwerdehiyek baş û bi ilm û zanînê meriv dikare şaristanî û dewleta xwe ava bike. Perwerdehî bi zarokatî dest pê dike, sere peşî hewceye ku meriv zarokan bide xwendin û wan perwerde bike. Bi xwendin û pêşketina zarokan gel pêşdikeve. ji lewma tê gotin ‘Zarok pêşeroja milet e.’ Hostayê nemir Ehmedê Xanî ev yek baş analiz kiribû û serê pêşî ji bo perwerdehiya zarokan berhemek amade kir. Navê berhema xwe ‘Nûbihara Biçûkan’ lê danî, vê yekê di berhema xwe de wiha tîne ziman:

Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Navê Nûbihara Biçûkan lê danî

Nûbihara Biçûkan navekî ne tesadûfî ye, navekî bi zanabûn hatiye lêkirin. Nûbihar (Newroz) wekî ku tê zanîn jî roja pêşî a biharê ye. Wextê bihar tê herder ji nûve vedije û rengekî bi coş bi cîhanê dikeve û cîhan carek din dixemile. Xanî jî gava ev nav li berhema xwe kir armanc û daxwaza wî ew bû ku ev berhem bibe Nûbihara zarokan û rê û deriyê zanabûnê li zarokan veke.

Di dewra ku Xanî dijiya de kesek ji bo zarokên gel berhem nedinivîsandin. Berhemên dihat nivîsandin jî ji bo zarokên mîran an jî ji bo zarokên dewlemandan bûn. Xanî êv rêbaza wê dewrê nepejirand û cara pêşî ji bo zarokên gele xwe dest bi nivîsa kitêbekê kir. Vê yekê di berhema xwe de wiha tîne ziman:

Ne ji bo sahib rewacan

Belkî ji bo biçûkên Kurmancan

Nûbihara Biçûkan di eslê xwe de ferheng e, ferhengeke Kurdî-Erebî ye. Xanî ji bo zimanê Erebî hînî zarokan bike ferhenga xwe amade dike.

Her dewrê zimanê ilm guheriye, vê dewrê çawa zimanê ilm Ingilîzî ye, di dewra Xanî de jî zimanê ilm Erebî bû, kesê Qû’ran diqedandin dest bi xwendina berhemên erebî dikirin. Zarokên Kurdan di xwendina berhemên ‘Erebî de zehmetî dikişandin.

 Zimanê ilm tune ye û ilm bi kîjan zimanî be hewceye ku meriv wî ilmî bigre. Xanî jî di heman fikrê de bû û dixwest serê pêşî rêya zanînê li zarokên Kurdan veke ku di reşayiyê de pêşiya xwe bibînin. Xanî vê yekê di berhema xwe de wiha tîne ziman:

Wekî ji Qû’ranê xelas bin

Lazim e li sewadê çavnas bin

Derî zihnê vebîtin

Her çê bixwînin zehmet nebîtin

 

Hertim navbera Xanî û zarokan pir baş bû. Dr. Nûredîn Zaza jî di berhema xwe a bi navê “Bîranîn” de çîrokek li ser Xanî û zarokan nivîsiye û wiha dibêje: seydayê Xanî wek her roj zarok li havîrdorê xwe kom kirine û ji wan re wiha dibêje: ““Bixebitin; îro jo bo hînbûnê, ji bo zanînê bixebitin; da ko halê dinê bizanin, bi pêş ve herin, bibin meriv, bibin hêja, bibin serdest, bibin însan!”

Berhema Xanî ji sêzdeh beşan pêk tê. Her beş li gorî behra erûzê hatiye binavkirin wekî: Behra Hezec, Behra Recez, Behra Remel, Behra Mudarix û hwd. Her beş bi şîretekê dest pê dike. Di berhemê de 27.000 peyv hene, ji wan peyvan 5.000 Erebî ne, 2.000 peyv farisî ne, 20.000 peyv jî kurdî ne.

Girîngiya Nûbihara Biçûkan Ji Bo Wêjeya Kurdî

Ev berhem ji bo taybetiyên xwe di dîroka wêjeya Kurdî de ciyekî girîng digre, taybetiyên Nûbihara Biçûkan ev in:

  • Yekem ferhenga Kurdî ye.
  • Yekem ferhenga Kurdî ya menzûm e.
  • Yekem kitêba ku li ser erûzê hatiye sekinandin e.
  • Di dîroka Kurdan û cîhanê de kitêba yekem a ji bo perwerdehiya zarokan hatiye amde kirin e.
  • Yekem ferhenga Kurdî-Erebî ye.

Muqayeseya Xanî û Rousseau

Di pergala perwerdehiya cihanê de û di dersên pedagojiyê de tê gotin ku berhema pêşî a ji bo perwerdehiya zarokan hatiye amadekirin berhema Jean-Jacques Roussseau ye. Navê berhema wî “Emîle” ye. Lê gava lêkolîn li ser dîroka wêjeya Kurdî bê kirin meriv dibine ku berhema pêşî ji vê axê derketiye û kesê ev berhem nivîsiye jî Şêx Ehmedê Xanî bixwe ye. Navê berhema wî Nûbihara Biçûkan e. Piştî Ehmedê Xanî berhema xwe dinîvîse 79 sal şûnde Rousseau berhema xwe dinivîse. Li jêr kitêba Nûbihara Biçûkan û Emîla hatiye muqayesekirin.

            Nûbihara Biçûkan   

  • Sala 1683yan dehatiye nivîsîn
  • Kitêbayekem a pedagojiyê ye.
  • Şîretli biçûkan tê kirin (zarok).
  • Ligor metoda modern a perwerdehiyê hatiye amadekirin.

 

Emîle

  • Sala 1762yan dehatiye nivîsîn.
  • Kitêbaduyem a pedagojiyê ye.
  • Şîretli mezinan tê kirin (dê û bav).
  • Ligor metoda klasik a perwerdehiyê hatiye amadekirin.

Xanî û Qerîna Bêkesiyê

Çiqas cewherên me hebin jî, hem ên li ser rûyê axê û hem jî ên di bine axê de mixabin me tu carî qîmetê wan nezaniye û em li wan xwedî derneketine. Gelek zanyar, nivîskar, serleheng li nav Kurdan derketine lê mixabin em navên kêm kesan dizanin. Em li mîrasa wan xwedî derneketine û bi demê re navê wan û xebatên wan hatiye jibîrkirin.

Xanî di Mem û Zînê de gazinden xwe tîne ziman. Dibêje ku êdî bextê me li me vegeriyabana û miletê me carek ji xewê serî rakirbana wî çaxî şûrê hunera Kurdî dê bêtir biberiqiya û qedrê qelema kurdî dê hatiba naskirin. Xanî dizanîbû ku wêjeya Kurdî wêjeyek xurt û dewlemend e, dixwest ku wêjeya Kurdî bide naskirin û zimanê Kurdan bi wan bide hezkirin.

                        Bextê me ji me rabibit yar

                        Carek bibîtin ji xeb hişyar

                        Şûrê hunera me bête danîn

                        Qedrê qelema me bête zanîn

 

Herwiha Xanî dîsa bêdeng nedima, gazindên xwe di Mem û Zînê de bi cî dikir û li benda gelê xwe dima ku berhemên wî û ên din wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê teyran û hwd. bixwînin û bibin zana. Herî bêtir ji bê xwedîtiyê gazind dikir. Xanî hertim li kesekî zana ku li gelê xwe xwedî derkeve digeriya. Dixwest ew kesê zana rêya zanînê li gele xwe veke, bi alîkariya wî kesê zana qedrê qelema wan bête zanîn û bigihin armanca xwe.

 

                        Ger dê hebûya me jî xwedanek

                        Sahib keremek letîfdanek

                        Min dê elema kelamê mewzûn

                        Alî bikir ali banê gerdûn

                        Bi navê rihê Melayê Cizîrî

                        Pê hey bikira Elî Herîrî

                        Keyfek dê bide Feqiyê Teyran

                        Heta bi ebed bi maye heyran

 

Şîretek ji Nûbihara Biçûkan

 

                                   “Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf

Di dinyayê de tu nabî meşhûr ne jî me’rûf”

Şêx Ehmedê Xanî şîreta li jor di Behra Hezec de nivîsiye û ev şîret şîreta pêşî a Nûbihara Biçûkan e. Xanî vê şîretê li zarokan dike, lê şîretek wisa li zarokan dike ku tenê ne zarok divê mezinên Kurdan jî vêya bikin guhark û têxin guhên xwe.

Xanî dibêje: Dewrên xwe yanî dersên ku te berê dîtine û dersên ku niha tu dibîne, divê tu rewa bike. Heger ku te dewr û dersên xwe rewa kirin wî çaxî tu di cîhanê de dibe kesekî navdar û her kes wê demê te nas dike û qîmet didin te.

Mela Mihyedîn

www.candname.com

           

                       

 

Derbar Çand Name

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Şiroveyek

  1. rıdvan boyun

    saet xweş. xebat baş û berfıreh e.

Leave a Reply to rıdvan boyunCancel reply