Pêşengeha pirtûkan a Batmanê ya ewil di Cotmeha 2017an de bi sernavê ‘Batman Li Her Derê Dixwîne” hatibû li darxistin. Mihrîcana îsal jî di 20-28ê Cotmehê de li Batmanê tê li dar xistin.
Hate diyarkirin ku îsal 96 weşanxaneyên tevlê mihrîcanê bûne û di nav van de tenê Nûbihar, Zehra û Avesta weşanxaneyên Kurdî ne. Her çi qas kurdî pere neke jî lê dîsa pirtûkên kurdî gelek eleqeyek mezin dibîne, xwendevan û xwendekarên kurdî standên kurdî ziyaret dikin û pirtûkên kurdî dikirin. Di nav weşanên Kurdî de yên herî bal dikşîne û têne firotan dîwanên kurdî ne.
Pêşengeha pirtûkan roja 20ê şemî dest pê kir, wê 28î cotmehê de dawî bibe.
Çandname