Kovara Nûbihar Akademî
Nûbihar Akademîya di 21ê adara 2014an de dest bi weşana xwe kir
Kovara Nûbihar Akademî kovareke bi hekem û akademîk e ku weşana gotarên kêrhatî yên di qada kurdolojiyê de dike. Kovara Nûbihar Akademî, bi rêbazeke akademîk cih dide her cure nivîsên zanistî û bi nêrîneke multidisiplinerî nivîsên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. di nava xwe de bi hewîne. Di kovarê de nivisên mîna gotar, werger, tîpguhêzî, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan diweşin.
Gotarên ku ji bo weşandinê tên şandin bi sîstema “hekemtiya kor” ku ji hêla hekemên pispor ên ku navên wan dê tên veşartin ve tên nirxandin.
Kovara Nûbihar Akademî di demsalên Bihar û Payîzê de salê du caran tê weşandin. Zimanê weşanê kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û îngilizî ye.