Nûbihar 136 Weşiya

Jimara 136em ya kovara Nûbiharê weşiya. Ev kovara ku ji 20 salan zêdetir bi zimanê şêrîn kurdî weşanê dike xizmetek pir mezin ji bo ziman û çanda kurdistanê re dike. Em koma nûbiharê û jimara 136em a kovarê pîroz dikin. ji bo danasîna kovarê jî em ê nivîsa ji edîtor, naveroka kovarê û navnişana ji ser înternete bidestxistinê ji we re parve bikin.

Ji Edîtor

Dema em Cîhana Rojhilat û Cîhana Rojava ji aliyê îdarî û siyasî ve qiyas dikin di navbera her du dunyayan de ferqeke mezin derdikeve pêşberî me. Li Ewrûpayê rejîm û sîstem rûniştî ne; hilbijartinên serbest dibin, parlementoyên ku xelk  tê de temsîl dibe hene û dewlet ji bo ku ji gel re xizmetê bike heye.

Li welatên Rojhilat û Rojhilata Navîn, bi gotineke din, di Cîhana Îslamî de jiyaneke weha tuneye. Ji vê sedemê ye ku gelek însan ji nav me diçin Ewrûpayê, li heqê xwe digerin; bi hezaran multeciyên Cîhana Îslamî jî xwe davêjin bextê Ewrûpayiyan.

Em heqê Tirkiyê nexwin; Tirkiye hem dewleteke Ewrûpayî ye, hem jî dewleteke Cîhana Rojhilat e. Dewleteke Ewrûpayî ye; hilbijartin dibin, sîstema parlementeriyê dişixule û ji aliyê îdareyê ve dişibe Ewrûpayê. Ji aliyê din ve dewletek Cîhana Rojhilat e; ji ber vê sedemê ye ku di hilbijartinan de benda %10î heye û îdare bi awayekî îdeolojîk dimeşe û di roja îro de esker dikarin teşebusî derbeyeke eskerî bikin.

15 Tîrmehê li Tirkiyê careke din teşebusa derbeyeke eskerî pêk hat. Lê elhemdullîlah derbe bi ser neket. Xwedê neke, eger darbe bi ser biketa, dê jiyan li temamê muxalifan bibûya jehr.

Em vê rewşê, ji derbeyên ku çend caran di tarîxa Tirkiyê de bi ser ketine dizanin. Her derbeyê li pey xwe gelek trajedî hiştine û bi salan jiyana însanan perîşan kiriye. Azadiya fikrî ji holê rakiriye; partî hatine girtin, rojname û kovar rastî sansurê hatine, parastina heq û huqûqên însanan ji holê rabûye…

Di îdara eskeran de her carê temamê welat bûye girtîgeh.

Qet şik û guman tuneye ku îdareya ku bi reyên xelkê hatiye îqtidarê, di her şert û mercî de ji îdara eskeran gelek çêtir e. Ji ber vê ye ku em ji kîjan fikr û ramanî bin, em ji kîjan nijadî bin û em ji kîjan welatî bin divê em bi hemî quweta xwe li dijî derbeyê derkevin.

Em hêvîdar in di roja îro de aştî û sukûnet li welatê me Kurdan jî peyda bibe.

Gelê Tirk jî xwedî çi fikrî dibe bila bibe, bila destê xwe deyne ser wijdana xwe, êşa Roboskî û bombebaranên li ser Kurdan yên bi vî rengî fêm bike…

Ev yekem car bû ku teyare û helîkopterên Tirkiyê, li ser gelê Tirk gule û bombe barandin. Eskerên ku li ser gelê xwe weha bi rehetî bombeyan dibarînin, dema mesele Kurd bin, heta niha çi kirine û dikin jixwe em dizanin.

Süleyman Çevik

Nûbihar 136 Naverok

  • – Heyvekê li Cehnima Wergerê Berken Bereh
  • – Rozerîn Rojen Barnas
  • – Li pey şopa Keştiya Nûh li Swêdê Rohat Alakom
  • – Sêrbaza ku eşqê wergerandiye birçîbûna sûlavan Frazê Xoytî
  • – Kedkarekî Kurdolojiyê August Jaba Murad Celalî
  • – Çeşnê Destanê di Edebiyata Kurdî de Ayhan Meretowar
  • – Kerbela û Mersiyeya Kerbelayê Xweşmêr
  • – Hêvîname Sidîq Gorîcan
  • – Têgehên li ser sewalan û sewalxwedîkirinê Memed Çağdavul
  • – Bila ‘ewr mirovan nekujin Nazım Hikmet
  • – Ji çûna te re… Bamed Serdar
  • – Nexweşxanê da Sehîdê Îbo
  • – Rast e Gelo? Mewlûd Oguz
  • – Nameyek ji Şernexê Berken Bereh
  • – Li bin xetê çûk û çek Cîhan Roj
  • – Sitargeh Laşer Şewl
  • – Emerîkê Serdar: Min 48 salên xwe da rojnamevanî û edebiyata Kurdî. Hevpeyvîn: Nihat Gültekin
  • – Bi rastî Eyûb Paşa Robîn Hoodê Kurdan e? Yaşar Eroğlu
  • – Grîngiya zimanê standard Shahînê Bekirê Soreklî
  • – Dil Dilşad Mutî
  • – Di 100 saliya xwe de Peymana Sykes-Pîcot Süleyman Çevik
  • – Ey Reqîb, Sirûda Niştimanî ya Kurdî Resena wê ya bi Soranî û wergera wê ya bi Kurmancî Talat İnanç
  • – Jiyan Memet Metîn Barlık
  • – Jin û Wêje Mihemedê Cezawîr Hemkoçer
  • – Mûsa (s.) û Şivan Mewlana Celaleddînê Romî
  • – Nêrînek li ser romana: Belqitî Mamoste Abdulqadîr Gok
  • – Zeynebat: Çîrok di çîrokê de Dr. Ömer Uluçay
  • – Tevlihev Erich Fried
  • – Gulnaz Xanim Selamî Bilîcanî
  • – Mela Salihê Soskunê Sîpanî

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply